Zimanê ku Dimeşe: Pêdaçûnek li ser Zimanê Edebî û Çîrokên Nûredîn Zaza

18
108 wêje û rexne Ew ê sêyemîn kî ye her dem li kêleka te dimeşe? Gava ku dijimêrim, bi hev re bi tenê tu heyî, ez heme Lê ku gava awirê xwe berdidim berahiya rêya gewr Yek heye her dem li kêleka te dimeşe Li sêrî kulikek, di dilqekî gewr de sernişîv dibe Nizanim mêr e an jin e -Lêbelê ew ê li kêleka te ya din kî ye? T. S. Eliot 1 I. Çu roja Xwedê ku seba bêhnvedaneke kurt ji malê derkevim û ji xwe re bimeşim, seraqet hest pê dikim ku ew jî xwe dide tengala min û li gel min dimeşe, bi rêveçûneke rêkûpêk, halmîn, di nerma xwe de, bi awaz û tempoyeke nuwaze. Ev ziman e. Zimanê ku timî behs û gilî tê serê. Heger rêyên bajarê we jî mîna yên Mêrdînê qiyame û hevraz bin, dê ji lepkutkan bikeve, dê bikişe ji devê we bihustek û du bihustan, dê biwes- * Xwendekarê lîsansê yê beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Mardin Artukluyê. 1 Ji helbesta wî ya “Welatê Bejî”. Bnr.: T. S. Eliot (2004), Welatê Bejî û Deh Koroyên ‘The Rock’ê, (Wer. Kawa Nemir), Stenbol: Bajar. Zımanê ku dımeşe PÊDAÇÛNEK Lı SER Zımanê edebÎ Û ÇÎrokên NÛREDÎN ZAZA İnan eroĞLu

Transcript of Zimanê ku Dimeşe: Pêdaçûnek li ser Zimanê Edebî û Çîrokên Nûredîn Zaza

108

wêj

e û

rexn

e

Ew ê sêyemîn kî ye her dem li kêleka te dimeşe?Gava ku dijimêrim, bi hev re bi tenê tu heyî, ez hemeLê ku gava awirê xwe berdidim berahiya rêya gewr

Yek heye her dem li kêleka te dimeşeLi sêrî kulikek, di dilqekî gewr de sernişîv dibe

Nizanim mêr e an jin e-Lêbelê ew ê li kêleka te ya din kî ye?

T. S. Eliot1

I.

Çu roja Xwedê ku seba bêhnvedaneke kurt ji malê derkevim û ji xwe re bimeşim, seraqet hest pê dikim ku ew jî xwe dide tengala min û li gel min dimeşe, bi rêveçûneke rêkûpêk, halmîn, di nerma xwe de, bi awaz û tempoyeke nuwaze. Ev ziman e. Zimanê ku timî behs û gilî tê serê. Heger rêyên bajarê we jî mîna yên Mêrdînê qiyame û hevraz bin, dê ji lepkutkan bikeve, dê bikişe ji devê we bihustek û du bihustan, dê biwes-

* Xwendekarê lîsansê yê beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Mardin Artukluyê.1 Ji helbesta wî ya “Welatê Bejî”. Bnr.: T. S. Eliot (2004), Welatê Bejî û Deh Koroyên

‘The Rock’ê, (Wer. Kawa Nemir), Stenbol: Bajar.

Zımanê ku dımeşepêdaÇûneK Lı seR Zımanê edebÎ Û ÇÎrokên nûRedÎn ZaZa

İnan eroĞLu

109

wêj

e û

rexn

e

te helbet bi mebesta ku bêhna xwe vede û gotinên eletewş û çors jî pê re pê re tên, bêyî ku we hay jê çêbibe, li dev û diranan dide. Yek jê jî ziman bû yê ku di destê kurdan de mayî, yê din jî bajar, jixwe ew jî neman, her ku em didin pey temenê xwe, dêran dibin, hildiweşin. Dibêje, “Îdeayek e tekane heyîna ku digel zimanî çu peywendê daneyne.” camêrek, Wal-ter Benjamin e ev, ew ê ku behsê biribû ser Proust jî û tê heye ku rojekê em behsa zimanê vî xweşzilamî jî bikin, “Lêbelê ev Îdea, dê di dinyaliga Îdeayan de jî bi ser encamekê ve nebe ku dor û berê wê Îdeaya Xwe-dayî pênase dike.”2 Heçku em di hepsekê de hesarge mabin, bi ku ve biçin li derekê dialiqin, asê ye ziman, zexm e tu dibêjî qey. An jî wekî vê nifirê, me tî dibe ser avê û tî vedigerîne, lewma em neşên bibêjinê ku serikê sola te xwar e; maka me ye nexwe, em jê nizilîn û em ê berbirî wê bibin a soxîn; ew, wate ziman, hem diafirîne û hem jî tekûzbar dike ji qewla camêro (Benjamin), ji ber ku ew, kelam û nav e.3

Rojek ji rojan pêşiyên me ji xwe re zimanek ava kirin, pê re jî din-yayek; mezin bû ev dinya, û ew çend jî fireh, bêhevta jî bû, û delalî jî, û me qiyametek însan anîn lê bar kirin, tije nedibû heçku, me mişe dikir, devîdevî, serhevde, lê dirêj dibû ji hev, vedizelîya; me kezeba xwe reş kir da ku me mirovan serî di devê hev de be, lê çênebû maxanê û paşê me bîr bir ku ma ew ziman e û bi ya Roland Barthes be, ew bê ser û ber e (bêna ye) û me hewce ye ku çendek encaman jê hildin: Ziman, berîya zimên dest pê dike.4 Me rastî bivêt, wer jî qewimî. Ecêba ku li dora serê gurên me yên van çîyayan jî nehatibû gerandin, li vî zimanî gerîya, berîya ku tiştek lê biqewime. Ziman berîya min dibêje jixwe, tişta ku ez dixwazim bibêjim, bes ez hildidim lêvan. Trênek e ev lêgeryana ku em tê de li dora dinyayê lefandî. Rêwingîya me li ku dest pê bike, car din li wir bi dawî dibe. Çîroka me jî ev e, hema hema.

Meriv lê zendegirtî dimîne bê ka ziman çer li cihê xwe dimîne, di-gere, teqlan dide xwe, bîska ku em ji vê dinyayê bar dikin û li dû xwe dihêlin; erê, carinan ew jî dikeve nav xembarîyekê li hemberî bûyerine diltezîn, hingê destê xwe ji her tiştî dişo, dev jê berdide, carinan jî pîyên wê5 erdê nagirin, kêfxweşîyeke bêpayan xwe lê digire, beşera wê vedibe

2 Benjamin, W. (2012). Son Bakışta Aşk. (N. Gürbilek, Wer., Amad.) İstanbul: Metis, r. 169.

3 H.b., r. 1764 Barthes, R. (2013). Dilin Çalışma Sesi. (A. Ece, & N. K. Sevil, & E. Gökteke, Wer.)

İstanbul: Yapı Kredi Yayınları, r. 915 Herçend ziman peyveke nêr e jî, pirî caran wekî mê ji devê min dipeke û li hev tê,

lewma gelek caran wekî mê hatiye lêkirin ev peyv di nivîsê de. Hêja ye ku meriv li

mîna ku bibişkive, bi firê dikeve hingê, li ber bayê zemên diçe, digobi-le, digobile. Her heye ew, ev teqez e. Kirasê xwe diguherîne, xwe şayîk dike, porê xwe hinne dike, kil dike çavên xwe, dixemilîne xwe serdanpê, wek hawê ku dê biçe şahîyekê, xwe nû dike bi her teherî, nipînû.

II.

Gava ku pêşîyên me ji xwe re zimanek ava kirin, hemû kerb û kesera dilê xwe jî lê bar kirin, bi bîr û boçûnên xwe binyada wê danîn, bi rabûn û rûniştinên xwe stûn jê re çêkirin, piştre bi henek û qerfbazîyên xwe ew bilind kirin, sewax lê dan, têra dilê xwe, paşê boyax reşandinê kulm bi kulm, şayîk kirin bi kefa destên xwe, biriqandin, fe kirinê dû re, govend gerandin li dorê her çawa ku kurd mirîyê govendê ne, ev ê wan bû çi ku, xwene bextewarî ev bû? Erê, rast e, dibêje “Dab û nêrîtên neteweyekê tesîr li zimanê wê jî dike” Ferdinand de Saussure, di dersên xwe yên zimannasîya giştî [Genel Dilbilim Dersleri] de ji xwendekarên xwe re, lê vê jî dibêje di berdewamîya hevoka xwe de: “Ji milekî ve jî, ziman e yê ku bi gelemperî di avakirina netewebûnê de beşdarîyê lê dike.”6 Pêşîyên me hingê bi ‘isma neteweyê nehisîyabûn, bextewar bûn, diçûn ber pez û dewarên xwe, bi kar û barên xwe yên çandinîyê ve daketibûn. Ma dê netewe û ziman zikê wan têr bikira an dê wan biparasta ji der û dorê, çîrok digotin ji hev re wê çaxê, çîrokên cin û perîyan, bêyî ku bizanin dê rojekê bibin dîrok. Lê Pascale Casanova û Barthes xaleke dîtir jî lê zêde dikin: Sîyasî. Casanova dîyar dike ku, ziman û edebîyat bingehên sîyasî yên neteweyê pêk tînin û bi demê re esaletê bexşî hev dikin.7 Barthes vê xalê tekûztir dike û dibêje: “Herçend ku ziman ne serxanek8 (üstyapı) be jî, her wext sîyasî ye peywenda ku li gel zimanî tête danîn.”9 Rabirdû-

ser vê peywendê jî tiştinan bibêje.6 Saussure, F. d. (2001). Genel Dilbilim Dersleri. (B. Vardar, Wer.) İstanbul:

Multilingual, r. 51.7 Casanova, P. (2010). Dünya Edebiyat Cumhuriyeti. (S. Özen, & F. Deniztekin, Wer.)

İstanbul: Varlık, r. 498 Ma xwene çend rast û dirist e ku meriv terman bo kurdî li hev bîne, bêyî ku

diyalektên kurdî, zimanên nêzî kurdî û çendek zimanên Hindûewropî başebaş binase? Helbet, ev ne karekî asan e ku bes ji aliyê şexsan ve bê lihevanîn. Lê ez bi xwe di wê bîr û baweriyê de me ku tirkî bi binyada xwe ve bi qasî Çiyayê Qafê dûrî kurdî ye, lewma ne rast e ku meriv terman rasterast ji tirkî hilde û bo kurdî wergerîne. Ez bi vê şaşiya xwe xweş dizanim, lê ji bo têgihîşteneke zelaltir min xwe mecbûr hîs kir ku ez jî terman wergerînim, ev kil û kêmasî hemû aîdî min in û ebeden ez ne di wê îddiayê de me ku ev term bo kurdî rast û dirist in.

9 Barthes, R. (2013). Dilin Çalışma Sesi. (Ece, Ayşe, N. K. Sevil, & E. Gökteke, Wer.) İstanbul: Yapı Kredi Yayınları, r. 89.

111

wêj

e û

rexn

e

ya nêzîk a kurdan hat bîra min, sed salên vê dawîyê, zimanê ku hat pê-peskirin, tifalên ku mezinên xwe tênagihin, û Anaokuluyên wan, yên ku kurdî tê de hesarge ye. Gava ku meriv berê xwe dide vê rabirdûyê, lê hay dibe ku ev ziman tim û dayîm tirsek niqutandîye dilê desthilatdaran, gelek caran xewnên wan herimîne, rûniştine û ji xwe re fikirîne, li halê xwe, diwaroja xwe, berdewamîya xwe. Û dilê mirovên xwe xweş kirine bi çend tiştan, ji feqîr û belengazan re xanî bilind kirine, zarokên wan dane xwendin, bûrs dane wan, kirine tixtor û miellim, miaşek bexşî wan kirine; bi zimanê xwe pêşengên mirovên xwe kişandine hêla xwe, ketine heft û heştan, şildim û bildim kirine, kenîyane têra xwe: haha-ha, hehehe. Vê bîskê jî gava ku di nivîsevanîya kurdî de behsa werzîş, erotîzm, qerf û henek, tiştên beredayî û virde-wirde jî bêne kirin, dê ji me we be ku qey behsa sîyasetê tête kirin û seranser sîyasî ne, çi ku me her guman kir ku qey avêtina lotikan a bi kurdî jî sîyasî ye û bi vî zimanî derkevin serê heyvê jî ji kirt û nîva xwe danayê û bêçune ye. Bi vî awayî me rûyê xwe ji vî zimanî bada, kurdî bû ev, erê, kurdî.

Wan berê ji xwe re çîrok digotin û vedigotin, îro jî em dibêjine wan ku ev edebîyat e, çi ku edebî ne û adabek tê de heye. Baş e, me çîrok gelek in, nexwe edebîyateke me jî heye; lê gelo xala ku çîrok ango ede-bîyatê pêbestî zimên dike çi ye? Çend tiştan rêz dikin René Wellek û Austin Warren di derbarê vê babetê de, wekî ku: a) Ziman, keresteyê hunermendê edebîyatê ye rasterast. Çer ku çêdibe çend derên peykerê bê pênasekirin wekî blokeke mermerî ya hatî birîn, çêdibe ku berhemên edebî jî wekî bijarteyeke zimanî bê pênasekirin10, b) Peywendeke dîya-lektîk e peywenda navbera ziman û edebîyatê: Edebîyatê ji dilê dil ve tesîr li geşedana zimên kirîye11, c) Edebîyat peywendîdar e li gel hemû xalên zimên. Berhemên hunerî bijarteyek e ku hema ji sîstemeke deng hatîye çêkirin12. Me ziman ava kir da ku em ji xwe re edebîyatê bikin û behsa wê bikin, ne ku em ji xwe re edebîyatê ava bikin da ku behsa zimên bikin, lewma edebîyat navend e, ziman jî binyad. Edebîyat di-hinêre çi ku, ji me re behsa teyr û tilûran, sikak û kolanan dike, behsa çend kêlîyên jinekê dike ku bê ka çawa di çem de fetisî, tê bêjî qey te avê daqurtandîye, carinan jî silavan li xwînerên xwe dike, ew çend nêzîk, heçku kurê bavê me be. Ecêb.

10 Wellek, R., & Warren, A. (2013). Edebiyat Teorisi. (Ö. F. Huyugüzel, Wer.) İstanbul: Dergâh Yayınları, r. 199.

11 H.b., r. 20012 H.b., r. 201

112

wêj

e û

rexn

e

III.

Metn e xurttirîn navgîna ku palpiştîyê li zimên dike. Stargehek e metn, bargehek e, tê de ye ziman, xwe tê de diparêze, her roj di pêncê êvarê de ji kargeha xwe vedigere û tê vira, çu dereke dî nîn e ku biçîyê, tê de bihewe, qebûl e ku dinya û alem jê re neyar be, bes ku bila ew jê re yar be, bi tena serê xwe ye di wir de, bi qasî mirovahîyê tenê, tikîtenê. Çendî xweş dibêje Theodor W. Adorno, her car û bar li vê gotina wî vedigerim, û wekî kelema ber çavên neyaran her car û bar bi pey min dikeve: “Di metnê xwe de xanîyekî lê dike nivîskar. Di bîr û boçûnên xwe de jî lê dike heman qerqeşûna ku dihêle wê bîskê, ya ku ji odeyekê bar dikir berev yeke dî kaxiz, kitêb, qelem û kel û pelên xwe. Ev bîr û boçûn ew eşya ne ku noqî navê bûye, carê xweşhal û carê bêhizûr. Wan miz dide bi dilrehmî, şolê xwe pê dike, kevin dike, têk vedide, cihên wan diguhêze, dirûxîne. Nivîs dibe jîngehek êdî, bo kesên ku çu welatên wan namînin.”13 Metn e welatê me heyran, û me her yek welatekî dîtir heye.

Sê qorzîyên metnê hene: Ev qorzîyên gotinî (sözel) (tenê hewcebûna tevdehîya hêmanên zimanî), rêzanî (dizimsel) (hewcetîya peywendîyên navbera hêmanên metnî), wateyî (anlamsal) (wateya ku tê de hêmanên zimanî hene) ne. Metn, binyadek e berîya her tiştî ku ji qonaxên wekî “geşedan”, “berdewamî” û “çendbarekirin”ê pêk hatîye, ji hêmanên zi-manî, bitûneke hevgirtî ava bûye. 14

Lazim e ku bingeha metnê jî qewîn û saxlem be her wekî xênî, an na îhtimal e ku rojekê li ber bayê babelîskekê biçe, hilweşe. Ya ku vê qewînî û saxlemîyê qewîntir û saxlemtir jî dike ziman û edebîyat e, anku zimanê edebî. Me zimanek nîn bû ji zikê dîya xwe ve da ku edebî be, me derewek wiha pêşkêşî dinyayê kir, paşê me bawerîya xwe pê anî û îro ro em bi derewên xwe ve berdewam in, ji ber ku ev derew zewqê dide me, me ji xem û şayîşên rojane dûr dixe, kêfa me tîne. Lê malkam-baxê timî ne li gel me ye, timî em derewan nakin, timî nabe edebî ev ziman, nabe edebî ev ziman gava ku ez ji dîya xwe bixwazim ku bila zû ji min re xwarinê amade bike, ne edebî ye ku ez peyamekê bo birayê xwe binivîsim da ku hinek pere têxe hesabê min ê bankayê, dê nebe edebî qedera ku ez ji keçeke pola xwe re bibêjim “ka ji kerema xwe notên van dersan bide min ez ê li fînalan bixebitim”, lê qenc û xweş dibe edebî

13 Adorno, T. W. (2012). Minima Moralia. (O. Koçak, & A. Doğukan, Wer.) İstanbul: Metis, rr. 91-92.

14 Öztokat, N. T. (2005). Yazınsal Metin Çözümlemesinde Kuramsal Yaklaşımlar. İstanbul: Multilingual, r. 22

113

wêj

e û

rexn

e

gava ku Vladimir Nabokov di hevoka xwe ya ewil a Lolitayê de bibêje “LOLÎTA, bînahîya jîyana min, şewata takekesîya min, guneha’m, gî-yanim: Lo - lî - ta : Serê zimanê min da ku navê te bi lêv bike sê deren-cekan dadikeve ji esmanê devê min ber bi diranan ve. Lo. Lî. Ta.”15 An jî kêlîya ku bang li xwînerên xwe dike û wan vedixwîne meydanê, em fahm dikin ku berra jî edebîyat ev e: “Mirûzên xwe li min tirş nekin xwî-nerên min! Ez qest pê nakim ku ez ne bextewer im. Di ser dilsozîyê re ye gerokekî efsûnpêketî yê xwedan şeytaneke biçkole.”16 Nabokov di se-ranserê temenê xwe de bi hemû şîyana xwe da pey perîdankan. Camêr gelekî ji nêçîra perîdankan hez dikir, lê virrekekî gewre bû jî di heman katê de. Nabokov xwînerekî zîrek bû jî digel nivîskarîya xwe ya zîrek, li ser gelek berhemên qerase yên cîhanê ders pêşkêş kirin ji xwende-karan re. Nabokov di nivîsa xwe ya bi navê “İyi Okurlar ve İyi Yazarlar [Xwînerên Zîrek û Nivîskarên Zîrek]” de amaje bi hîlebazîyeke bilind a nivîskarên hosta û gewre dike û li hemberî huner û heqîqetê wekî heqa-retekê hesêb dike ku çîrokek wekî çîrokeke rasteqîn bête pênasekirin, çi ku çîroksazî (kurmaca) çîroksazî ye û edebîyat jî îcad e. Û di nav sê riwangeyan re li nivîskaran hûr dibe: wekî çîrokbêj, wekî mamoste, an jî wekî efsûnbazan. Nivîsarên gewre van her sêyan –çîrokbêj, mamoste, efsûnbaz- li hev tîne, lêbelê efsûnbazîya wan e ya ku bi ser dikeve û wan dike nivîskarên gewre.17

Digel ku edebîyat ji jîyana me ya rojane za, zimanê me yê edebî xwe ji zimanê rojane bêrî kir, ji xwe re li devî û delîveyên nebînayî gerîya da ku cî û mekanên nû û pênebûyî kişf bike. Di vî zimanê edebî de em derketin rêwingîyeke dûv û dirêj, me nezanî ku em bi ku de diçin, lê me dizanî ku em dixwazin bigihîjin ku, lewma qîyametek tişt derketin ser rêya me, ometek astengî em ji qudûm ve xistin, teyr û tebayên dirrinde qesta xwîna me kirin, lê em jê sil nebûn, me da navê û em pê de çûn, me berdewam kir, lê em negihîştin armanca xwe, her em di rê de ne, em ne-gihîştin wê, çîk, ewk, êver: mikemelîyet anku tekûzî. William Faulkner ji orta Qur’anê xeber dide hingê ku The Paris Review hevpeyvînekê pêk tîne li gel wî, “Mexseda me hemûyan di ber me de ma di xeyala avaki-rina mikemelîyetê de” û dîyar dike ku, jixwe dê tiştek ji nivîsêr neyê ji bilî întixarkirina di ser bircên mikemelîyetî û jêkirina qirika xwe pê ve,

15 Nabokov, V. (1974). Lolita. (G. Suveren, Wer.) Altın Kitaplar, r. 716 H.b., r. 18017 Nabokov, V. (2014). Edebiyat Dersleri. (A. L. Batur, & F. Özgüven, Wer.) İstanbul:

İletişim, r. 40.

114

wêj

e û

rexn

e

bîska ku gihîşt a hişê xwe tişta ku kirî18. Zimanê edebî, berîya her tiştî ji alîyê bikaranîna mîqdarî ve ji zimanê rojane cuda dibe, ji ber ku di zimanê edebî de jêderên zimên bi awayekî bîrbirtir û sîstematîktir tên xebitandin19; ji ber ku heçî ku zimanê edebî ye, soxîya soxîn jîngeha xwe cuda dike ji jîngeha zimanê rojane20.

IV.

Pexşan kengî dibe pexşan? Çi ye ya ku helbestê dike helbest? Sînorên wan heta ku ne? Kengî digihîjin hev? Kengî ji hev cuda dibin? Mebesta ku di helbestê de tê qestkirin di pexşanê de jî çênabe ku bê qestkirin? Çêdibe ku pexşan cihê helbestê bigire? Lê çîrok çi ye? Çîroka ku konê xwe vedaye li ser vê nivîsê. Ev in, ên ku zimanê edebî li me ferz dikin.

Pexşan rê ye. Rêyeke dirêj. Bi qandî temenekî. Trajedîya mirovahîyê li ser vê rêyê tê pêşkirin. Lê zivistan e. Berfê lê kirîye. Kurşe bi kurşe. Reşêle danişîne ser berfê. Hespek heye. Tu lê siwar dibî. Sar û seqem e. Dixwazî zûtirkê li hêlîna xwe bî. Hefsêr dikêşî. Dimeşe hesp. Hêdîka. Halmînkî. Lingê xwe li gewdeyê hespê didî. Ji meşa xwe ya berê nakeve hesp. Reşêle bi ser we re difirin. Diweste hesp. Bêhna wî kêmtir dibe. Tu jî wisa. Hişkgîntir dikêşî hespê. Rê gelek maye. Xwîn tîrtir dibe di rehên we de. Laşê we ditevize. Hişk dibe. Dikeve hesp. Bi ser lingên xwe ve. Yên pêşî. Tu jî pê re. Xwe li hev dipêçî. Hesp ranabe. Hefsêr dikêşî. Dîsa ranabe. Dev jê berdidî. Rêşelê rikêfî hespê dikin. Dimeşî. Bi rêya xwe ve. Bi hêvîya ku bigihîjî hêlîna xwe. Lê nizanî. Ne dîyar e.

Helbest çîyayek e. Çîyayekî bilind. Bêhawe. Fireh. Bi qandî deştan. Keştîya Nûh li vir rawestîya. Tu jî tê de bûyî. Biçûk bûyî hingê. Havîn e. Kelekel e derve. Hundir hênik e. Tivîlk danişîne ser daran. Dikine wîtewît. Tenê yî. Bê kes û kûs. Kozikeke te nîn e. Textan tînî. Qurmên daran. Her kes bi halê xwe ve daketîye. Zirav î. Bê qewet î. Diwestî. Ji hal dikevî. Çivaze di te de namîne. Natebitî. Digerî. Hildikişî daran. Bi-lind dibî. Bi qandî stêrkan. Fêkîyan dixwî. Dadikevî. Berêvar e. Bayek tê. Mûyên te req dibin. Dibin şûjin. Deng têne te. Dengin ecêb. Nizanî. Guh didêrî. Ji kûran ve. Dengekî xurt. Bi hêz. Şipeşip jê tê. Dimeşî. Bi

18 Gourevitch, P. (Berhevkar). (2009). Yazarın Odası: Ustalar Yazma Sanatını Tartışıyor. (Ö. Ayman, Wer.) İstanbul: Timaş, r. 201

19 Wellek, R., & Warren, A. (2013). Edebiyat Teorisi. (Ö. F. Huyugüzel, Wer.) İstanbul: Dergâh Yayınları, r. 27

20 Saussure, F. d. (2001). Genel Dilbilim Dersleri. (2001, Wer.) İstanbul: Multilingual, r. 52

115

wêj

e û

rexn

e

derinan ve. Derinin nenasyar. Hov. Kûvî. Hildikişî. Heft tebeqan. Deng jî pê re. Dawîya meşê. Kendalek heye. Diçî ber. Li kujê yî. Deng tê. Li ber guhê te ye. Dikevî. Qurmê darekê di laşê te re radibe. Nizanî deng kî ye. Em dizanin. Gakovî ye. Em ji qewmê te ne.

Boris Eyhenbaum di nivîsa xwe ya bi navê “Düzyazı Kuramı [Teorî-ya Pexşanê]” de balê dikişîne ser pexşana edebî ku tim û dayîm der-fetên tradîsyona nivîskî bi awayekî giştî û berfirehî bi kar anîye û derî çarçoveya vê tradîsyonê wan cureyan afirandîye ku çu carê nedihatine hişê mirov21. Viktor Şklovski, dîyar dike ku berhemek bi du awayan tê famkirin: 1. Çêdibe ku pexşankî bê afirandin lê helbestkî bê famkirin; 2. Çêdibe ku helbestkî bê afirandin lê pexşankî bê famkirin22. Şklovski di heman nivîsa xwe de helbestê wekî “vegotineke hatî şixulandin” û pexşanê jî wekî “vegotineke bi rêk û pêk, hêsan, destlêgirtî, ketûber” bi nav dike.23

Zivistanê guhdarkirina çîrokan zewqeke bêhevta dide. Serma ye û melodîyeke nazenîn li dar dikeve bêhna ku bayê lûsînî yê ku ji ber derî û şibakeyan xwe berdide hundiro û dike vîzevîz. Civat kom dibe û tev li dengê çîrokbêj dibe hilm û gulma ku ji berûyên qemitî yên ser sobeya êzingan hil dibe, heçku ev hemû kêferata wan ne ji bo çîrokekê lêbelê ji bo jehrtêketîya berûyan bû. Li cem her kesî jî wisa ye an na, nizanim, lê li cem me ji bilî çendekan hemû çîrok negihîştin mirada xwe ya soxîn, nebixêr bû dawîya wan, dawîya dawî xwe kuştin. Lê ne çîrok e çîroka ku bimire, dîrok e ew, dîroka ku hatî kuştin. Çîrok divê neyê kuştin, divê bijî, hema bi qasî temenekî be jî çêdibe. Em hene, ji ber ku çîrok hene û çîrok ji qatê ezmên fe dike me, nexşeya dinyayê li ber wê hatîye raxistin û wê ku der bivê bi wê derê ve diçe, em gelekî biçûçik xuya dikin jê re, belkî jî me nabîne, belkî jî em mîna gêrik û morîyan xuya dikin jê ve. Çîrok ne superman e, baskên wê nîn in, nafire, qesta ku derê bike li wir e, çi ku kulekeke wê heye û xwe tê de berdide vê dinyayê. Eyhenbaum gotîye, “Çîrok li ser nakokî, kêmasîya hevahengî, çewtî, dijberî, hwd. ava dibe. Lê têr nake. Di çîrokê de her tişt ber bi serencamê ve diçe her wekî pêkenokê. Çîrok, lazim e ku bi lez û bez gavinan bide her wekî gul-leyekê ku ji balafirê hatîye berdan da ku bi hemû hêza xwe û serê kuja xwe li hedefa nîşankirî bixe.”24

21 T. Todorov (Ed.). 2005). Yazın Kuramı: Rus Biçimcilerinin Metinleri, “Teknik Olarak Sanat” (M. Rifat & S. Rifat, Wer.) İstanbul: Yapı Kredi Yayınları, r. 187

22 H. b., r. 7323 H. b., r. 8924 H.b., r. 191

116

wêj

e û

rexn

e

V.

Nûredîn Zaza. An jî Nûredîn Ûsif. Yek ji girîngtirîn û ciwantirîn çîroknûsê kovara Hawarê ye. Ji malmezinên Madenê ye. Digel ku di jî-yana xwe de bi nasnameya xwe ya sîyasî jî li pêş bû, di serdema Hawarê de birrek çîrok nivîsîn û ji me re hêlan. Sirgûnî gelek welatan dibe. Rêwingîya wî ji Tirkîyeyê heta ber bi Îraq, Lubnan û Swîsreyê ve diçe. Di ciwanîya xwe de komeleyên xwendekaran ava dike, beşdarî partîyên kurdan dibe li Sûrîyeyê. Doktoraya xwe li ser Emmanuel Monnierê fey-lesofê frensî dike li Swîsreyê.25 Ji vir û pê ve ez ê li ser têxebitîna zimanê edebî ya çîrokên Nûredîn Zaza hûr bibim, xasma jî di riwangeyeke for-malîstên rûsî de.

Bi giştî deh çîrokên Nûredîn Zaza hene û ji van çîrokan neh hebên wê di kovara Hawarê, navbera salên 1941-42yan de belav bûne. Piştî bîst û sê salan, di 1965an de, çîroka wî ya din hatîye çapkirin bi navê “Şerê Mê-şan” di kovara Hêvîya Welêt de. Ji neh çîrokên wî yên Hawarê, çar ji wan adaptasyon in ku du heb ji Frank Stocken hatine, yek ji Lamenneaus, yek jî D’alphonse Daudet hatîye kirin. Lê di vê nivîsê de dê adaptasyonên wî neyên nirxandin. Çîrokên wî yên ku me bo vê nivîsê bijartin ev in: “Gulê”, “Keskesor”, “Perîşanî”, “Hevîna Perîxanê”, “Xurşîd”, “Şerê Mêşan.”26

Wellek û Auistin dîyar dikin ku ji bo gramera berhemeke hunerî ya edebî bê nivîsîn, lazim e ku pêşî bi fonolojî û morfolojîyê dest pê bike, ji wir jî ber bi kadroya peyvan (peyvên derî zimanê standart, peyvên çêkirî yên nû, arkaîk û herêmî) ve biçe û ji vir jî ber bi binyada hevokan (cüm-le yapısı) (hevokên qelaptî, hevokên hevterîb, hevokên dijbinyad) ve biçe.27 Gava ku em bala xwe didin hevokên Nûredîn Zaza, em pêrgî zi-manê serdema Hawarê tên, çîrokên wî li gor zimanê nivîskî yê Hawarê hatine nivîsîn û çu dîyardeyên ziman, peyv û qalibên herêmî û devokî tê de xuya nakin. Heger meriv zimanê Nûredîn Zaza û bi gelemperî zi-manê nivîskî yê îroyîn bide ber hev dê li çu astengî û sînoran neqelibe, çi ku gelekî nêzî zimanê îroyîn e û bi asanî û rewanî tê famkirin, lewma çêdibe ku bi rihetî bê gotin ku zimanê Nûredîn Zaza bêhtir nêzî zimanê standart (an me divîya ku bigota zimanê nivîskî?) e ku Wellek û Auistin destnîşan kirîye (wek, “Piştî salekê bi şev li derîyê mela da. Derî vebû.

25 Ji bo agahdariyên berfirehtir li ser jîyana Nûredîn Zaza, bnr.: Nureddin Zaza, Bir Kürt Olarak Yaşamım, Wer. Aytekin Karaçoban, 1994, Sweden: Mezopotamya Publishing.

26 Zaza, N. (2007). Gulê. Diyarbekir: Lîs. (Dê hemû jêgir ji çapa Lîsê bin.)27 Wellek, R., & Warren, A. (2013). Edebiyat Teorisi. (Ö. F. Huyugüzel, Wer.) İstanbul:

Dergâh Yayınları, r. 201

117

wêj

e û

rexn

e

Mela li pêş xwe mirovekî dirêj, kal, porspî û piştxwar dît”, “Xurşîd”, r. 51). Hevokên wî bi gelemperî sade (“Gulê ji gund bû. Berî çend salan bavê wê bi zor ew dabû yekî.”, “Gulê”, r.16), ji bilî hindek hevokên wî yên hevedudanî, hemû kurt in (“Di sala 1925’an de bû. Wê salê ez hîn nû diçûm dibistanê, lê dibistana Tirkan.”, “Keskesor”, r. 21). Hevokên wî ne qelaptî (devrik), hevterîb (paralel) in û ne jî dijbinyad (zıt yapı) in, rasterast pê de diçin hevok, li çu kert û kortan naqelibin, li fetl û fetlonekan nafetilin, heçku siwareyek di rêyeke ripîrast re biçe (“Şivan fêm nake; şaş û bitirs li wan dinihêre. Jendermeyê din dikeve nav pêz û li berxekî qelew digere.”, “Perîşanî”, r. 28). Roman Jakobson di wê bîr û bawerîyê de ye ku, mirov peyvên bi zorane, derasayî (hema qet nebe di vê peywendê de) yên dûredest dibijêre gava ku li peyva guncav digere da ku bihêle objeyê bibîne. Çêdibe ku pênasekirineke rasteqîn an jî mecazî be ev peyva nepayî, lê hewce ye ku bê zanîn bê ka dê kîjan ji wan bê xebitandin.28 Di çîrokên Zaza de kêm caran min hest pê kir ku peyvên xwe ji dûredestan tîne ku zorê bidîyê da rengekî din lê zêde bike. Ji min ve wisa eyan bû ku wî bes dixwest ya di dilê xwe de rasterê bi-bêje. Lê di paragrafeke “Keskesor”ê de ez ji gotina xwe hebekî daketim, çimkî birastî jî dîyar bû ku zorê daye peyvan. Ma digot çi Zaza? Digot:

“Di meha Sibatê de, Sibata dînok a welatê jorîn de, di gelek cihan de, berf wekî xêlîya bûkekê ji rûyê erdê hildihat û geşîya hêşinahîyê û kulîlkên biharê bi tevî tazehîya wan pêşkêşî me dikir. Xwedêgiravî zivistan jî bi hatina tiştekî hêja hesîyabû û zû xwe dabû paş û şûna sermayê, berf û bagerê dabû şîrgermîya tava biharê.”29

Heger “Sibata dînok a welatê jorîn de” ji hevokê bê derêxistin, tu tişt kêm nabe ji mantiqa hevokê. Lê ev tabelayek e, rêyeke nepenî nîşanî me dide û dixwaze bibêje ku, erê, Sibatek heye, lêbelê ev bes ne Sibate-ke çawalêhato ye, dîneke dera hanê û li welatekî din, jorê, yanî Bakurê Kurdistanê ye. Zivistana me jî seyr e, xwe vedişêre, ditirse heçku, ji hêbeta biharê ditirse.

VI.

Boris Tomaşevski wekî fabulayê bi nav dike ew xeleka mijarên pê-bendî hev ku di seranserê berhemê de tê ragihandin bo me. Çêdibe

28 T. Todorov (Ed.). (2005). Yazın Kuramı: Rus Biçimcilerinin Metinleri, “Sanatta Gerçekçilik Üstüne”. (M. Rifat & S. Rifat, Wer.) İstanbul: Yapı Kredi Yayınları, r. 94.

29 Zaza, N. r. 21

118

wêj

e û

rexn

e

ku fabula bê pêşkirin anegorî rêzên sedemî (nedensel) û kronolojîk bi awayekî pragmatîk, anegorî rêza berdest, yanî bi awayê ku bûyer cuda bin ji teşeyên bicihbûn û sazkirinê di berhemê de. Lê du tiştên cuda ne fabula û mijar; ji heman bûyeran saz bûye her wekî fabulayê mijar jî, lê mijar bi rêzeagahdarîyên bo me dîyarbûyî û rêza wan a derbûna nava meydanê di bûyerên nav berhemê re li hev dike30. Ji ber ku peywen-da fabulayê li gel bûyerê, peywenda bûyerê li gel hevoksazîyê heye û ziman bi xwe kana hevokan e, asayî ye ku ziman jî li gel fabulayê di nav peywendekê de be. Ji bilî çîrokên Zaza yên wekî “Xurşîd” û “Şerê Mêşan”, fabulaya hemû çîrokên wî parçeyî ne, wate, mijar li ser çend parçeyên jêk-cuda ava bûne û sazbûna wan derî rêzên kronolojîk in. Herçend ku “Xurşîd” li ser çend parçeyan jî ava bûbe, di tu derê de dernakeve derî rêza kronolojîk û armanca wê ew e ku rasterast bigihêje qonaxa dawîn, lewma ji rêya xwe ya ripîrast venaqete. Da ku baştir bê famkirin em ê rêza bûyeran yek bi yek bidin. Di “Xurşîd” de: 1) Xur-şîd nav bo pitikê xwe dixwaze ji mela, 2) piştî şanzdeh salan xwendina mewlûdê bo kurê xwe dixwaze ji mela, 3) piştî heşt salan mehrkirina kurê xwe dixwaze ji mela, 4) piştî çend hefteyan lawê Xurşîd dixeniqe, 5) piştî salekê bo bîranîna kurê xwe xwendina zarokên gund dixwaze ji mela, 6) piştî şanzdeh salan daweta çil zarokên gund dike. Di “Şerê Mêşan” de ji hêmanên çîroksazîyê bêhtir, hêmanên bîrhatîyê (hatıra) berbiçav in û jixwe nivîskar bi xwe jî di nîşeya xwe ya dawîn de amaje pê kirîye ku wî ev çîroka mêşan jîyaye (r. 65). Lê ji ber ku derî vê mijarê ye, dê behsa çîrokbûn û neçîrokbûna wê neyê kirin. Di seranserê “Şerê Mêşan” de temaya tekane ya ku tê pêşkêşkirin, temaya mêşê û yekpar-çeyî ye. Bêjer (anlatıcı) timî behsa bêzarîya xwe ya ji mêşan û şer û kîna xwe ya li gel wan dike, çi ku piştî demekê dibin Ba’asî her yek ji wan.

Di “Gulê” de behsa; 1) hatina Qoço ya bo dîwanxaneyê, 2) berîya çend salan kuştina Gulê ya li mêrê xwe û revîna bo Qoço, 3) çûna Gulê ya ber bi dijmin ve, 4) hatina Gulê ji alîyê dijmin ve û kuştina wê ji alîyê Qoço ve, 5) çewtfahmkirin û poşmanîya Qoço ya bo Gulê û wendabûna wî, tên kirin. Di xala 2yem de dîyar dibe ku bûyer cuda û serbixwe ye ji teşeyên bicihbûn û sazkirinê, ji ber hindê bûyer ji nişka ve ji zemanê xwe yê esas vediqete û derbasî zemanekî dîtir dibe. Di vê xalê de tenê behsa serborî û jîyana Gulê tê kirin ku derî mijara esas a çîrokê ye, lewma ku ev parçe nîn be jî dê encama fabulayê her wekî xwe bimîne

30 T. Todorov (Ed.). 2005). Yazın Kuramı: Rus Biçimcilerinin Metinleri, “Tema Örgüsü”. (M. Rifat & S. Rifat, Wer.) İstanbul: Yapı Kredi Yayınları, rr. 250- 253

119

wêj

e û

rexn

e

û bigihîje hedefa xwe ya berê. Bêjer di “Keskesor”ê de dîyar dike ku; 1) di Sibata 1925an de tevlihevîyek heye: şênî bi kêf û ken; mamoste û memûr bi tirs û xem in, 2) xelk diçin pêşîya leşkerên kurd, 3) li serayê keskesorek bilind dibe û paşê hîn dibe ku ala kurdan e, 4) piştî çend mehan kurd têk diçin û bajar car din dikeve destê dijmin, 5) şanzdeh sal e ku rewşa Kurdistanê wisa ye. Ne bi qasî “Şerê Mêşan” be jî, di vê çîrokê de jî hêmanên bîrhatîyê car caran berbiçav dibin. Her wekî ku ji xala 5em jî tê famkirin, di dawîya çîrokê de bêjer (an me divîyabû ku bigota nivîskar?) dîyar dike ku şanzdeh sal in ku rewşa Kurdistanê wisa ye û li benda bihara xwe ne (û di 1941an çap bûye ev çîrok, lazim e ku meriv bi bîrhatîyên wî re bide ber hev). Di vê çîrokê de jî ya ku li derveyî rêzê ye xala 1em e ku demildest beşdarîyê li navenda bûyerê nekirîye û ji bûyera esas dûr e. Di vê xalê de di ber re hin nîşaneyên wekî “Şer… Kurd… Tirk… standin…(r. 21)”, “Şer… top… kuştin… hatin (r. 22)” û “Hatin… Nêzîk bûn… Kurd hatin… (r. 22)” dertên holê ku paşê tê famkirin ev nîşaneyên bûyera esas in, lê di serî de bi xuma-mî ye. Di “Perîşanî”yê de bêjer; 1) gava ku serê xwe dixe pencereyê li baxçeyên Şamê temaşe dike, Kurdistan tê bîra wî û xwe li wir dibîne, 2) gava ku çavên xwe vedike, dibîne ku du jendermeyên romî şivanekî kurd dikujin, 3) tê Cizîrê û belengazî û perîşanîya xelkê wir dibîne, 4) vedigere Şamê û serê xwe ji pencereyê derdixe. Herçend ku nayê gotin jî lê di xala 1em de, gava ku bêjer xwe li Kurdistanê dibîne, tê famkirin ku ev xeyalek e. Xeyaleke di navbera xistin û derxistina serê xwe ya bo pencereyê de. Her xaleke vê çîrokê parçeyekî serbixwe ye û lewma her yek zemanek û her yek kronolojîyek heye, lêbelê fabula yek e, armanc yek e. Di “Hevîna Perîxanê” de xalên giştî ev in: 1) lîstika şerê leşkerê romî û kurd ê Perîxan û Eyşeyê, 2) jihevqetandina şerê wan a ji alîyê apê Perîxanê ve û çûna wan a ber bi malê ve, 3) Gihîştina malê û nalîn û girîna malîyan, 4) nasandina bavê Perîxanê, 5) sedemên kuştina bavê wê, 6) vegotina meseleya kuştina bavê wê ji alîyê dîya wê ve û sonda tolhildanê, 7) piştî şeş salan xebata Perîxanê di nav heyeta bavê wê de û amadekarî, 8) serdana hakimê Kurdistanê û xwefedakirina Perîşanê û mirina herduyan. Di vê çîrokê de jî xalên 4em û 5em derî bûyera esas û rêveçûna rasterê ne. Ji bo rasterêbûnê lazim e ku Perîxan piştî xala 3yem bizane ku bê ka çima digirîn, lê piştî vê xalê, di xala 4em de bavê wê tête nasandin û tu têkilîya wê li gel xala 3yem nîne. Di xala 4em de jî behsa kuştina bavê wê tê kirin lê nayê gotin ku bê ka ev girîna malîyan ji ber vê ye an na. Lê xala ku rasterast pêbendî xala 3yem e, xala 6em e ku dîya Perîxanê tê de meseleya girîyên xwe vedibêje.

120

wêj

e û

rexn

e

Divê wer neyê famkirin ku xalên derî bûyer û kronolojîya esas a çîrokê derî fabulayê, zêde an jî bêhewce ne. Çîrok bi van xalan re jî tim û dayîm li hev dike û di nav peywendîyekê de ye li gel wan. Bes ew parçeyine serbixwe ne, bênavend, heçku qonaxên bêhnvedanê bin, stesyonek, rawestgehek, lazim in û hewce ne gava ku bêhn li me çikîya û em gêj bûn, aliqîn, şewişîn da ku bigihîjin hewara me.

VII.

A di dilê her nivîskarî de ye ku berhema xwe bi awayekî xweş vebêje, bihûne û li hev bîne. Helbet her yek ji xwe re li rê û dirbine dîtir digerin, her yek rengekî din lê dikin, carinan rewan dikin, carinan hişk dikin, carinan firk dikin, gur dikin, kurt an dirêj qet xem nake, lê tu carê na-gihîjin a dilê xwe, tu carê merema dilê wan pêk nayê û jixwe dê çawa pêk bê? Aha, eynî uslûb anku şêwaz dibêjin vê merema dilê wan. Gelekan temenê xwe li ser kir, porê xwe li ser spî kir da ku şêwaza xwe ya nebî-nayî derxînin meydanê, bo vê jî berê xwe dan zimên, zimanê ku her gav der gav derkete pêşberî me. Bila ziman li qeraxekê be, lê çi ye ev şêwaz? Wilhelm Schneider (Veguh. Wellek & Warren) şêwazan li ser çend xalan polîn dike: Li gor peywendîyên peyvan ên li gel objeyê têgînî (kavram-sal) û sehekî (duyusal), wecîz û girîft, bêqîmetkir û mubalexekir, miso-ger û nedîyar, aram û biheyecan, pespaye û bilind, xwerû û xemilandî; li gor peywendîyên navbera peyvan şidhûnayî û sisthûnayî, plastîk û musîkal, girûzî û hilû, rengîn û bêreng; li gor peywendîyên sîstemeke zimanî gişî yên peyvan zimanê axaftinê û zimanê nivîsînê, klîşe û ferdî; û li gor peywendîyên peyvan yên li gel nivîskaran jî objektîf û subjektîf .31

Hêja ye ku mirov vê tespîta Schneider ji bo çîrokên Zaza bifesilîne. Baş e, em dest pê bikin: Şêwaza Nûredîn Zaza bêhtir sehekî ye, çi ku ge-lek caran hest bi derûnîya lehengan tê kirin (Di “Hevîna Perîxanê” de, gava ku apê Perîxanê wê dibe malê, tê pirsîn: “Çima apê wê bêhal bû?... Çima wekî her gav nedikenî û nedipeyivî?... (r. 38)”, û em jî ji xwe vê pirsê dikin); wecîz e; herçend ku hin cih wekî mubalexekir (Di “Şerê Mêşan” de, gava ku bêjer mêşan dikuje lê welê tê ku qey ew mêş li ber çavên wî bûne Ba’asîyên rastîn) xuya bibe jî, lê bêqîmetker e; nedîyar e (di “Gulê” de, ne dîyar e bê Gulê wenda bû ku derê; di “Keskesor”ê de, sedemên tirs û kêfê ji bêjer re nedîyar e; di “Hevîna Perîxanê” de gava ku Perîxan tê malê ne dîyar e ku bê ji bo çi malî digirîn); biheyecan

31 Wellek, R., & Warren, A. (2013). Edebiyat Teorisi. (Ö. F. Huyugüzel, Wer.) İstanbul: Dergâh Yayınları, r. 205.

121

wêj

e û

rexn

e

e (“Gulê”: Kuştina Gulê; “Keskesor”: Hatina leşkeran; “Perîşanî”: Xe-yalbûna çîrokê; “Hevîna Perîxanê”: Întixara Perîxanê; “Xurşîd”: Çûn û hatina Xurşîd bo mela û xeniqîna kurê wî di avê de; “Şerê Mêşan”: Kuştina mêşan û Ba’asî); bilind e, gelek caran jin bi peyvên bilind hati-ne pêşkirin (Di “Perîşanî”yê de, gava ku bêjer tê Cizîrê li zevîyan jinên ku “laşê wan ê tazî û spî nerm û xweşik r. 28)” li ber tavê şewitî dibîne ku bi rewşeke perîşanîyê dixebitin; lê xwerû ye, gotinên xemilandî û qerase ne berbiçav in; sisthûnayî ye, lewma tu carê zorê nedaye peyvan; muzîkal e, çi ku peyvên çêkirî û zordayî tê de nîn in; hilû ye, ji ber ku muzîkal e; bêreng e, çi ku peyv û qalibên herêman kêm in; zimanê ni-vîsînê ye, çu nîşanên axaftinê tê de ne beloq in (“Rojeke cejna romîyan bû. Leşker li meydaneke mezin hatibûn rêz kirin.”, “Hevîna Perîxanê”, r. 40); bi qasî zimanê nivîsînê klîşe û ewçend jî ferdî; subjektîf e, çimkî gelek caran peyvek ne li gor rewşê lê li gor dilê nivîskêr hatîye nivîsîn (Di “Perîşanî”yê de, gava ku bêjer du jendermeyên Romî dibîne, dibêje ku “Çavên wan sor in û ji rûyê wan lanet dibare”, r. 27).

Hêmaneke dî jî heye ku ligel şêwazê hevdu xurttir dikin, ew jî hêma ye. Hêma gelek caran me ji vê dinyaya rasteqîn dibe û li dinyayeke din datîne. Di vê dinyayê de her gotinek sûretekî xwe yê çarçovekirî heye, dîyar e û li ber çavan e. Her hêmanek hêmayek e jî di esasê xwe de û her hêmanek bergindeke wê heye di dinyaya hêmayê de. Bes ne qelem e, qelemê ku ez pê dinivîsim; nav û rengekî wî heye, carinan dibe marekî bêhawe, carinan dibe tîreke tûj û me çi bivê, çi nevê. Şklovski jî li ser hêmayê çend tiştan dibêje: “Armanca hêmayê ne ew e ku wê wateya lêbûyî nêzîktirî têgihîştina me bike, lê ew e ku têgihîştineke taybet a ob-jeyê biafirîne, ne ku hewl bide da ku were zanîn lê hewl bide ku dîmena wê biafirîne.”32

Digel ku kêm e jî di çîrokên Zaza de derevekirina hêmayan, di çîrokên wî de bêhtir hêmaya tebîetê li pêş e ku hertim di nav peywen-dekê de ye li gel taybetîyên mirovan. Di “Gulê” de, “asîman girtî ye” û “bandevek ji reşîya şevê bêtir tirsê dide” mirovan (r. 15); “jinikeke zirav, narîn û şîrîn, wek pelekî dara bîşengê li ber bayî” dikeve hundir, ku ji me we ye ku birastî jî ew pelek e (r. 16); “hingûra şevê ye” û “nîv-reş” li ser çîyayekî bilind mîna “heyveke sor bi dilekî şikestî hêdî, hêdî” hiltê, qey dilê xanima me maye ji her kesî, miroveke dilşewat e (r. 17). Di “Keskesor”ê de, meh “Sibat” e, “Sibata dînok” a welatê jorîn e û li

32 T. Todorov (Ed.) (2005). Yazın Kuramı: Rus Biçimcilerinin Metinleri. (M. Rifat & S. Rifat, Wer.). İstanbul: Yapı Kredi Yayınları, r. 84.

122

wêj

e û

rexn

e

gelek deran “berf” mîna “xêlîya bûkekê” ji erdê hiltê û heçku “zivistan” jî “bi hatina tiştekî hêja hesîyabe”, erê wan meheke hişberdayî heye, daweta berfê ye û demsala wan hay ji vê heye (r. 21). Di “Perîşanî”yê de, her der “hêşinayî” ye bîska ku bêjer noqî xeyalan dibe û ji nêzîk ve wekî “nalîn”ê “dengê bilûrê” tê yê, meriv dikeve tatêla wê bê ka gelo dengê bilûrê seba çi mîna birîndarekê dinale, an ma bilûrên me mecbûr in ku tim û dayîm binalin (r. 27); Di “Hevîna Perîxanê” de, bayekî payîzê yê pîs “pelên daran ên çilmisî û zer” mîna “laşên mirîyan” dibarîne ser serê Perîxanê û wan dinixumîne, em jî dilzîz dibin bi van pelan re, çi ku em xweş dizanin ew pel laşê bavê wê bi xwe ne (r. 38).

VIII.

Tu ziman ne bêqisûr e, her çawa ku mirov di esasê xwe de ne bêqisûr bin. Ziman jî ji hemdê xwe dikeve carinan, carinan xwe ji bîr dike û berê xwe dide hêlinên din. Zimanê edebî jî digere li wan hêlan, ji xwe re bi rabirdûya xwe re mijûl dibe, bi neynika xwe re, neynika ku ji nigê nig ve li ser dilê wî ye. Bi ya Wellek û Austin be, zimanê edebî jî ji çend hêlan ve biqisûr e ku yek ji van hêlan jî ew e ku pala xwe gelekî dide peywendîyên dîrokî, bîrhatî û bîrxistîyan (r. 26). Di çîrokên Zaza de hertim rabirdûyeke xerab heye, lehengên wî hertim bi kerb û keser in li hember yên derî xwe, hertim êşek heye li gel hestên tolhildanê. Û bi piranî ev bi serhildanan re tê behskirin.

Di “Gulê” de, hertim behsa dijminekî tê kirin lê tu caran nayê go-tin bê ka ev dijmin kî ye. Gava ku Qoço tê dîwanxaneyê, sond dixwe ji gundîyan re ku dê dijmin ji welêt derxe (r. 16); piştî ku Qoço dibîne Gulê ji alîyê dijmin ve tê û wê dikuje, fahm dike ku Gulê zêbit kuştîye û berê xwe dide dijmin û wenda dibe (r. 18). Di “Keskesor”ê de, sala 1925an e, leşkerên kurd bajêr bo kurtedemekê ji tirkan werdigirin û keskesora (bêjer hingê zarok e û jê we ye ku qey ala kurdan keskesor e) xwe hildikin. Herçend ku di çîrokê de navê wê neyê hildan jî, peywen-deke wê li gel sala serhildana Şêx Seîd heye û behsa wan rojan dike. Di “Perîşanî”yê de, bêjer dikeve xeyalan û di xeyala xwe de du romî (tirk) dibîne ku zilmê li şivanekî kurd dikin û wî dikujin. Di “Hevîna Perîxanê” de, gava ku Perîxan û Eyşe şer dikin, Perîxan dibe leşkerê kurd û Eyşe jî leşkerekî romî û piştî ku li Eyşe dide dibêje “Romîyên genî! Hûn bi bêbextî me dikujin! Heqê me distînin! Lê di şerî de dawî-ya we bi Kurdan re ev e! Her bijî Kurd! Her bijî Kurdistan” (r. 37); ji apê xwe re dîyar dike ku dê rojekê tola xwe ji wan vekin û wan ji erdê

123

wêj

e û

rexn

e

xwe derxînin (r. 38); Perîxan Mem û Zîn a Ehmedê Xanî û Xerîteya Kurdan jiber dizane (r. 39); gava ku bavê Perîxanê tê kuştin, herî dawî dibêje “Her bijî serbestî! Her bijî Kurd! Her bijî Kurdistan!” (r. 39) û bi ya bêjer be, ew di “rîyeke miqedes” de hatîye kuştin (r. 40). Di “Şerê Mêşan” de, gava ku bêjer mêşan dikuje, her mêşek li ber çavên wî dibe wek “Ba’asîyek”î (r. 65). Di van rêzan de gelekî beloq e ku hêr-sek li hemberî dijmin-serdestan (romî-ba’asî) heye, di van çîrokan de yên ku doza kurdan kirine û wan parastine bi awayekî erênî û yên ku li hemberî kurdan sekinîne û zilmê li wan kirine bi awayekî neyînî hatine nîşandayîn. Lewma her wekî profîla lehengan, bîr û boçûn jî bi awayekî yeklayenî hatine pêşkirin. Lê ji ber ku zimanê edebî serencama zimanê şexsî ye, dê edebîyateke ku li ser zimanekî der-şexsîbûnê ava bûyî ber-belav nebe û her di nava xwe de bimîne. Zimanê Zaza jî digel ku di hin cihan de gelekî serkeftî ye, di hin cihan de jî lê dialiqe, çimkî her dixwaze peyameke sîyasî bide me: erê, sîyasî! Lê ji hêlekê ve jî normal e ku edebîyata me ew çend pêbendî sîyasetê bibe, çi ku wekî ku Casanova jî gotî: “Edebîyat bêtir pêbendî sîyasetê ye, xasma li wan welatên ku ji alîyê çavkanîyên edebî ve qels in.”33

Eyhenbaum dibêje, “Dê li pexşanê hêmanên zimanê axaftinê û hê-manên vegotina devkî zêde bikin, heger dîyalog li gor rêgezên axaftina pêkveyî hatibin kirin bi awayekî devkî û hatibin xemilandin bi binyada peyvan (sözcük yapısı) û peyvrêzîyê bi awayê ku li van rêgezan bikin: Di vî şert û mercî de, bêjer pirranî xwe bi vegotinekê ranapêçe, hindek peyvên şexsan jî radigihîne.”34 Di çîrokên Zaza de dîyalogên pêkveyî gelekî kêm in û bes di sê çîrokan de ev dîyalog darî çav dibin. Dîyalogên çîrokên “Keskesor” û “Xurşîd” bi têra xwe xurt in û li gor zimanê axaf-tinê û yê lehengan hatine lêkirin, lê di çîroka “Hevîna Perîxanê” de ev dîyalog ne ewçend xurt in û bi zimanê axaftinê û yê lehengan re li hev nake. Ji ber ku têxebitîna zimanê edebî di dîyalogan de bihêz e, lazim e ku behsa wê bê kirin.

Di “Keskesor”ê de, bêjer zarok e hinga ku leşkerên kurd tên ala kur-dan li seraya bajêr dadileqînin. Lê bêjer nizane ku ev ala Kurdistanê ye û ji ber rengê wê, serê pêşîn jê we ye ku qey ew keskesor e û ji bavê xwe re dibêje: “Bavo ev çi keskesor e li ser serayê?” Bavê wî kesekî ne-

33 Casanova, P. (2010). Dünya Edebiyat Cumhuriyeti. (S. Özen, & F. Deniztekin, Wer.) İstanbul: Varlık, r. 53.

34 T. Todorov (Ed.) (2005). Yazın Kuramı: Rus Biçimcilerinin Metinleri. (M. Rifat & S. Rifat, Wer.) İstanbul: Yapı Kredi Yayınları, r. 187.

124

wêj

e û

rexn

e

teweperwer e û fam dike bê ji “keskesor”ê qesta wî çi ye: “Ev ala me ye kurê min! Ev şan û şerefa Kurd e!” Bêjer berê li şûna vê keskesorê yeka din dîtîye û bi meraq ji bavê xwe dipirse: “Berê yeka sor hebû, ew çi bû bavo?” (r. 23) Mebesta wî ji ya sor, ala Tirkîyeyê ye ku ji rengê sor û spî pêk tê. Zaza dîyaloga vê çîroka bav û law li gor bîrbirî û têgihîştina wan saz kirîye û bi ser jî ketîye. Lewma law biçûk e û bîr nabe bê ka ala Kur-distanê û Tirkîyeyê kîjan e, ji ber wê bi rengan dereve dike. Di “Xurşîd”ê de Xurşîdê serleheng, dewlemendekî gund e û wext bi wext çar caran tê cem melayê gund û daxwaza tiştekî jê dike. Dîyalogên navbera Xurşîd û mela gelekî şên in, li gor profîla wan hatine sazkirin, çimkî mela zana ye û Xurşîd jî ji vê zanatîyê sûdê werdigire. Dîyalog herî zêde di vê çîrokê de hatine kirin. Bo nimûne, Xurşîd diçe cem mela û dibêje: “Kurekî min çêbû; jê re navekî şîrîn dixwazim.” Mela jî jixwebawer, ewle û zana, dibêje ji Xurşîd re: “Bila navê wî Cemşîd be! Wekî navê min e û di gund de navekî bi tenê ye, jixwe min jî ev dixwest. Here bi alîkarîya Xwedê kurê te ji te û ji bo milet baş be. (r. 49)” Di “Hevîna Perîxanê” de, dîyalog ne xurt û şên in, bêhtir bi awayê peyamhênerîyê ve hatine neqilkirin, lew gumanek wiha li cem me çêdibe ku yên diaxivin ne leheng in lêbelê nivîs-kar bi xwe ye. Perîxan dozdeh salî ye, hevala wê Eyşe jî sêzdeh salî ye. Di lîstika şerê kurd û romîyan de Perîxan têra Eyşeyê lê dixe. Gava ku apê wê tê ku wê bibe, dibêjîyê: “Bes e Perîxan! Bes e! Te hevala xwe kuşt!” Lê Perîxan ji me we ye ku qey yeke salmezin e û qîyametek tişt dîtine, bi kerb û kîn dibêje apê xwe: “Heqê Romîyan û yê dostên wan ev e! Bila Eyşe Romî nebe! Nizanim em ê rojekê tola xwe vekin!.. Em ê wan ji erdê xwe derxînin!.. Derxînin!.. (r. 38)” Meriv ecêbmayî dimîne, lew zehmet e ku keçeke biçûk di wî temenê xwe de gotinên ewqas qerase bike û bi pey fikra tolhildanê bikeve. Di çîroka “Keskesor”ê de, digel ku serhildan e û leşkerên kurd bajêr dadigirin jî, bêjerê çîrokê ala kurdan û tirkan nas nake, çi ku heta wê çaxê ne dîtîye û ne jî seh kirîye û herçend ku bavê wî neteweperwerekî mezin e jî. Wekî din, çêdibe ku bê gotin bê dîyaloga “Hevîna Perîxanê” bi zimanê axaftin û vegotina devkî re li hev nake.

IX.

Nizanim bê ka çend rast e ku Nûredîn Zaza wekî Çexovê Kurdan were binavkirin. Anton Çexov bi sedan çîrok nivîsîn, lê Zaza bes şeş heb çîrok nivîsîn. Ma berdewam bikira îhtimal bû ku bigihîşta asta Çexov? Nizanim, lê ez ne bawer im. Jixwe Çexovekî me heye, ma me bi Çexo-vekî din çi hacet? Heyf û mixabinîya me ye ku ji ber şert û mercên sîyasî

125

wêj

e û

rexn

e

yên kurdan, edebîyatnasên me digel ometek hewldanan jî nekarîn ede-bîyateke zexm û xurt ava bikin. Şert û mercên sîyasî yên miletên din jî têra xwe xerab bû. Lê wan ji xwe re edebîyateke xurt ava kir, çimkî me dilê xwe bi wan neşewitand, xwe li ber me belengaz nekirin û tu peyama sîyasî nehinartin me, çi ku pêdivîya wan pê nîn bû û xweş dizanibûn, erê edebîyat di nav peyaman de ye, lê li ser peyamhênerîyê ava nabe û tu gotineke xwe li ser me ferz nekirin. Lê digel her tiştî jî Zaza birek çîrok nivîsîn ji me re û li gor serdema xwe jî têra xwe serkeftî ne. Heger Zaza ji nasnameya xwe ya sîyasî bêtir li ser nasnameya xwe ya edebî bixebitîya û bi çîroknûsîya xwe ve berdewam bikira, belkî jî me yê bi awayekî din behsa zimanê wî yê edebî bikira û me yê bigota: Rast e, Çexovekî kurdan nîn e, lê Zazayekî kurdan heye û ev teqez e.

Dê tu carî hikmê me li zimên nebe. Dê bimeşe ji xwe re. Em ê ni-karibin rê li ber teng bikin. Û tu carî başebaş em ê jê tênegihin û bi qewlê Wellek û Austin, “Wekî şexs, çer ku em nikarin tam û mikemel bi zimanê xwe biaxivin, em ê tu carê nikaribin berhemeke edebî jî bi temamî fam bikin.”35 Nizanim bê ka min çiqas ji zimanê edebî û çîrokên Zaza fahm kirîye, lê min qenc û xweş fahm kir ku em jî dimeşin li gel zimên û hikmê wê seraqet li me dibe.

ÇavkanîAdorno, T. W. (2012). Minima Moralia. (O. Koçak, & A. Doğukan, Wer.) İstanbul: Metis.Barthes, R. (2013). Dilin Çalışma Sesi. (A. Ece, & N. K. Sevil, & E. Gökteke, Wer.)

İstanbul: Yapı Kredi Yayınları.Benjamin, W. (2012). Son Bakışta Aşk. (N. Gürbilek, Wer., Amad.) İstanbul: Metis.Casanova, P. (2010). Dünya Edebiyat Cumhuriyeti. (S. Özen, & F. Deniztekin, Wer.)

İstanbul: Varlık.Gourevitch, P. (Amad.). (2009). Yazarın Odası: Ustalar Yazma Sanatını Tartışıyor. (Ö.

Ayman, Wer.) İstanbul: Timaş.Nabokov, V. (1974). Lolita. (G. Suveren, Wer.) Altın Kitaplar.Nabokov, V. (2014). Edebiyat Dersleri. (A. L. Batur, & F. Özgüven, Wer.) İstanbul:

İletişim.Öztokat, N. T. (2005). Yazınsal Metin Çözümlemesinde Kuramsal Yaklaşımlar. İstanbul:

Multilingual.Saussure, F. d. (2001). Genel Dilbilim. (B. Vardar, Wer.) İstanbul: Multilingual.Wellek, R., & Warren, A. (2013). Edebiyat Teorisi. (Ö. F. Huyugüzel, Wer.) İstanbul:

Dergâh Yayınları. DersleriTodorov, T. (Amad.) (2005). Yazın Kuramı: Rus Biçimcilerinin Metinleri. (M. Rifat, & S.

Rifat, Wer.) İstanbul: Yapı Kredi Yayınları.Zaza, N. (2007). Gulê. Diyarbekir: Lîs.

35 Wellek, R., & Warren, A. (2013). Edebiyat Teorisi. (Ö. F. Huyugüzel, Wer.) İstanbul: Dergâh Yayınları, r. 173.