Erd heye, deng jî kurdî ye - Xwebûn

12
Rojnameya Heftane 10-16 Sibat 2020 Hejmar: 8 Buha: 4 TL [email protected] Artemîsîa Gentileschî di serdema xwe de bûye sembola têkoşîna hebûna jinan. Hunermend, di wêneyên xwe de jinan bi nîşaneyên xurt û jix- webawer xêz dike. Ji bo perwerdeyê, bavê wê bi wênesazê bergehê yê floransayî Agostîna Tassî re li hev dike... Neşe Toprak / R.2 Wênesaza têkoşer Mamoste Bakurî di temenê 80 saliyê de mafdar e ku bi dengê Nesrîn Şêrwan re rondikên çavan bibarîne. Nesrîn Şêrwan jineke rûxweş, dev bi ken, nêrînên wê tije gotin in. Dema ji hevkarên xwe re mêvandariyê dike deng û kena wê bala her kesî ber bi wê ve dibe... Kakşar Oremar / R.8 Bakurî û Nesrînê Di kanûna 2019’an de li Çînê li bajarê Wu- hanê di gelek nexweşan de zatûre hate dîtin lê sedema nexweşiyê nedihate zanîn. Piştî lêkolînan di van kesan de Coronavîruseke nû hate tespîtkirin û ev vîrûs wekî 2019-nCoV hate binavkirin... Dr. Erdal Sîpan / R.12 Coronavîruseke nû www.xwebun.org Aşûtê exlaq bi bîr xist Teatra Jiyana Nû (TJN) bi salan e di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de bi kurdî şanoyê dike û heta niha bi dehan lîstik lîstine. Koma şanoyê di şert û mer- cên herî zehmet de xebatên xwe didomîne û niha jî ji bo turneyê berê xwe dide we- latên Ewropayê. Turneya ku 9’ê sibatê dest pê dike dê 20’ê sibatê bi dawî bibe û li gelek welatên Ewropayê were lîstin. Şanoger Omer Şahîn têkildarî turneyê ji ro- jnameya me re axivî... R.11 TJN’ê berê xwe da Ewropayê Hewldayîna jibîrkirinê bû mişextkirin. Ji ber hişê civakan bi demboriya wan zindî ye. Yên demboriya xwe ji bîr dikin, di rastiyê de yên hatine qirkirin in. Anku qirbûna herî kembax e jibîrkirin. Ji ber vê ye di baweriya me kurdan de jibîrkirina demboriya xwe, her tim wekî xayintiyê hatiye hesibandin. Ji ber di bingeha civakîbûnê de ne- jibîrkirin û birka hişmendî ya ji demboriyê hatî dagirtin heye... Reyhan Îke /RÛPEL - 12 Kambax e jibîrkirin Li vî bajarî, li hevokên kurdî, yên ku her yek ji wan tenê dikare xwe bi hezkirin û agirê kurdîtiyê biafirîne di- gerim. Li hevokên ku bikarin rastiya ‘kurdbûnê’ vebêjin, me li kurdî û Kur- distanê vegerînin! Kurdîtî çi agirek bêdawî ye... Kurdîtî çi rêyeke dûr û dirêj e di vê serdema bê wijdan û bê sinc de. Kurdîtî çi sebr û ruhekî ji pola ye... Çi zanîneke dûr, bîreke kûr, janeke giran e! Li keviyekê sekinîme niha... Dîlan Aydin / RÛPEL - 8 Li keviya rûbirûbûnê Daxwazname Mizgîn Ronak Rûpel - 2 Hestpêkirina suriştî Samî Tan Rûpel - 5 Planên şaş... Felemez Ulug Rûpel - 7 Pilingê Sîngaporî Şener Ozmen Rûpel - 11 Li navçeya Miksê ya Wanê du caran aşût ket û di encamê de 41 kes mirin, 84 kes jî birîndar bûn. Îxmalkariya rayedarên dewletê bobelat mezintir kir. Dema welatî di bin aşûtê de bûn, serokkomar mîtîng li dar dixist, çapemeniyê mîtîng zindî weşand. Bobelata xwezayî dîsa mijara exlaqê bi bîr xist... RÛPEL - 3 Ambargoya li ser Mexmûrê hê jî didome. Gelo hêzên navneteweyî, hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûr, li hemberî êrîş û amborgoya li ser Mexmûrê çima bê- deng in? Bêdengiya wan tê wateya pejirandin, tenêhiştin û valakirina wargehê... RÛPEL -7 Bêdengî pejirandin e Wina eyseno ma çaxêke zehf xerab derbas kenê. Her ke şino teraza dinya ver bi xerabî şina. La merdim eşkeno vajo ke vernîya teraza dinya teraza merdimahî xerepya. Vernî de exlaq û wijdanê merdiman xerepya înan zî dima ra ekolojî û heme dinya xerepna. Goreyê daneyanê Rêxistina Zad û Zîretî yê Neteweyê Yewbîyayeyan 3 ra 1ê herra rîerdî xerepyaya... Nesrîn Navdar / RÛPEL - 9 Vernî de merdimî xerepyayî xwebûn Platforma ziman çû Enqereyê Erd heye, deng jî kurdî ye Bila kurdî bibe zimanê fermî Prof. Dr. Celîlê Celîl di rêya zanist, dîrok, wêje û folklorê da gelekî xizmet kiriye. Celîlê Celîl têkildarî folklor û zimanê kurdî pirsên rojnameya me bersivandin û wiha got: “Çîrok, çîrokbêjî huner e, huner nema ye. Ziman feqîr bûye, fantazî tune ye. Erd heye, deng jî kurdî ye. Dayik erd e û dengê dayikê ziman e, ziman jî kurdî ye. Dê erd e ku şîr dide me, şîr ji bo zaro- kan çi ye; av e, xwarin e, jiyan e. Zarok heta mezin dibe hezar tişt dixwe. Ew jî ziman e ku dîsa ji dayikê têdigihê. Ew tişt heta silsilê diçe lê dayik dimîne.”... Hevpeyvîna Bêrîvan Matyar / RÛPEL - 4 Platforma Zimanê Kurdî (PZK) berê xwe da Enqe- reyê, partiyên siyayî yên Tirkiyeyê re hevdîtin kir û xwest ku kurdî bibe zimanê fermî. Platformê diyar kir ku bi qursan çareserî ne pêkan e... RÛPEL - 3 rupel 1:Layout 1 07.02.2020 20:29 Page 1

Transcript of Erd heye, deng jî kurdî ye - Xwebûn

RojnameyaHeftane

10-16 Sibat 2020

Hejmar: 8

Buha: 4 TL

[email protected]

Artemîsîa Gentileschî di serdema xwe de bûyesembola têkoşîna hebûna jinan. Hunermend, diwêneyên xwe de jinan bi nîşaneyên xurt û jix-webawer xêz dike. Ji bo perwerdeyê, bavê wêbi wênesazê bergehê yê floransayî AgostînaTassî re li hev dike... Neşe Toprak / R.2

Wênesaza têkoşerMamoste Bakurî di temenê 80 saliyê de mafdare ku bi dengê Nesrîn Şêrwan re rondikên çavanbibarîne. Nesrîn Şêrwan jineke rûxweş, dev biken, nêrînên wê tije gotin in. Dema ji hevkarênxwe re mêvandariyê dike deng û kena wê balaher kesî ber bi wê ve dibe... Kakşar Oremar / R.8

Bakurî û NesrînêDi kanûna 2019’an de li Çînê li bajarê Wu-hanê di gelek nexweşan de zatûre hate dîtinlê sedema nexweşiyê nedihate zanîn. Piştîlêkolînan di van kesan de Coronavîruseke nûhate tespîtkirin û ev vîrûs wekî 2019-nCoVhate binavkirin... Dr. Erdal Sîpan / R.12

Coronavîruseke nû

www.xwebun.org

Aşûtê exlaq bi bîr xist

Teatra Jiyana Nû (TJN) bisalan e di bin banê NavendaÇanda Mezopotamyayê debi kurdî şanoyê dike û hetaniha bi dehan lîstik lîstine.Koma şanoyê di şert û mer-cên herî zehmet de xebatênxwe didomîne û niha jî ji boturneyê berê xwe dide we-latên Ewropayê. Turneya ku9’ê sibatê dest pê dike dê20’ê sibatê bi dawî bibe û ligelek welatên Ewropayêwere lîstin. Şanoger OmerŞahîn têkildarî turneyê ji ro-jnameya me re axivî... R.11

TJN’ê berê xweda Ewropayê

Hewldayîna jibîrkirinê bûmişextkirin. Ji ber hişêcivakan bi demboriya wanzindî ye. Yên demboriyaxwe ji bîr dikin, di rastiyêde yên hatine qirkirin in.Anku qirbûna herî kembaxe jibîrkirin. Ji ber vê ye dibaweriya me kurdan dejibîrkirina demboriya xwe,her tim wekî xayintiyêhatiye hesibandin. Ji ber dibingeha civakîbûnê de ne-jibîrkirin û birka hişmendîya ji demboriyê hatî dagirtinheye... Reyhan Îke /RÛPEL - 12

Kambax ejibîrkirin

Li vî bajarî, li hevokên kurdî,yên ku her yek ji wan tenêdikare xwe bi hezkirin ûagirê kurdîtiyê biafirîne di-gerim. Li hevokên kubikarin rastiya ‘kurdbûnê’vebêjin, me li kurdî û Kur-distanê vegerînin! Kurdîtî çiagirek bêdawî ye... Kurdîtîçi rêyeke dûr û dirêj e di vêserdema bê wijdan û bê sincde. Kurdîtî çi sebr û ruhekîji pola ye... Çi zanîneke dûr,bîreke kûr, janeke giran e!Li keviyekê sekinîme niha...Dîlan Aydin / RÛPEL - 8

Li keviyarûbirûbûnê

DaxwaznameMizgîn Ronak

RRûûppeell -- 22

Hestpêkirina suriştîSamî Tan

RRûûppeell -- 55

Planên şaş...Felemez Ulug

RRûûppeell -- 77

Pilingê SîngaporîŞener Ozmen

RRûûppeell -- 1111

Li navçeya Miksê ya Wanê du caran aşût ket û di encamê de 41 kesmirin, 84 kes jî birîndar bûn. Îxmalkariya rayedarên dewletê bobelatmezintir kir. Dema welatî di bin aşûtê de bûn, serokkomar mîtîng lidar dixist, çapemeniyê mîtîng zindî weşand. Bobelata xwezayî dîsa

mijara exlaqê bi bîr xist... RÛPEL - 3

Ambargoya li ser Mexmûrê hê jî didome. Gelo hêzênnavneteweyî, hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûr, lihemberî êrîş û amborgoya li ser Mexmûrê çima bê-deng in? Bêdengiya wan tê wateya pejirandin,tenêhiştin û valakirina wargehê... RÛPEL -7

Bêdengî pejirandin e

Wina eyseno ma çaxêke zehf xerab derbaskenê. Her ke şino teraza dinya ver bixerabî şina. La merdim eşkeno vajo kevernîya teraza dinya teraza merdimahîxerepya. Vernî de exlaq û wijdanêmerdiman xerepya înan zî dima raekolojî û heme dinya xerepna. Goreyêdaneyanê Rêxistina Zad û Zîretî yêNeteweyê Yewbîyayeyan 3 ra 1ê herrarîerdî xerepyaya... Nesrîn Navdar / RÛPEL - 9

Vernî de merdimîxerepyayî

xwebûnPlatforma ziman çû Enqereyê

Erd heye, deng jî kurdî yeBila kurdî bibe zimanê fermî

Prof. Dr. Celîlê Celîl di rêya zanist, dîrok,wêje û folklorê da gelekî xizmet kiriye.Celîlê Celîl têkildarî folklor û zimanêkurdî pirsên rojnameya me bersivandin ûwiha got: “Çîrok, çîrokbêjî huner e, hunernema ye. Ziman feqîr bûye, fantazî tuneye. Erd heye, deng jî kurdî ye. Dayik erd

e û dengê dayikê ziman e, ziman jî kurdîye. Dê erd e ku şîr dide me, şîr ji bo zaro-kan çi ye; av e, xwarin e, jiyan e. Zarokheta mezin dibe hezar tişt dixwe. Ew jîziman e ku dîsa ji dayikê têdigihê. Ew tiştheta silsilê diçe lê dayik dimîne.”...Hevpeyvîna Bêrîvan Matyar / RÛPEL - 4

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) berê xwe da Enqe-reyê, partiyên siyayî yên Tirkiyeyê re hevdîtin kirû xwest ku kurdî bibe zimanê fermî. Platformêdiyar kir ku bi qursan çareserî ne pêkan e... RÛPEL - 3

rupel 1:Layout 1 07.02.2020 20:29 Page 1

10-16 Sibat 2020Jinxwebûn02

Ji destpêka sedsala 21’an ve, bûyer ûkaresatên ku li ser mirovahiyê diba-rin, bi têkiliya faktorên femînîstî tênpênasekirin. Wek mînak tê gotin kudi sedsala 21’an de xizanî, penaberî,koçberî, aborî, şîdet û diyardeyên bivî rengî êdî femînîze bûne. Lewreyên ku herî zêde feqîriyê dijîn û biencamên wê re rû bi rû dimînin jinin. Yên di rêyên penaberî û koçbe-riyê de herî zêde perîşan dibin zarokû jin in. Beramberî vê yên bi sedemû encamên neyînî yên penaberiyêherî zêde rû bi rû dimînin dîsa jinin. Her wiha rewşa aboriya xerabherî zêde li ser jiyana jinan bandoraxwe nîşan dide. Femînîzekirina fe-nomenên sedsala me êdî wek tespî-teke esasî mohra xwe li hemûlêkolînên zanistî û civakî dixin. Jiber vê yekê ye ku mirov nikare tumijareke civakî, aborî, dîrokî û hwd.bêyî perspektîfa genderî (zayendacivakî) zelal binirxîne û ji bo çarese-riya pirsgirêkan rêbazeke di cih debibîne.

Yek ji taybetiyên van fenomenênfemînîzekirî ew e ku bandora xweherî zêde li ser jinên başûrê cîhanê(Global South) dike. Diyardeyên kuli jor hatine rêzkirin li welatên di binmêtingeriya pergala emperyalîst dene, zêdetir tên jiyîn. Bi taybetî di pê-vajoyên şer de ev diyarde bi carekêli ser jinan dibarin. Lê bi giştî li se-ranserê cîhanê ev rewş xwe naguhe-rîne. Karesat destpêkê li jinan dixe.Gotina ‘jin mêtingeha herî dawî ye’ne bê sedem e. Taybetmendiya du-

yemîn a hevpar a van fenomenan jîew e ku berpirsiyarên van bûyeranbi giranî hişmendiya serdest a zilame. Mêr sedeman derdixînin, jin en-camê dikişînin.

Ligel mijara şîdeta li ser jinê kuwek ‘şerê cîhanê yê domdar’ tê bi-navkirin û tu car ji rojevê nakeve,mijara niha ya di rojevê de guher-tina avûhewayê û bandora wê ya liser jinan e.

Dema mirov berpirsiyarên gu-hertina av û hewayê û yên ku di binbandora wê de êşê dikişînin bigireber çavan, hêla wê ya zayendî biawayekî zelal derdikeve pêş. Lêkolî-nên di vî warî de nîşan didin ku dinavbera guhertina avûhewa û bavik-salariyê de têkiliyek heye. Ji zêde-bûna bikaranîna karbondîoksîtê hetaxerîdariya bi zanebûn, ji şêlandinaçavkaniyên xwezayî heta serdestiya liser xwezayê, mêr di qirkirina xwe-zayê de roleke sereke dilîzin.

Têkiliya yekser a navbera avû-hewa û zayendên civakî, karesata dirojevê de ye dide der. Ji ber lehî,berf û gemahiya zêde jin zêdetirdimirin. Wek mînak qurbanên ba-hoza Sidrê ya li Bangladeşê, ji sedî70 jin û zarok bûn. Girêdayî rolên

zayendî jin an avjeniyê nizanin, andi mal de ne, an ji ber zarok û exti-yaran xwe nadin alî, an jî ji ber kudereng agahî distînin, dibin qurba-nên xezeba xwezayê. Her çiqasbandora guhertina avûhewayê zê-detir li welatên başûrê cîhanê xwebidin nîşandan jî, jinên bakurê cî-hanê jî ji vê yekê bêpar namînin.Wek mînak jin ji bagera bi navêKatrina ya li DYA’yê jî bêtir bibandor bûn. Faktorên wekî ‘xizanîû temen’ di vê rewşê de dîsa za-yend û avûhewayê tîne cem hev.Jinên pîr zêdetir ji pêlên germê bibandor bûn. Her wiha ji ber kumêrên extiyar hîn baştir di nav ci-vakê de tên xwedîkirin derfeta wana xelasbûna ji bandora hişkayî,bager, bahoz û lehiyê bêtir e.

Dîsa lêkolîn destnîşan dikin kuşîdeta zayendî jî ji ber guhertinaavûhewayê zêdetir dibe. Wekmînak keçik û jinên ciwan ên ku didemên hişkahiyê de berpirsiyaramalbatê digirin ser milê xwe, neçarin ku –ji bo anîna avê an jî kar-biçin cihê dûr. Û bi vî awayî zêdetirleqayî şîdeta zayendî tên.

Ligel tespîta femînîzekirina bû-yerên sedsala me, bi tespîta birêz

Abdullah Ocalan ku sedsala 21’anwek ‘sedsala azadiya jinê’ dinirxîne,du nêzîkahî derdikevin pêş: Li hê-lekê pênasekirina pirsgirêkan a bijinan; li hêla din pênasekirina çare-seriyê ya bi jinan. Bêguman lêkolî-nên zayendî ji bo tespîtkirinapirsgirêkan û sedemên wan gelekgirîng û pêwîst in. Lê ji hêla din veev lêkolîn bi tena serê xwe ji bo afi-randina çareseriyê têr nakin. Lewredirûşmeya lêkolînerên zayendî ya jibo avûhewayê ku dibêjin ‘bêyîwekheviya zayendî, wekheviya avû-hewayê nikare bê avakirin’ çareseri-yeke bingehîn destnîşan nake.Lewre me dît ku wekheviya zayendîbi tena serê xwe ne azadiyê tîne, nejî pirsgirêkên civakî çareser dike. Yaku pirsgirêkên civakî nikare çareserbike dê çawa pirsgirêkên avûhewayêçareser bike. Ji ber vê yekê ye kuwekheviya divê bê xwestin ne dinavbera mirovan de, di navberahemû hebûnên xwezayê de be. Û yaku vê wekheviyê dê ava bike, hiş-mendiya jina azad e. Li dijî wekh-eviya baviksalarî û karesatênavûhewayê, bi yekbûna xweza û jinêem dikarin sedsala 21’an bikin sed-sala azadiya jinê û xwezayê.

MunewerAzîzoglu Bazan

Femînîzekirinaavûhewayê

DaxwaznameMizgîn Ronak

Min bipirse ji ewran, ji tozastêrkan, ji gulbehîvên xewnan.Min bipirse ji pisîkên kedîkirî, jixemgîniyên ebedî û zivistanêngoreqetiyayî. Ji min bipirse; pir-sên nepirs!

Pirsên ji tîremar û sêncênbeyanan. Pirsên kujer, pirsênkujerkuj, pirsên ji bermahiyênpêlavek sedsal berê ku ji lingêserhildêrek firiyabû li Kardox-yayê. Ji min bipirse; pirsên dînû ji nîvşevên dîn, ji tiqetiqacinên hîvek kurdistanî ku herkes kum û kolosê xwe jê re bi-lind dike.

Min bipirse! Min bipirse; ji‘evînên awira dawî*’ û jiyanatim ewrewî. Ji çengek ax, ji ka-vilek li derdora wê “Bêkes” ni-vîsandî. Min bipirse; ji kolanênbi olan, ji lalîtiya kevirên li sereniya miriyên sax, ji termê ji-yanê yê li ser milên zindiyan.Min bipirse; ji asîmanê ku qethembêz nake û erda ku qet te-batiyê nade. Ji gotina ku nikareji bin ziman derkeve, ji zimanêku xwediyên wî, her kêlî wî biqurbana zimanê mijokdarênxwe dikin!

Min bipirse; ka gelo çi me,çawa me, li ku me? Keserakîjan payîzê, bextê dînîtiya kîjanhespê, risteya kîjan sermestiyême. Min bipirse, êdî min bi-pirse; ka kî me, di zikê kîjannasnameya hût de vexwarî me,di bin bizmarên kîjan qefesaheyînê de zengarî me? Çavênmin ji çi ne, guhên min ji çi?Min bipirse êdî, min bipirse!Dilê min çengek berf e yan so-tikek agir? Ji goşt û xwînê yeyan zingezinga delodîniya he-bûnê?

Ji min bipirse; min, bi min,ji min bipirse ka ez çi dikim dibin goristana heyatê de? Çimadilê xwe dikolim, li qesr û qo-naxên kurdîtiyê yên xirabe lidefa kîjan hewarê dixim? Ji minbipirse ka ez çi dikim?

Çima wiha dikim zimezim libin asîmanê tî û têrvexwarî?Çima bi neynûkên xwe kevirandikolim, bi dilê xwe axê? Ji minbipirse, çima hê jî di zaroktiyapêxwas de lêvên xwe dicûm, lideriyê cîranên xerîb dixim ûdirevim?

Min bipirse, min ji min bi-pirse, çi ne ev xeyalên ku min lipey xwe dikişkişînin? Ev sêda-rên ji Şêxê Pîran, ev bejnên kuli asîmanê Mahabadê bi biharêxapiyayî wekî desmalên şano-yek şikestî li ba dibin çima devji min bernadin? Min bipirse; jikulîlkên rûçikandî, çîrokên dizi-yayî, ji sermestiyên bi guleyênşiyariyê şikiyayî. Min bipirse jidestên nebûnê, kofiya serê pî-rejinê, ji rêya trênê, ji êvaradarek bi tenê. Li vir, li wir, liher derê, li ber her deriyê minbipirse. Îmzeyek bavêje binêmirinê, bila jiyan veciniqe, hespsiwarê xwe dîn bike, kurd aza-diyê xitim bikin.

Ji min nepirse. Ne rewşê, nesibeyê, ne îro, ne niha. Tu tiştî jimin nepirse. Ger tu bipirsî jî ezlal im. Wekî kevirek kurdî yêvirvirandî, li bin bîra zeman di-nalim. Qet nepirse!

*Evînên awira dawî: Navêpirtûka Walter Benjamîn e.

Biyan

Hunera wêneyê, cara ewil di he-yama neolîtîkê de bi xêzkirina nî-garên nêçîrvan û sewalan ên li serdîwarên şikeftan dest pê kiriye.Her çiqas di destpêkê de wêne,wek hunerê nehatibe dîtin jî di qir-nên dawiyê de bi pêşketin û guhe-rîna rêbaz û şêwaza xwe, di dikadîrokê de wek beşeke hunerê cihêxwe digire. Di nav demê de bi he-zaran wêne tên çêkirin û gelek wê-nesazên navdar û bi behre(qabiliyet) digihîjin.

Lê belê dema mirov bala xwedidê ev huner tenê wek karê mêranhatiye dîtin û wênesazên jin hatinepaşguhkirin. Di vir de dîsa hişmen-diya nêreza ya ku bi sedan salan eem li dijî wê têdikoşin, dertê pêşiyame. Di dîrokê de gelek jinên wêne-saz ên li dijî hezaran zor û zehmetîtêkoşiyane hene. Yek ji wan jinênbi inyad ku bi dilxwazî û azweriyaxwe ya ji bo wêneyê û bi taybetî jîbi nasnameya xwe ya jinê derke-tiye pêş û pêşengî kiriye jî Artemî-sîa Gentileschî ye.

Wêneyên xurt û jixwebawerArtemîsîa Gentileschî ya ku di

serdema xwe de bûye sembola tê-koşîna hebûna jinan, di sala1593’yan de li Romayê ji dayikbûye. Gentileschî ji ber ku jinbûye, nikaribûye li dibistanên hu-nerê perwerdeyê bibîne. Wê dest-pêkê perwerdeya xwe li ba bavêxwe yê ku li ser xeta Caravaggîowênesazekî barok Orazîo Genti-leschî dibîne. Wê demê li Ewro-payê, wênesazên jin ên kuwêneyên laşî (anatomî) û nû (tazî)çêdikirin, baş nedihatin pêşwazîki-rin. Lê ruxmê vê rewşê jî Genti-leschiyê di wêneyên xwe yênmîtolojîk û olî (dînî) de nîgarên

xwe tazî xêz dikirin.Hunermend, di wêneyên xwe de

jinan bi nîşaneyên xurt û jixweba-wer xêz dike. Ji bo perwerdeyaperspektîfê ya Artemîsîayê, bavêwê bi wênesazê bergehê yê floran-sayî Agostîna Tassî re li hev dike.Lê Gentileschî ku wê demê 19 salî

ye, rastî destdirêjiya Tassî tê. Herçiqas bavê wê doz li Tassî vekiribejî, ji dadgehê encamek dernakeve.Artemîsîa ev yek di hunera xwe demîna guleyekê bi kar tîne û bi vîawayî bertekên xwe nîşan dede.

Gentileschiyê gelek caran ser-pêhatiya Judîth a di Încîlê de xêz

kir. Ew di sala 1616’an de bû yeke-mîn endama jin a Academia del Di-segnoyê. Bi hinceta ku li gorîexlaqê civakê yê wê serdemê tev-negeriyaye, Artemîsîa Gentileschîgelek caran hate rexnekirin. Di xe-batên wê de jê re gelek astengîhatin derxistin lê dîsa jî wê têko-şîna xwe bênavber domand û li peyheqîqeta xwe ket. Ji ber serpêhati-yên trajîk ên di 20 saliya xwe de,Gentileschiyê di xebatên xwe depirî caran cih da tundiyê. Bi vêrêyê jî êş û hestên xwe di wêneyande xemiland. Di xebata wê ya Ju-dîth de serê Holefernes tê jêkirin. Jiber vê sedemê jî tê gotin ku ji xe-bata Caravaggîo ya bi heman mi-jarê bandor bûye. Lê dema mirov likompozîsyonê dinihêre, dibîne kuvegotineke pir cudatir heye.

Judîth û HolofernesMijara ‘Judîth ve Holofernes’ di

Încîlê de derbas dibe. Di xebataCaravaggîo de em Judîth weke ji-neke ku bi cil û bergên xweşik xwexemilandî, dema bi şûrê xwe karêmalê dike mîna xaniman tevdigere,rûtirş û karên zehmet pir bi hêsanîdike, dibînin. Jixwe xizmetkarawan Abra ku pîr e, berxwedanekewê ya li hemberî rûdanên heyî nîne û her tim li cem xwediyê xwe rû-dinê. Lê Judîth a Artemîsîa Genti-leschî ne wisa ye. Di yaGentileschiyê de mirov jineke tê-gehiştîtir û pir wêrektir dibîne.Şûrê xwe di destê xwe de zehft ki-riye û bi biryar pê digire. Bi vîawayî jî wek jineke bihêztir di-xuyê.

Hunermendên jin ji dîrokê vehebûna xwe bi fedekarî û bi biryar-darî parastin. Ew ê vê hebûna xwehîn bihêztir bidomînin...

Neşe Toprak Wênesaza têkoşer

rupel 2+++:Layout 1 07.02.2020 19:46 Page 1 (Black/Black plate)

10-16 Sibat 2020Nûçexwebûn03

Di dîroka mirovahiyê de piştî pergaladewletiyê hat avakirin, şerê di navberaserdest û bindestan de bi hezaran salindidome. Dewlet, ji bo serdestiya xwexurt bikin, her tim serê xwe li ser tak-tîk û rêbazên şer pir êşandine. Her timarmancên wan ên ku li hember ‘ÊnDin’ serbikevin, bêtir axê têxin serwe-riya xwe, kole û xulamên xwe zêdebikin hene. Gelek dewlet hatin avaki-rin û hilweşiyan. Gelek împaratorhatin û çûn. Sultan, paşa, beg û mîrhatin û çûn. Lê civak her heye.

Ev şer şerê serdest û bindestan e.Şerê hebûn û tunebûnê ye. Şerê serwe-riyê îro bi çekên cuda, rêbazên cuda ûpolîtîkayên cuda yên taybet tê meşan-din. Hin caran El Qaideyê, hin caranDAIŞ’ê, hin caran bi hêzên wekî HTŞ,OSO, hin caran bi GDO, hin caran biEsrar, Eroin, hin caran bi nexweşiyênŞewb, Vîrus Veba û niha jî bi VîrusaCorona şer dikin. Di hefteyên dawî dejî Vîrusa Corona pêş xistine. Lê wekiku ji mar û mişkan belav bûbe nîşandidin. Gelo bi rastî ev nexweşî çawabelav bû. Çima li Çînê belav bû. Birastî jî dermanê wê tuneye?

Şer, serdestî û bindestiyê, zilm ûzordestiyê, înkar û îmhayê tîne. Şer koç-berî, talankirin, wêrankirin, xerakirin,kuştin, îşkence û êşan tîne holê.

Nexweşiyan zêde dike. Êşên bêtarîfava dike. Malbat tar û mar dibin. zaroktên kuştin, mirov tên şewitandin, xanî tênxerakirin. Bombe û gule dibin baran û jiezmanan dibarin. Çav û guhên welatêncîhanê kor dibin. Bi koranî temaşedikin. Her ku şer geş dibe bêtir guletên firotin. Her ku şer pêş dikeve şir-ketên bazirganên sîlehan bêtir dewle-mend dibin. Betalî, koçberî û bêwarîzêde dibe. Mirov bêtir bêpergal û bê-mal dibin. Bêtir bêdebar û bêyar dibin.Xizanî û nezanîn zêde dibe. Bawerî ûbêbiryarî lal dibe. Bazirganên şer dix-wazin, mirovan bêper û bêbask, bê-ziman û bêstar û bêparastin bihêlin.Ne dikarin xwe ji nexweşiyan, ne dika-rin xwe ji xizaniyê û ne jî dikarin xwe jişer biparêzin. Lê nizanin ku çavkaniyahebûna xwe tune dikin. Beden û jiyanaxwe tune dikin. Nizanin ku bi tune-bûna “Ên din” “Xwe” tune dikin. Tu-nekirina ziman, çand, xweza, av, ax ûhewayê, tunekirina hemû mirovahiyêye. Tunebûna serdestan e. Lê ka ewçav û ziman. Ka ew aqil û hizir...

Ji şerê çekdarî aqil negirtin, ji şerêîqtîdarê, şerê kimyewî, şerê biyolojîk,şerê nukleer aqil negirtin. Çav kor bûnû vê carê vîrûsan belav dikin. Ne ElNusra û El Qaîde, ne DAIŞ û ne jî ka-rasetên cîhanî hişyar kirin. Çav korkirin û gotin vîrus ji mişk û maranbelav bûye. Lê rastî çiye?

Dibe ku îro hêzên serdest vîrusbelav kiribin. Çawa ku DAIŞ li Rojhi-lata Navîn belav kirin û qada şer veki-rin, îro jî bi rêya vîrusa Coronayê bisedan mirovan jiyana xwe ji dest dan.Tenê li Çînê zêdetirî 500 welatî bûnqurbana vîrusa Coronayê. Zêdeyî 24hezar mirov jî bi nexweşiya vê vîrusêketine.

Bi taybetî şer li Sûriyê û li ser serêKurdan zêde dibe. Di vî şerî de herîzêde kurd, tirk, ereb, ermenî, keldanî ûsuryanî jiyana xwe ji dest didin û koçdikin. Dema mirov pirtûka NivîskarJared Diamond a bi navê “Tifing Mîk-rop û Pola (Tüfek Mikrop ve Çelik)”dixwîne, fikara ku îro vîrusa Corona bidestê serdestan belav dibe bêtir nêzîaqilan e.

Şerê Vîrusa Coronayê

Mehmet Alî Ertaş

Bobelat xwezayî bin bergirî çi ne?

Li bakurê Kurdistanê ji bermehên zivistanê rojên gelek zorû zehmet derbas dibin. Li gelekdeveran berf dibare û şertên ji-yanê zehmet dike. Di rojêndawîn de ji ber ku berf zêde di-bare, rêyên gelek gundên bakurêKurdistanê hatine girtin û têki-liya bi kesên ku li gundan dijînre qut bûye.

Di van rojên zor û zemet ênbi sir û seqem de piştî bobeletaerdhejê ya li Xarpêtê, li navçeya

Miksê ya Wanê jî bobelata aşûtêpêk hat. Aşût, li heman cihî 2caran pêk hat. Aşût, destpêkê di4’ê Sibatê de bi ser dolmîş û we-sayîteke kar de ket. Gelek kes dibin aşûtê de man. Di xebatên lê-gerînê de 5 kes mirî û 7 kes jîsax ji bin aşûtê hatin derxistin.

Bi dehan kes mirinRoja din ango di 5’ê Sibatê

de dema ku hê xebatên rizgarki-rinê didomiyan, cara duyemînaşût ket. Ji ber ku bi awayekî bê-kontrol xebatên rizgarkirinê di-hatin kirin, gelek kesên ku tevlîxebatên rizgarkirinê bûbûn, dibin aşûtê de man. Dema ku roj-nameya me çû çapê, cendirme,cerdevan û kedkarên agirkujê jîdi nav de bi gîştî 41 kesan jiyanaxwe ji dest dabû. Cenazeyênwan ji bin aşûtê hatin derxistin.

Weke erdheja Xarpêtê, li virjî bobelat nebû sedema mirinamirovan, bergiriyên ku di demaxwe de nehatibûn girtin, bû se-dema mirina bi dehan mirovan.Bi salan e Desthilata AKP’ê birê û gêdûkên (tunel) ku çêdikepropagandayaxwe dike. Lê li

gel ku navçeya Miksê gelek bi-lind e û mehên zivistanê çûn ûhatina wê zehmet e jî, ji bo pêşî-girtina xesarên bobelatên mînaaşûtê tu bergirî nehatine girtin.

Çay belav kir!Raste rêya ku diçe navçeyê,

li gorî salên berê hatiye nûkirin.Lê li gel ku her zivistan li herê-mên ku rê di wan re derbas dibeaşût pêk tê jî ji bo pêşîgirtina en-camên giran ên aşûtê, teddbîrênpêwîst nehatine girtin. Rê li gorîvê yekê nehatiye sererastkirin.Ev yek jî weke erdheja Xarpêtê,bû sedema êşên gelek giran!

Di saetên ku xebatên lêgerînakesên di bin aşûtê de mabûn, di-hatin kirin de, Serokkomarê TirkRecep Tayyîp Erdogan, li bajarêKirikkaleyê yê Tirkiyeyê mitîngli dar dixist. Di mitingê de wekeku li welat li laşê mirovan nayêgerîn, Erdogan propagandayapartiya xwe dikir û çay li beşda-rên mitînga xwe belav dikir.

Balkeş bû, televîzyonên Tir-kiyê yên ku qaşo qenalên nûçe-

yan în jî weşanên xwe yên zîndîyên li cihê aşûtê qut kirin û berêxwe dan mitînga Erdogan. Ligorî xwediyên van qenalan axaf-tina Erdogan ji gerîna laşê miro-van girîngtir e. Lewre, axaftinaErdogan heta dawiyê dan.

Televîzyonên ku li ser çûyînaŞaredare Stenbolê Ekrem Îma-moglû ya kaşûnê ya dema erd-heja Xarpetê, bi rojan nîqaş kirinû dersa sincê dan, ji bo Erdogansinc ji bîr kirin.

Peywir û bergirî jî heneHer çiqas dewlet bi bêden-

giya xwe û televizyon jî bi weşa-nên xwe bixwazin ku bobelatanweke bûyereke xwezayî nîşanbidin jî, êdî tu tişt ji gel nayê ve-şartin. Kesên ku ji ber negirtinabergiriyan birîndar bun û xizmênxwe di van bobelatan de windakirin, baş dizanin ku, bobelat çine. Heke tespîta xwezayîbûnabobelatan bê kirin, gelo pewîstnake ku tespîta peywir û bergiri-yên ji bo van bobelatan jî bêkirin?

Ji hêla dewletê ve tespît tên kirin ku bobelat xwezayî ne. Heke tespîta xwezayîbûna bobelatanbê kirin, gelo pewîst nake ku tespîta peywir û bergiriyên ji bo van bobelatan jî bê kirina

Qedrî Esen

PZK’ê mijara zimanê kurdî bir meclisê!Liv û tevgera ji bo fermîkirin û pêş-xistina zimanê kurdî, li BakurêKurdistanê zêde dibin. Di meha çi-leyê de Tora Ziman û Çanda Kurdî,ji bo vê yekê li Amedê bi beşdariya300 kesî komxebatek li dar xistibû.Di vê komxebatê de biryar hatibûdayîn ku xebatên ji bo parastin ûpêşxistina zimanê kurdî bên geşki-rin. Ji bo vê yekê bang li partî ûsazî û dezgehên kurdî hatibû kirinku hewldanên xwe yên di vê der-barê de zêde bikin.

Piştî vê komxebata Tora Ziman

û Çanda Kurdî, Platforma ZimanêKurdî (PZK) jî zend û bendên xwebada û berê xwe da Enqereyê. Plat-form, di sala 2018’an de bi beşda-riya 9 partiyên bakurê Kurdistanêhatibû avakirin. Ji roja ku hatiyeavakirin heta niha gelek civîn li darxistiye û banga geşkirin û zindîki-rina zimanê kurdî li kurdan kiriye.

Kurdîbûna siyasetêPiştî van bangên xwe, platform

cara yekemîn bi awayekî şênber ketnav liv û tevgerê û bi partiyên si-yasî yên Tirkiyeyê re dest bi hevdî-tinan kir. Ji bo vê yekê di 4’ê Sibatêde endamên platformê li Meclisê,

serdana Partiya Demokratîk aGelan (HDP) kir. Platformê, dax-wazên xwe yên fermîbûna zimanêkurdî û kurdîbûna zimanê siyasetêpêşkêşî HDP’ê kir.

Parlementerê HDP’ê yê AmedêÎmam Taşçier, têkildarî hurgiliyênserdanê axivî. Taşçier, diyar kir kuPlatform dixwaze li cem zimanêtirkî zimanê kurdî jî bibe zimanêfermî yê duyemîn û ev tişt got: “Jime jî daxwaz dikin ku zimanê siya-setê bibe zimanê kurdî, yanî parla-menterên kurd bi kurdî biaxivin ûkurdî derxin pêş.”

Daxwaz pêşkêş kirinEndamên platformê piştî ser-

dana xwe ya HDP’ê, serdana CHP,Partiya Saadetê û endamên YekîtiyaEwropayê (YE) jî kirin. Platformê,di serdanan de daxwazên xwe hembi nivîskî hem jî bi devkî radestîpartî û endamên YE’yê kirin.

Paltformê, têkildarî serdanaxwe ya Enqereyê û hevdîtinên kuli Meclisê bi partiyên siyasî re kir,di 7’ê Sibatê de li Avahiya PartiyaAzadiya Kurdistanê (PAK) yaAmedê, civîna çapameniyê li darxist. Di civînê de Berdevkê Plat-forma Zimên Kurdî Şerefxan Ci-

zîrî têkildarî serdanên wan axivî.Cizîrî diyar kir ku xwestine bihemû partiyên ku li Meclisê ne rehevdîtin pêk bînin lê tenê HDP,CHP û Partiya Saadetê deriyênxwe ji wan re vekirine.

Bi qursan çareserî nabeCizîrî, destnîşan kir ku hewl

dane bi AKP’ê re jî hevdîtin pêkbînin, lê AKP’ê bersiv nedayedaxwaza wan a hevdîtinê û têkil-darî naveroka hevdîtinên wan evtişt anî ziman: “Me di hevdîtinande daxwazên xwe yên ji bo zi-manê kurdî peşkêşî partiyan kir.Me ji wan re got meseleya zimanêkurdî tenê bi qursan çareser nabe.Divê zimanê kurdî bibe zimanêfermî û divê Saziya Zimanê Kurdîava bibe. Serokê Giştî yê CHP’êKemal Kiliçdaroglû piştgiriyadaxwazên me yên ji bo Saziya Zi-manê Kurdî kir.”

Endamê Platformê Vahît Abajî, da zanîn ku piştî van hevdîti-nen xwe, nexşerêyek dane peşiyaxwe û wiha got: “ Em ji bo 21’êsibatê xebatekê dikin. Pişt re jîem ê di 22’ê Sibatê de konferan-sekê li dar bixin û bernameyaxwe ya salekê diyar bikin.”

Navenda Nûçeyan

Hevserokê Giştî yê Partiya De-mokratîk a Gelan (HDP) SezaîTemellî û Hevserokê Partiya He-rêmên Demokratîk (BDP) Kes-kîn Bayindir çûn cihê bobelatê ûxebatên lêgerînê di cih de şo-pandin. Dîsa CHP’ê jî heyetekşand Miksê û têkildarî îxmalanlêkolîn da dest pê kirin. Kon-greya Civaka Demokratîk (KCD)jî bi daxuyaniyekê ji malbatênkesên ku di bobelatê de jiyanaxwe ji dest dabûn re serxaxîxwest û li bakurê Kurdistanê jibo 2 rojan şîn îlan kir.

KCD’ê şîn îlan kir

0 rupel 3+++:Layout 1 07.02.2020 19:48 Page 1 (Black/Black plate)

Prof. Dr. Celîlê Celîl di rêya zanist,dîrok, wêje û folklorê da gelekîxizmet kiriye. Lê heyvpeyvîna me dêli ser qonaxa folklorê be. Serê ewilem malavahiya we dikin ku we de-riyê pirtûkxaneya Prof. Dr. CasimêCelîlî li me vekir.

Ji ber ku em niha li pirtûkx-aneya Casimê Celîlî ne, pirsa me yaewil li ser Prof. Dr. Casimê Celîlîye. Hûn dikarin ji me ra hinekbehsa bavê xwe û avakirinapirtûkxaneya wî bikin?

Ez zanim ji gund revîyane û piştîrevê jî di sêwîxaneyê da mezin bûne.Bavê min tim behsa zaroktiya xwedikir. Bavê min heşt salî bûye, berxvanbûye, bilûrê jî lê daye. Bavê minpêşeka elektrîkê distîne, piştî xilas dike.Îcar komsumol dişîne Bakûyê. Dibis-tana leşkeriyê çar salan dixwîne. Ji wirjî dişînin Tîflîsê ji bo zabitiyê. Wexta liBakûyê bû elfabeya kurdî çêdibe ûdixwazin kitabên resmî yên kurdî

amade bikin. Kadro tune bûn. Yênku elîfba çêkir bavê min nas dikir.Ji bavê min re name şandibû. Bivî awayî bavê min dest bi xe-batên kurdî dike û hîmên wan xe-batan datîne. Paşê weşanxane

vekirin û gazî bavê min kirin kubavê min kitêban çap bike. Ji

rewşenbîran ê ku mala wan hebûmala me bû, mal dabûn bavê min.Çimkî weşanxane spartin bavê min.

Wê çaxê min li sê ciyan kar dikir;hem unîversîte, hem akedemî hem jîenstîtuya pedagojiyê. Min hinek tiştdan hev heta du salan kişand. Her carêmin tiştek dikir, tişta din dima. Paşê jîev tişt, ev tişt. Hêdî hêdî min ava kir.Min çêkiriye, min hazir kiriye, ev e pri-vat e. Kes nikare bibêje min pere dayeû çêkiriye kadro jî ji malbatê ye. Hetamin par jî kevirê dîwêr daniye. Dîwarêlê kir. Min tonek, hezar kîlo kitêb jiYêrîvanê bi teyarê şand û ez hatim, mingirt. Arşîva min pir e; mektûbên gelekgirîng hene; salên 60’î Bedirxan ji minra name nivîsiye, yên din nivîsîne.

Niha jî ez li ser înternetê li kitêbandinêrim û dikirim. Lê kitêb gelek inlazim e, hûn bigihînin me. Li ser kur-dan çi kitêb çap dibin, hûn bigihîninmin. Ez îro heme sibê tune me. Lê birali vir hebe tijî be. Ez têm dibêjim; çiqas giran be ew qas çetîn e xerakirin.

Prof. Dr. Casimê Celîlî ne tenêpirtûkên zimên û folklorê çap kirine.Yên der barê sîyasetê de jî çap kirineû yek ji wan “ManîfestoyaKomînîsta” ye. Gelo ew pirtûk jî bikurdî hatibû çapkirin û ew jî li vir e?Dibe ku îroj mirov ji nû ve çap bike?

Erê, gelek kitêbên bi kurdî hene;ya Marx, ya Engels, Kapîtal jî heye lêşaxek biçûk e çimkî Kapîtal mezin e.Robînson Crusoe, Tolstoy ji wantiştên biçûk dîsa bi kurdî hene, hatineçapkirin. Lê îroj bazara wan tune yelewma kes ji nû ve çap nake, kesekêku xwe bide berê hebe, ez ê bihêlimbira çap bikin. Heger weşanxaneyekhebe çap bike, dê baş bibe.

Di arşîvên Osmanîyan û hinarşîvên biyaniyan de li ser nexşeyadinyayê cihê Kurdistanê heye. Prof.Dr. Casimê Celîlî jî yekemîn bi kurdînexşeya dinyayê çêkiriye. Hûn dikarinji me ra behsa vê nexşeyê bikin? Di vê

nexşeyê da jî cihê Kurdistanê heye?Ev nexşeya dibistanê bû, ji bo

zarokan, şagirtan bû. Zarok jêcografiya hîndibûn. Bavê minnikaribû Kurdistanê nexş bike. Çimkîermenan wê çaxê digot, ew erdê meye. Ew dewlet bûn, em bindestê wanbûn. Tiştên wisa nedihiştin. Sovyetê jînedihişt nasyonalîzm çêbibe.

Bingeha avakirina vê pirtûkx-aneyê li ser kîjan esasan e? Pirtûkênku di vê pirtûkxaneyên de ne, tev liser kurd û Kurdistanê ne?

Du şertên girîng hene; yek bi zi-manê kurdî her tişt heta kitêba dibis-tanê, ji bo dersan. Bira încîl be biraquran be. Ya din jî; bi hemû zimanan liser kurdan çiqas pirtûk, rojname, kovarhebin li vê kitêbxaneyê hene.

Me dil kir ku em biçin Erîvanê,mala Prof. Dr. Casimê Celîlî û ser-dana Cemîla Celîl ku xebat û kedawê jî nayê gotin, lê li hev nehat. Emdixwazin hûn ji me ra hinekî behsawê jî bikin?

Her du xwişkên min jî di meşa meda ne, Zînê jî gelek kar kiriye. Tercû-man e; li Unîvesîteya Moskovayê liser navê Maksîm Gorkî xilas kiriye.Vê çaxê ji kurdan sê kes vê derê xilaskiribû; Mikaîl Reşîd, kurê EmînêEvdal û Zîna xwişka min. Kitêb jikurdî wergerandine rûsî û zimanê lî-tovî. Kitêbek ku efsûn û çîrokên kurdîbûn, Zînê wergerandibû rûsî û me ewçap kir. Paşê ji rûsî wergerandin şeşzimanên din û çap kirin. Zînê parkitêbek din jî çap kir. Cemîle zatenmuzîkolog e û di radyoya Yêrîvanê daxebitiye. Bîst û pênc kitêbên wê hene.Wexta ez klaman tînim, Cemîla dikenota. Niha jî xebateke wê heye; 13stranên botî bi nota dike.

Hûn dibêjin ku, ‘Di mirovan damora qederê ziman e ‘ û ‘ya ku zimanxwedî dike folklor e.’ Hûn dikarin jime ra behsa vêya bikin?

Folklor çi ye, dengê kal û bavême ye. Wextê çîrok dibêjin, çawa bi-hîstine na, ne tenê deng. Bi çimerîfetî dibêjin. Kulfetek hebû, minjê dinivîsî paşê kurê wê mezin bû.Digot ‘ez jî çîrokan dizanim bibêjim,dêya min ji me ra digot. Dêya min jibîr kiriye lê tê bîra min.’ Dest pê kirû got lê helbet çawa dêya wî digotwisa nikaribû. Digot û digot lê dêyawî navbêrî kir û got ‘tu çawa dibêjî?Hinekî zindî bibêje, xweş bibêje.’

Çîrokek ku min qeyd kiriye û

nivîsiye, di arşîvê da heye. 35 rûpelaA4 e. Wisa têr û tije û dagirtî ye. LêCemîla xwişka min wê çîrokê rûpel ûnîvek qeyd kiriye. Way min got ev çiderb bû, xençerek bû, ciwaniya vêçîrokê tune ye. Gotiye: ‘Dêw hat, dîtyek rûniştiye, şûrê xwe derxist û lêda…’ Lê çîroka din dibêje: ‘Hahaaaaa! Çêjikê kurîşanooo! Waa çendsal e, ez li hêviya te me. Birîna diranêmi naka wê qenc bibe. Ti dikevî berdiranê mi, ez texmîn jî nakim ti ketiyeber derê min jî. Toz û dûman rabû,firtûne rabû, dinya li hev ket. Gotin çibûye çi nebû, dinya xera bûye? Gotinfilankes e hatiye…’ Çîrok, çîrokbêjîhûner e, hûner nema ye. Ziman feqîrbûye, fantazî tune ye.

Tiştek din jî ku di destanan da jîheye. Wexta dengbêj distran, xanimjî li jorê di odeyên xwe da dibihîstin,kulfet hene, qîz in, met in, qîzmet in,cînar in lê nikarin werin civata deng-bêjan. Ew jî ji mêrê xwe ra dibêjin‘Îcar dora me ye, bira bê ji me rabistrên.’ Îcar ew dengbêj rojek du rojjî diçû cem wan bistrê. Îcar zarokênme hişyar bûne û dibêjin folklor lêfolklor nemaye. Ew fîlosofiya ye, zi-manê kurdî ye, helbest e. LiColemêrgê derwêşek hebû min ji wîgelek tişt qeyd kirin; yên sûfiyanbûn. Kurdî ne, helbest in, zarkî ye,zardîlî ye.

Erd heye, deng jî kurdî ye. Dayikerd e û dengê dayikê ziman e, zimanjî kurdî ye. Dê erd e ku şîr dide me,şîr ji bo zarokan çi ye; av e, xwarin e,jiyan e. Zarok heta mezin dibe hezartişt dixwe. Ew jî ziman e ku dîsa jidayikê tê digihijê. Ew tişt heta silsilêdiçe lê dayik dimîne.

Hûn dibêjin ku “Em li serxezîneyê ne û ew winda dibe, binaxdibe û mişk dixwe.” We têra xweberhevkariya folklorê jî kiriye. Lêgelo hûn dîsa jî bi vê diêşin?

Haaaah! Pê diêşê hindik e. Xewamin direve. Ez niha dizanim, mesele têser kîjan mijarê, birîna min vedibe. Ezîro jî şiyar bûm û min got Kurdistan liwir e, kurd li wir in, folklor li wir û ezli vir ji xew şiyar dibim. Dîsa pêêşiyam. Xelk êdî xwe bi xwe ra nastrê,civak(t) tune ye, perçe heye. Berêbindarok hebûn, diçûn malên hev, bertevnê rûdiniştin hezar gilî hezar gotin.Min digot ez ê li vê derê, li baxçetendûrek çêbikim bira kurd, kulfetwerin. Ew ê arê min jî hebe, nanê xwebipêjin, li gorî min ji min ra jî bipêjin.Îcar ew ê baş bibe. Min ji kê ra got lê

kes xwe nade berê, hewl nedan. Dêhinek şabûn jî hebûya. Lê wekî tendûrhebe, nanê kurdî hebe. Ka ji viya çêtirçi heye. Yanî tune ye, tune ye.

Ez xwe hêsan dikim li ser folklorê.Radizim folklor di devê min da ye ûdi serê min da ye. Weka gundekî, liber te baxçê şengîn vedibe, her naz ûnîmet tê da heye û geşayî tê da heye.Tebîet jiyandar e, dewlemendiyekecêb e. Folklor jî ji bo min wisa ye.Wextê dicivin, ez dibêjim ya rebî eznagihînim. Ev jî zane, ew jî zane. Ezzanibim, ciyekî xezîneyek hebe ez êherim, li wir bimrim jî ez ê herim.

Em dizanin ku hûn piştî sovyetêcara ewil çûne rojavayê Kurdistanê ûberhevkariyê kiriye. Niha jî hûndixwazin berhevkariyê bikin û hercarê keysa we çêdibe, hûn berê xwedidin bakurê Kurdistanê ûberhevkariyê dikin. Dema mirov jialiyê folklorê ve bide ber hev, her dualî cudahiyan dihewînin gelo?

Suriye, weka wextê yek nexweşdikeve dişînin rehabîlîtasyonê, ji bo kubê ser hişê xwe û bi derman birînên wîbikewitînin. Suriye rehabîlîtasyon bû jialiyê çanda kurdî, zimanê kurdî ve. Tijebû, xurt bû, poet jî hebû; helbestkî bûn,bi kafî bûn. Îcar min sê cild hazirkiribûn. Yek jê jî pexşan bû. Tradîsy-onên wan hebûn. Heta salên 90’î, ji wirpê ve êdî yanî di sedsala 21’emîn degelek awayên siyasî çêbûn.

We gelek destanên kurdî ji zarbê-jan guhdar û qeyd kirine. Destana kuherî zêde tesîrê li we kiriye, ya hûnherî zêde ji hez dikin kîjan e?

Tu zanî çi ye, (dikene) ev pirsekebalkêş e lê bersiv lazim e. Îcar nas ûcînaran ji dêya min dipirsîn; ‘Xanimtu herî zêde ji her çar zarên xwe ji kî-janê hez dikî?’ Dêya min digot ‘Ewçar tilî ne, her çar zarên min in. Tuyekî jê bikî, birîn bikî ferqiya êş ûxwîna wan çi ye? Êşa wana gişka yeke. Heger birîn bûn, her çar tilî jî wekahev diêşin. Zarokên min jî wisa ne.’Naka her destanek cewahirek e. Wancewahiranan torekê çêdikin. Awazengîniyek pir mezin a çandê ye. Tuyekî derxî; Mem û Zîn derxî kêm e,Cembelî derxî kêm e. Destanên mêrx-asî û evîniyê hene û tev bûyer in.

Hûn dikarin behsa projeya xweya “Bîst û Pênc Cildên ZargotinaKurdan” bikin? Dê her cûreyênzargotinê tê da cih bigirin? Yan jî ewê berhevkariya we ya salên dawîn jîdê têda hebin?

Me civandiye û naka ez ê 25 cil-dan çap dikim. Me heşt cild çapkirine, naka dîsa du-sê cild amadedikim. Zû zû dikim çimkî êdî ji min rawext nemaye. Ez bigihînim 25 çapbaş e. Ku zêde be hê baştir e. Destanin, hem navên dengbêjan hem fotoyênwan ên bi rengîn hene. Ji bo ku herkes gelê kurd nas bike; welatê wan,cografiyaya wan. Mesela destana keladimdimê bi fotoyên rengîn e. Bira mî-mariya Kurdistanê zanibin. WêneyênKeleha Colemêrgê dused sal berê ûwêneyên dewra me jî hene. Dixwazinşopa kurdan hinda bikin lê wisa şopakurda hinda nabe. Du cild, stranênmêraniyê û şeran, du cildên kamilçîrok in. Cildek heyranok jî, du cild jîgovend, cildek ya şînê jî heye.

Radizêm jîfolklor di devêmin da ye û di

serê min da ye.Weka gundekî, li

ber te baxçêşengîn vedibe;

her naz û nîmettê da heye ûgeşayî tê daheye. Tebîet

jiyandar e,dewlemendiyek

ecêb e

CELÎLÊCELÎLkî ye?

Nivîskar, lêkolîner,zargotinzan û

dîroknas Celîlê Celîl,di sala 1936’an de li

Êrîvanê hatiyedinyayê. Celîl li

Zanîngeha Yêrîvanê ûrêkxistiya rojhilat-

nasiyê ya Lenîngradêxwendiye. Di sala1963’an de profiya

xwe ya di warê kurd-nasiyê de wergirtiye.

Paşê ew li welatêNemsa bi cih bûye û liAkademiya Zanistî ya

Nemsayê xebitiye.Celîlê Celîl heta niha

nêzîkî 40 pirtûknivîsandine. Ji van

pirtûkan 20 heb bi zi-manê kurdî nivîsan-dine. Pirtûkên wî li

zimanên rûsî, ermenî,erebî, tirkî û zaravayê

soranî hatinewergerandin.

10-16 Sibat 2020Hevpeyvînxwebûn04

Çîrok û çîrokbêjî huner e� BBêêrrîîvvaann MMaattyyaarr

WWêênn

ee:: MM

aammoo

ÎÎssssaa

DAYIK ERD E Û DENGÊ DAYIKÊ ZIMAN E, ZIMAN JÎ KURDÎ YE

rupel 4+++:Layout 1 07.02.2020 19:57 Page 1 (Black/Black plate)

Samî Tan

Hestpêkirinasuriştî

Ziman wekî diyardeyekê ji hêla zimannasanve wekî berhemendîyeke mirovan, wekîkargînî û berhemeke mêjîyê mirovan tê pê-nasekirin. Her wekî çawa balinde dişên bi-firin, mirov jî dişên bipeyivin, ev şiyan ûşekirina mirovan, xisleteke wan a suriştî ye.Ev behremendîya xweserî cisnê mirovan, dinava hawirdora zimanekî da dema ew kestûşî deng, bêje û hevokên zimanekî dibe,îcar li gorî zimanekî teşe digire. Lewre jîdema yek zimanekî piştre hîn bibe, çendîhewl bide jî nikare bi qasî zimanê(n) xweyê(n) pêşîn rewan û pehtî bipeyive.Xencereya wî li gorî denganîya zimanekîteşe girtîye, lewre jî dengên zimanên nû wisabi hêsanî nikare derxe.

Ji ber vê yekê zimanwergirî û fêrbûna zi-manî ji hev tên cudakirin. Zimanwergirî biawayekî suriştî, di derdoreke zimanî da pêktê, heçî hînbûna zimanî ye, ew li dezgehekefêrkirina zimanî da pêk tê. Kesê ku ziman jiderdorekê werdigire, mêjîyê wî pêşî rêzikênwî zimanî tomar dike, piştre peyv, qalib ûşayesên zimanî tên tomarkirin. Lewma jîmirovek bi peyv û rêzikên sînordar dişê, hej-mareke bêsînor qalibên derbirînê (peyv,komepeyv, hevok û riste) hilberîne.

Kesên ku bi zimanekî mezin bûbe,dikare ji alîyê dengrêzî, peyvsazî û hevok-sazîyê ve tiştên aîdî zimanê xwe û yên neaîdî zimanê xwe ji hev cuda bike. Her wihadişê ji hev derxe ka kîjan hevok û riste li gorîrêzimana zimanê wî rast e, yan ne rast e,anku kîjan hevok û riste rêzimanî ye yan nerêzimanî ye. Ji vê rewşê ra hestpêkirin têgotin. Axêverên resen ên zimanekî her çiqas bi awayekî teorîk rêzikên rêzimana zi-manê xwe nezanin jî ji ber vê hestpêkirinêdizanin ka kîjan deng ê zimanê wan e, kîjanpeyv li gorî dengrêzîya zimanê wan pêkhatiye, her wiha kîjan komepeyv, hevok ûriste rast e, kîjan ne rast e.

Temasa bi zimanê din ra bandorekeneyînî li vê hestpêkirina suriştî dike, lê belê,serdestîya zimanekî li ser zimanekî din birêya bernameyên zimanî yên desthilatdaran,vê hestpêkirina suriştî pêşî qels dike, pirîcaran jî ji holê radike. Tiştê ku îro hatiye serême jî ev e, îro êrîşeke tund li ser vê hestpêki-rina me ya suriştî ya zimanî heye. Bonimûne zimanê kurdî ku zimanekî nîv-er-gatîf e, di bin bandora tirkî da ber bi akûza-tîfbûnê ve tê dehfdan. Bala xwe bidinzarokên ku li bajaran di bin bandora tirkî dahînî zimanê kurdî dibin, rêzikên ergatîfîyêwernagirin, li şûna wê rêzika akûzatîfîyê yatirkî transfer dikin anku li şûna ku bibêjin,“Min taştê xwar”, dibêjin, “Ez taştêxwarim”. Ev rewşeke balkêş e, divê mirovbaş balê bidê. Ji ber ku axêverên nû yênkurdî di hawirdoreke bi tirkî dorpêçkirî daji hejmareke kêm a axêveran zimanê kurdîwerdigirin, nikarin hemû rêzikên kurdî biawayekî rast wergirin, hingî radibin wanrêzikan ji zimanê serdest vediguhêzinkurdî. Dîsa bi heman bandorê hestpêkirinazayenda bêjeyeke nûhatî her diçe bimirovan ra qels dibe.

Hin caran jî nivîskarên me bi nezanîrêzikên zimanê me xera dikin, bo nimûne,hinek nivîskarên me dest pê kirine, hevok-sazîya kurdî xera dikin û hevokên li gorîrêzimana tirkî saz dikin. Her wekî, li şûnaku bibêjin, “min got, ‘ez îro nayêm malê”dibêjin, “Ez îro nayêm malê’ got”.

Ev mînak jî nîşan dide ku hestpêki-rina suriştî ya zimanê me ji gelek alîyanve tûşî êrîşên pişaftinê dibe.

10-16 Sibat 2020Wêje û Zimanxwebûn05

Ziman û RamanÊşa zimanê kurdî-3-Zimanê kurdî bi bişkivandina gundîtiyê û rûbirûmayîna bajaran re ketiye dest û lepên êşeke giran. Kifş eku heta di bajaran de nebe zimanekî serwer, zimanê perwerdeyê, zimanê bazarê êş wê dewam bike

Pirsgirêk çawa der dibin?1- Li Kurdistanê perwerde û ra-

gihandinê bi sedhezaran xwende-karên ji çar heta bîst û çar salanzimanê tirkî ji zimanê dayikêqenctir, rêkûpêktir diaxivin gihan-dine. Xetereya herî mezin a zi-manê kurdî dibişêve ev e. Zarokanji ber pêsîra dayikên xwe digirin,bi tirkî perwerde dikin. Mêjiyê dil-meyî tirkî fêr dibe, dide pêş, qadabikaranîna kurdî teng dike û paşdedavêje. Hemû xwendekar gava likurdî vedigerin tirkî difikirin,kurdî diaxivin. Mantiq û hevoksa-ziya tirkî û kurdî cuda ye. Lê belêbi kurdî qet perwerde nebûne, zi-manê dayikê tenê carinan li mal têaxaftin. Gava ku bi hevoksazî û rê-zimana tirkî re rû bir û dimînin çidizanin tevlihev dikin. Pirî caran jî,ji ber qelsbûna kurdiya wan nika-rin xwe îfade bikin û xwe davêjinpeyvên tirkî. Ziman wêga birîndardibe, pêşeroja wî dikeve xetereyê,êşa wî girantir dibe. Berê, pêşî bikurdî difikirîn, paşê werdigerandintirkî. Îro bi tirkî difikirin, paşê wer-digerînin kurdî. Kurdî li bajaran, jiku derê tê ku derê? Wêga li kuderê dimîne gotina; ‘zarok û ciwanpêşeroja ziman in?’

2- Li bajaran her kurdek dor-hêla zimanê tirkî yê bazarê, ragi-handinê, perwerde û zimanê fermîlê ferz e ku jiyana xwe debas bike.Li eczexaneyê, kirtasiyeyê, wesa-yîtan û ên din lê ferz dibe ku tirkîbiaxive. Axaftina bi tirkî her roj jiroja din zêdetir asayî dibe û qasekêşûnde nikarin xwe ji vê çerxa tengderxînin, dibin elemanê tirkîaxêv.Heta zarokên wan ên xwendekar jîdibin berdevkê asîmîlasyonê yêmalbata xwe.

3- Pêdiviyên nû ku li gundanhewceyiya wan tune ye, li bajêrberê kurdan dida zimanê biyanî.Nexweşxane, qada fînansê banke,perwerde, karmendî, telefonsazî,pîşesaziya piçûk û mezin, înternet,poste, ehliyetsazî û gelekên din bixwe re têkiliyên nû diafirînin. Zi-manê bajêr nivîskî ye. Zimanê ni-vîskî bi tirkî ye. Zimanê nivîskîrazber e. Kurdên bi van saziyan rerû bi rû dimînin jî, yên ku di vansaziyan de bixebitin jî li wan ferz eku di bêjinga vê têkiliyê re derbasbibin. Termînoljiyeke nû dinase.Zimanê kurdî yê şênber ku bi pi-ranî bi sembol û hêmayan têdi-gihîşt, niha zimanê nivîskîpêşberî wî ye. Mecbûr e xwe ligorî wî deforme bike. Zimanêşênber (gundewar) bi zimanêrazber (bajar-nivîskî) re derdi-keve ser mîndera gulaşê. Berê liber xwe dide lê dawiyê li sermînderê dimîne.

Psîkolojiya li bajaran û kurd4- Zimanê bajêr psîkolojiya

kurdan bi aliyê xwe ve veguhas-tiye. Kêm zêde beriya sed salan tir-kên dihatin gund, heta bajaran (jiber ku bajar pir piçûk û nîvenîv tê-kilî gundewar bûn) demekî dimantirkî ji bîr dikirin. Alpaslan Turkêşdi saxiya xwe de wek xetereyeke lipêş tirkan ev yek derpêş dikir. Didîrokê de gelek mîrekiyên tirk ên liKurdistanê bûne kurd. Lê ji ser-

dema nîvê sedsala bîstan vir ve, libajarên kurdan ev yek berevajî bûû hejmareke zêde kurd, nemaze libajarên nêzî sînor êdî ji kurdbûnêhatin şûştin. Ji xeynî rastiya xalênli jor, ev rewş yekser bi psîkolojiyakurdan ve girêdayî ye. Kurdên kuji gund diqetin bêparastin û biyani-yên bajêr, nezan in jî. Dinya ku lidû xwe hiştiye piçûk, a li pêş xwemezin, kêrhatî û medenî dibînin.Di kûraya hişê xwe de vê yekêwisa qebûl dikin. Hingê çand û zi-manê kurdî di hiş û mêjiyê wan detêk diçe. Pûte bi tirkî, jiyan û têki-liyên bi tirkî tîne. Serê pêşîn biwan re li hev nekin jî bi demê readaptasyona bi tirkî re, bi ser di-keve. Ji kurdî şerm dikin, ji cil ûbergên kurdî direvin. Bi taybetîjinên ku li gundan hatine çewi-sandin, hawireke serbesttir dibî-nin û zû ji kirasê berê derdikevinû ji aliyê kurdî ve bandoreke ne-yînî li malbatê jî dikin. Jinên ber-malî derdikevin sûkê dixwazin biziman û çanda kurdan neyênnasîn. Jiyana di TV’ê dibîninxeyal dikin. Dayikên ku berê bin-geha zimanê kurdî bûn li bajaranbi vî awayî vediguherin.

5- Perwedeya rêxistinkirî ûbajar genetîka ziman xira dikin.Zimanê kurdî û tirkî du malbatên jihev cuda ne. Kurdî ji malbataîndo-ewrûpa, tirkî ji malbata ûral-altay e. Avabûn, hevoksazî, mantiqû hîkariya wan bi temamî cihê ne.Kurdî hê bi serê xwe û bi dînamî-kên navxweyî zimanê bajarvaniyêpêk neaniye. Zimanê tirkî hem zi-manê serdest hem zimanê fermî yeû perwerde, ragihandin, bazar ûcur bi cur têkiliyên jiyanê pê çêdi-bin. Zimanê şênber û razber libajêr li hember hev in. Malbat ni-kare bi bajêr re bigihîne lewra ve-guhestina bajar dike, yekser limalbatê deng vedide. Bingeh û si-targeha zimanê kurdî malbat e. Hertişt li sûkê diguhere li malbatê di-kele. Bi bandora vê yekê bivê nevêmalbat û ziman jî diguherîne. Hertişt li gorî zimanê tirkî teşe digire.Hevokên kurdî dişibin hevoksa-ziya tirkî. Bajar û tirkî, taybetiyênzimanê kurdî zayend, xwerûtî – te-wangê û ergatîviyê li hev diqeli-bîne, dirûvekî nû dide ziman.Ciwanên malbatê pêşengiyê dikin,bav û dê nikarin xwe jê ragirin. Didewsa bixwin ‘yêmîş’ dikin, tê bi-

gihîjin ‘anlamîş’ dikin. Di dewsa,‘min sev xwar’ de dibêjin, ‘minsêvan xwarim, min gotim, ezkirim, ez dîtim, me wan nedît, vîmehê pir germ e, ji min re ev îs-kanê bîne…’ bi bezaran mînakhene. Bikaranîna bi vî rengî êdî rû-niştiye. Em ji hinekan re bêjin,‘Diyarbakır Dicle Üniversitesi FenFakültesi’ wergerînin kurdî weke‘Fakulteya Fenê ya ZanîngehaDîcleyê ya Diyarbekirê’ bi giranîbi ser nakevin, nikarin pêk bînin.Genetîka ziman bi vî rengî xiradibe, eger ew pêk hat ziman jî yek-ser xira dibe.

6- Parastina ziman û zimanê ni-vîskî yê kurdî bi serê xwe teqeznabe çare. Ji sala 1898’an vir ve birojnameya Kurdistan hewldanekezimanê nivîskî ya kudî heye. Hetaîro jî di bin zext û qedexeyan deye. Ji salên 90’î vir ve bi riyaweşan, çapemenî û amûrên çandî-wêjeyî sekneke zimanê kurdî berfi-reh bûye. Ev sekn nemaze lihember polîtîkayên bişavftina zi-manê kurdî bi biryar bûye. Helbetderketina ji zimanê gundewar a berbi zimanê ramandina razber ve, jibo zimanê kurdî gaveke pir girînge. Berî her tiştî weke pêşevanênxwe, ev gaveke bi hişmend û zane-bûn e. Berfirehtirbûna vê gavêbandora wê zêdetir derdixe pêş. Evhewldan digihîje destê girseyekemezin. Hewldanên berê tenê birewşenbîran re sînorkirî diman. Zi-manê nivîsê ji bo mayîndebûna zi-manê kurdî jî pir girîng e. Zimanêkurdî dikeve qonaxa ramandinarazber û riya bajarvaniya navx-weyî vedibe. Ev gava girîng jî hel-bet di bin bandora vê pêvajoya mediyar kir de dimîne. Her çend kuelemanên qada ziman bi hewlda-nên xwe gihiştîbin jî, yên ku di wêqadê de dixebitin ji perwerdeya zi-manê tirkî re derbas bûne. Xira-bûna ziman bi wan re jî didome.Zimanê nivîskî berfireh di qadaTV, rojname û çapemeniya kurdîde tê bikaranîn. Ajansên kurdî pi-ranî ji tirkî wergerê dikin. wergerapêkhatî pirî caran ji ruhê kurdî dûrdikeve. Xwezaya kurdî kêm di-mîne, zimanekî çêkirî derdikevepêş. Tewang û hevokên ergatîvî bimantiqê tirkî tên sazkirin. Saziyênweşan û çapemeniyê rêbazên xweyên cuda dispêrin xwînerên xwe.Her yek gelek hişk tevdigere û ji

ya xwe nayê xarê. Her yek bi serêxwe mîrektiya xwe diparêze! Dinavbera wan de standardek nîn e.Dewsa ku ziman bi rêk û pêk be,tevlihevî, sergêjî, sersarî xwe lipêş xizmeta ziman dixe. Ziman jinav xwe derbeyeke giran dixwe ûêşa ziman zêde dike.

EncamDi vê nivîsa me ya dirêj de en-

camên berbiçav derketine rastê.Serê pêşîn ji bo zimanê gundewarli hember zimanê bajarvaniyê angozimanê razber peşerojeke ronî tuneye. Heta tora zimanê bajarvaniyêbi gelek amûrên nûjen xwe gihan-diye gundan jî, destê xwe kiriyeqirika zimanê gundewar.

A duyemîn, zimanê bajarva-niyê (tirkî) zimanê gundewar(kurdî) hê jî nikariye têk bibe lêbelê dorteng û bêhnçikandî kiriye.Zimanê kurdî di bin zext û dijwa-riya hezar salan, nemaze li gelzexta, înkar, asîmîlasyon û tuneki-rinê hebûna xwe heta îro parastiye,zimanekî berxwedêr e. Koka wîxurt û saxlem e. Berxwedêriya wîbi saya zimanê gundewar de qewi-miye. Zimanekî tenê sed sal inbûye serdest, hêza wî têrê nekiriyezimanekî rehên wî gihiştine 4-5hezar salan bikaribe têk bibe. Lêşert û merc wiha dewam bikin evyek nikare heta dawî bibe misoge-riya têkneçûna zimanê kurdî.

A sêyemîn, zimanê nivîskî yêkurdî heta dereceyekê kurdî paras-tiye û weke arşîv misoger kiriye.Lê belê di nav xwe de bi pirsgirêke. Hê nikare xwe weke zimanê gelê sivik û rewan veguhêze, xav e.Hê jî gelek kêm xwe dispêre ka-niya zimanê kurdî; biwêj, gotinênpêşiyan, xwezaya zimanê zargo-tinê û ji ruhê zimanê bav û kalandûr e. Ne teqez e, bi nîqaş e û bêh-neke giran a wergera tirkî jê tê.

A çaremin, zimanê kurdî bibişkivandina gundîtiyê û rûbirû-mayîna bajaran re ketiye dest ûlepên êşeke giran. Kifş e ku hetanebe zimanekî serwer di bajarande, zimanê perwerdeyê, zimanêbazarê yanî weke zimanê razberxwe ji nû ve pêk neyne, êş wêdewam bike. Bi wê namîne,bajar û heta gund wê bibin go-ristana kurdên zindî ku êdî yênbûne melez, teqlît û bê nasnamelê dijîn. (dawî)

Yaşar Eroglu

rupel 5+++:Layout 1 07.02.2020 19:56 Page 1 (Black/Black plate)

10-16 Sibat 2020Rojevxwebûn06

Di 1’ê sibatê de serokkomarê IraqêBerhem Salih bi fermî MihemedTofîq Elawî ji bo pêkanîna hikû-meta Iraqê erkdar kir. Li gorî des-tûrê jî pêwîst e di nav 30 rojan dehikûmet bê avakirin. Tevî erkdarki-rina Elawî ya ji bo pêkanîna hikû-metê jî, li Iraqê xwepêşandannesekinîn. Xwepêşanderên li Iraqêerkdarkirina Elawî red dikin û xwe-pêşandan jî dewam in. Xwepêşan-derên li Bexdayê bang li hemûxwepêşanderên din ên li Iraqê kirda ku xwepêşandanên xwe dewambikin. Li gorî rêjeya dawî ya Komîs-yona Mafê Mirovan a li Iraqê, hej-mara xwepêşanderên li Iraqê hatinkuştin, gihiştiye 556 kesan. BEXDA

Xwepêşandanên liIraqê berdewam in

Serokwezîrê herêma KurdistanêMesrûr Barzanî û Wezîrê Derve ûBergiriyê yê Belçîkayê Philippe Gof-fin hefteya borî civînek li dar xist ûpêwendiyên herêma Kurdistan ûBelçîkayê gotûbêj kirin. Barzanîdiyar kir ku zêdekirina çavkaniyêndahatê yek ji xalên girîng ên nexşe-yên kabîneya 9’emîn a herêma Kur-distanê ye. Philippe Goffin anî zimanku li dijî terorê dê piştevaniya xwebidomînin. Goffin her wiha got kupeywendiyên Belçîkayê yên bi hêz ligel herêma Kurdistanê hene û diçend salên derbasbûyî de bi pêş ke-tine. HEWLÊR

Barzanî û wezîrêBelçîkayê civiyan

Fermandarê giştî yê Hêzên SûriyeyaDemokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê biryara Encûmena Niştimanî yaKurdên Sûriyeyê (ENKS) ya vekirinaburoyên xwe li rojavayê Kurdistanêdaxuyaniyek da. Ebdî bal kişand sergirîngiya vekirina buroyan û got: "Bir-yara birayên ENKS’ê ya vekirina bu-royên xwe gaveke girîng e û diçarçoveya gavên avakirina baweriyande ye.” Ebdî vê pêngava ENKS’êsilav kir û diyar kir ku ew ê bi tevahîked bidin da ku nêrînên wan nêzîkîhev bibin. Ebdî bi vî awayî girîngiyaavakirina yekitiya kurdî anî ziman ûgot ku divê li gorî vê her alî berpirsya-riyên xwe bi cih bîne. KOBANÊ

Mezlûm EbdîENKS pîroz kir

Şandeya Partiya Kesk a Kurdistanêhefteya borî çû serdana TevgeraAzadî. Her du aliyan aloziyên he-rêmê, yekitiya kurdan û metirsiya liser jîngeha herêma Kurdistanênîqaş kirin. Piştî civînê serokê Par-tiya Kesk a Kurdistanê LoqmanEhmed axivî û da zanîn ku di civînaxwe de behsa yekbûna hêz û parti-yên kurdan û parastina jîngehaKurdistanê kirine. Ehmed diyar kirku li ser van mijaran ew û TevgeraAzadî di heman fikrê de ne. Hevse-rokê Tevgera Azadî Mihemed Ab-dula jî anî ziman ku li hemberîhemû desthilatxwazên ku dibin se-dema têkçûna jîngeha Kurdistanê,divê ji bo parastina jîngehê hema-hengiyek hebe. SILÊMANÎ

Partiyên kurdyekitî nîqaş kir

Van rojên dawîn rojeva Tirkiye ûRusyayê gelek germ e. HikûmetaSûriyeyê di meha kanûnê de op-erasyona “Berbanga Idlibê”da dest-pêkirin û bi awakî lez pêş ve diçe.Di 28’ê çileyê de, herema IdlibêMaraat El Numan bi dest xist.Rêya ku di Maraat El Numan dederbas dibe Şam û Halebê digihînehev, loma herêmeke stratejîk ûgirîng e. Bi vê operasyonê Esad jidestpêka şerê navxweyî yêSûriyeyê ku 9 sal in didome, hetaniha operasyona herî berfireh bi rêve dibe. Tirkiye bi tundî li dijî vêoperasyonê derdikeve.

Tirkiye dizane ku jidestçûnaIdlibê, dê li Sûriyeyê qada tevgerênwan teng bike û di pêşerojê damecbûr bimîne ku ji deverên din ênku li Sûriyeyê dagir kirine jîderkeve. Piranî şîrovekerênpolîtîkayê dibêjin ku pişte Idlibê dêdor bê Efrîn û bajarên din ên ku dibin kontrola Tirkiyeyê de ne û tirsaTirkiyeyê ya herî mezin jî ev e.

Piştî ku operasyona Idlibê destpê kir, Tirkiye nerazîbûna xweeşkere kir û diyar kir ku hewcebike dê li dijî rejîma Sûriyeyê şerbikin. Piştre jî leşker û çekêngiran şandin herema Serakîbê. Di3’yê sibatê de artêşa Sûriyeyêêrîşî leşkerên tirk kirin. Tirkiye jiber vê êrîşê Rûsya jî sûcdar kir.Lê Rûsya got “hûn bêyî ku agahîbidin me çûne wê derê û bûnehedef.” Yanî Rûsya dibêje “bêdestûra me hûn nikarin li herêmêgav bavêjin, heke bavêjin bersivjî ev e.”

Di demên dawî de her diçe tan-siyona di navbera Tirkiye ûRûsyayê de bilind dibe. Lê Rûsyawek Tirkiyeyê bi dengekî bilindnayne ziman. Ew helwesta xwe bikirinên xwe, di piratîkê de nîşandide. Gotinên xwe jî bi zimanekîpolîtîk, bê bertek û gefxwarindibêje. Lê van rojên dawiyê bi aşk-era tîne ziman ku Tirkiye sozênderheqê Idlibê de dabûn bi cih nea-nine û naxwazin Idlib paqij bibe.

Piştî nakokiyên di navberaRûsya û Tirkiyeyê de, Tirkiyeyêhin gavên ku Rûsya ji wan nerazîye avêtin. Li aliyekî aşkera kir ku200 milyon lîra ji artêşa Ûkraynayêre dê bişînin, li aliyê din dîsa anînziman ku Tirkiye Kirimê wek axaRûsyayê nabîne. Li ser van Rûsyajî di çapemeniya xwe de hin kir-inên Tirkiyeyê yên nezagonî aşkerakirin. Ajansa FAN’ê ku nêzî rêve-beriya Rûsyayê ye, dosyayên li sertevgerên Tirkiyeyê yên nezagonîweşandin.

Li gorî agahiyên dosyayê Tirkiyeçawa piştgirî daye avabûna rêxistinaterorî ya “Eniya Nusrayê”. Dinûçeya FAN’ê de îtîrafên terorîstênku dîl ketine destê leşkerênSûriyeyê hene. Di vir de terorîstêndîlketî behsa ka çawa îstixbarataTirkiyeyê ew mecbûrî tevlîbûna rêx-istina Nusrayê kirine hene. Bikuştina malbatan ew kes tehdîtkirine. Piştî tevlîbûnê li kampênTirkiyeyê perwerdeya leşkerîdibînin û pişt re jî di bin sîwana rêx-istinên cuda de li Sûriyeyê şer dikin.

Li gor agahiyên ku FAN’ê bidest xistine, bi alîkariya Katarêrêxistina leşkerî ya Tirkiyeyê SA-DAT’ê çeteyan ji Sûriyeyê derbasîLibyayê dikin. Di nûçeyê de tê îdi-akirin ku ji 24’ê kanûnê heta nihabi qasî hezar û 200 çete anîneTirkiyeyê. Li kampên derdora ba-jarê Îzmîrê bi qasî du hefte perw-erdeya leşkerî dîtine û piştre bibalafir û keştiyan derbasî Libyayêkirine. Di nûçeyê da tê îdiakirin ku

2 hezar dolar mûçe didin vançeteyên peretî û soza mafê we-latîbûna Tirkiyeyê didin. Li gorîagahiyên ajansê 50 endamên SA-DAT’ê ji bo perwerdeya mîlîtanênHikûmeta Trablusê - Sarac liTirablûsê wezîfedar in.

Helbet ev dosyayên ku ajans ûrojnameyên Rûsyayê aşkera dikingelek berfireh in. Xuya dibe ku evagahiyên girîng îro bi dest nexis-tine. Lê gava ku nakokî di navberaher du dewletan de derdikevin yekbi yek dosya tên eşkerakirin.Mebest çi ye? Dibêjin ku ‘em bihemû kirin û tevgerên we dizanin,belge û agahiyên teqez di desteme de hene. Em bixwazin dikarinvan li dijî we bi kar bînin.’

Welhasil her du dewlet bigunehên hevdu baş dizanin lêçavên xwe ji hevdu re digirin.Rûsya ji ber berjewendiyên xweyên jeopolîtîk û aborî çavê xwedigire. Aşkera ye ku her du dewletû gel tu car nebûne dost hevdu.

Aysel Tabak Li Rojhilata Navîn têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê

Tirkiye (bakurê Kurdistan):Ji ber rola Tirkiyeyê ya diNATO’yê de, kurdên vî welatî herdem bûne qurbana leyîstokêncivaka navdewletî. Di sedsala çûyîde, siyaseta navdewletî nexwestrewşa dijwar a kurdên Bakurbibîne û her car alîkarî da siyasetafaşîst a Tirkiyeyê.

Di salên dawiyê de çend faktorbûn asteng ku dewleta tirk nikareqirkirineke din a wekî ermenan li serkurdan bike: Kurdên Bakur li gorîparçeyên din ên Kurdistanê bi dîsî-plîn, xwedî hişmendiyek cuda yapolîtîk, îdeolojîk û rêxistkirî ne.Piştî hilweşîna sosyalîzma real,rola Tirkiyeyê her gav wekî berêgirîng nîn e. Ji ber tirsa welatên ro-javayî ji Tirkên Genç û Osmaniyênnû yên ku xewnek nû (Misak-îMillî) û vegera Osmaniyan ji boRojhilata Navîn dibînin, rê nedanku kurd bi temamî bên qirkirin.

Di sala 2016’an de Trump nêrînaxwe li ser têkiliyên Tirkiye û kurdananî ziman û got “Dewletên Yekbûyîyên Amerîkayê (DYA) dikare zextêbide her du aliyan ji bo ku ew danûs-tandinan bikin.’’ Em dibînin ku jeo-stratejiya Tirkiyeyê ji bo DYA ûRusyayê girîng e. DYA nikare En-qereyê bixe nav destên hêzên din, lêdivê Enqerê wek berê kontrol bike.Li gorî tecrûbeyên berê, welatênxwedî hêz xwestin Tirkiyeyê kontrolbikin û li qurbaniyek geriyane.Loma mirov dipirse gelo qur-baniya/ê vê carê kî ye? Dibe ku

PKK be? Ji aliyekî ve, welatên ro-javayî naxwazin kurd bi tevahî bênqetilkirin, lê li aliyê din jî çavênxwe ji kiriyarên Tirkiyeyê yên lihemberî PKK’ê digirin û alîkarîdidinê. Êrîşa hewayî ya rojane libakurê Îraqê yên di bin kontrolaAmerîkayê de, qetilkirina sê en-damên PKK’ê ya li Parîsê, mirinaOmer Guney a bi guman di zindanaFransayê de mînaka vê ne. Ji boveşartina hevkariya di navberahêzên îsbixbaratî yên Ewropa ûTirkiyayê de, rastiya van hîpotezênjorîn nîşan dide.

Sûriye (rojavayê Kurdistanê):Hemû guhertinên siyasî û bûyerênku li Rojava hatine destnîşankirin,nîşan didin ku nakokiyên Rûsya ûAmerîkayê dê berdewam bikin.Wek destwerdana Tirkiyeyê ya liser Sûriyeyê, li ser hin xalan bi hevre dixebitin. Bi kuştina Qasim Silê-manî û êrîşên hewayî yên Îsraîlê,hinek desthiladariya Îranê hat as-tengkirin. Niha jî bi êrîşênhikûmeta Sûriyeyê yên li ser Idlibê,Tirkiye tê derxistin. Li ser vêbingehê dê destûr bê dayîn ku ro-javayê Kurdistanê bimîne. Lê biafirandina nakokiyên di navberaPKK’ê û Rojava de, ew hewl didinku bandora PKK’ê li ser Rojavakêm bikin.

Rola PDK û PKK’êWek ku me li jor behs kir,

siyaseta navneteweyî piştrast kir kudi navbera kurd û netewe-dewletênRojhilata Navîn de divê hevsengiyek

hebe ku ew hem wan bi kar bînin ûhem jî kontrol bikin. Di heman demêde, li gorî wan di navbera partî ûhêzên kurd de pêwîst e hevsengiyeknû hebe, ew jî PDK û PKK ne. Herdu hêz temsîla du xetên cuda dikin.Ji 1996’an ve nakokiyên wan hene.Ger metirsiyek li ser herduyan hebe,ew ê biaxifin û alîkariya hevdubikin. Lê bi gelemperî ew di navnakokiyan de dijîn (di destpêkasalên 1980’yan de di navbera PDK,YNK û partiyên din ên kurd de şerênavxweyî hebû. PKK’ê dixwestamadekariya tevgerek leşkerî bike ûhewcedariya wê bi alîkariya aliyêndin hebû. Her du alî nêzî 4 salan liherêma Lolanê bi hev re xebitîn.Piştî tekoşîna çekdarî ya li dijîdewleta tirk û danûstandinên PDK ûYNK’ê, PDK’ê endamên PKK’ê jiherêmê derxistin). Hewldana heyî yaPKK’ê ji bo komkirina partiyên kurdli ser maseyê, stratejiyek kevin asalên 1980’yan e. Piştî mirina Tala-banî, tenê wateyek vê yekitiyê heye,ew jî lihevkirina PKK û PDK’ê ye.Partiyên din jî di navbera PKK’ê ûPDK’ê de mane.

Piştî êrîşa dewleta tirk a di 9’êcotmeha sala 2019’an a li hemberîRojava, PDK’ê dît ku êrîşên-Tirkiyeyê ne tenê li Rojava dêbikevin nav başûr jî. Ji ber vê yekêPDK ji AKP’ê zivirî. Xwepêşan-danên mezin ên li hemberî Erdo-gan û Trump hatine kirin û piştrereaksiyona kesên li çar aliyêcîhanê ya li hemberî dagirkeriyaTirkiyeyê ya li dijî Serêkaniyêrawestand. Loma carek din bi ser-

dana Mesrûr Barzanî têkiliyênberê hatin berdewamkirin. PKK ûPDK di warên siyaset, stratejî,çand û exlaq de li dijî hev in, lêPDK baş dizane heke ne ji PKK’êbe dê rola wê ji bo Tirkiyeyê bidawî bibe.

Yekitiya kurdan ne tenê xwedîpîvan a herêmî, di heman demê derehend û pîvanên navneteweyî jîhene. Divê kurd jî hesabê vê yekêbikin. Kongreya neteweyî bi felse-feya netewe-dewletê norm digirelê modelek bi vî rengî ji hêlaOcalan ve bi dawî bûye û ev mijarji aliyê wî ve hatiye girtin. Gelekaliyan berê xwe dan sloganên pan-nasyonalîst ku welatên Ereban jîbi vî rengî bûn, lê civîna YekitiyaEreban (YE) ji hêla gelê ereb vebûye pêkenok û ew piştî hercivînekê dibêjin ‘Ereban biryar daku nebin yek.’

Pêşeroja PKK’êHêza cîhanî ya li devera

Sûriyeyê hewl dide ku nakokî ûcudahiyek di navbera Rojava ûPKK’ê de çêbike. Bêguman evdaxwaza wan e. Li Rojava, bialîkariya PDK’ê hewl tê dayîn kurêxistinên mîna ENKS’ê bibinxwedan statuyek bi mentalîteya(Kurdistana Iraqê) Başûraduyemîn, bê avakirin. Bi vegeraAmerîkayê re, Tirkiye hewil dideû hêvî dike ku PKK’ê bi rêka pro-jeya Projeya Başûrê Rojhilatî(GAP) li parêzgeha Mêrdînê bisînor bike û bi vî awayî li wêherêma Botanê marjînal bike.

HiwaKhoshnaw

Jeo-Polîtîkaya nû û bandora wê -3-

rupel 6++:Layout 1 07.02.2020 19:53 Page 1 (Black/Black plate)

Ambargoya li ser Wargeha ŞehîdRûstem Cûdî (Mexmûr), 17’êtîrmeha 2019’an dest pê kir û hetaîro jî didome. Tevî ambargoyêhefteya borî DAIŞ êrîşî wargehêkir. Lê hîna jî dewletênnavneteweyî, nêzîkatiya hikûmetabaşûrê Kurdistan û Iraqêneguheriye.

Mexmûr ji bo kurdên ji bakurêKurdistanê ku ji ber zext û zor-dariyê koçber bûn, bû stargehek.Rêwitiya ber bi Mexmûrê ve disalên 1994’an de dest pê dike.Koçberan li Mexmûrê ji tunebûnêjiyanek, bajarek ava kir. Mexmûrwargeheke penaberan e û nêzîkî ba-jarê Mexmûrê di nav sînorênHerêma Federal a Kurdistanê de ye.

Penaberên Mexmûrê di serî deçûn wargehên wek Şeraniş, Bêsêv,Bihêrê, Geliyê Qiyametê, Etruş ûNînovayê. Her rêwitiyeke koçberanbi xwe re zehmetiyên cuda afi-randin. Di rêwîtiyê de bi dehanzarok, pîr û kal ji ber şert û mercênzehmet ên jiyanê, jiyana xwe ji destdan. Herî dawiyê berê xwe dan ci-hekî wisa ku kesek ne bawer bû livir jiyanek bê avakirin; cihek hişk,zuha û tu derfetên jiyanê lê tunebûn. Xanî hatin çêkirin, dar hatinçandin, dibistan, sazî û dezgehhatin vekirin. Jiyaneke hevpar hatpêşxistin. Koçberên ku hejmarawan dighîje 15 hezaran, li dijîpolîtîkayên tunekirin û koçberiyêjiyaneke nû afirandin.

Ambargoya li ser wargehêLi Mexmûrê her çend pergaleke

nû ya jiyanê hat avakirin, dîsa jîêrîşên li hemberî koçberan bi dawînebûn. Wargeh 6’ê tebaxa 2014’anbi êrîşen çeteyên DAIŞ’ê re rûbirûma û di roja duyem de wargeh hatvalakirin. Lê bi berxwedana HêzênParastina Cewherî (HPC) yênwargehê carek din mexmûrî veg-eriyan cihê xwe.17’ê tîrmeha2019’an li restoranteke Hewlerêrêveberekî Rêxistina ÎstixbarataMilî (MÎT) ya tirk hat kuştin ûpiştre rêveberiya PartiyaDemokratîk a Kurdistanê (PDK)wargeha Mexmûrê dorpêç kir ûambargo danî ser Mexmûrê.

Ambargo heta niha jî didome. Ji

ambargoyê nexweş nikarin biçinnexweşxaneyan, xwendekar nikarinbiçin dibistanên xwe û penabernikarin pêwîstiyên xwe rojane pêkbînin. Çend rayedarên Mexmûrêxwestin hevdîtin bi cihên eleqedarre pêk bînin lê heta îro jî tu bersivnehatiye dayîn. Dayikên Aştiyê yênMexmûrê jî ketin nav hewldanan ûli ber asayîşa PDK’ê çalakiyarûniştinê li dar xist û rewşaMexmûrê kir rojevê. Lê hîn jî lihemberî ambargoyê helwestekehevpar a xurt ji hêla sazî û dezge-hên fermî ve nehatiye nîşandan.

DAIŞ’ê êrîş kirTevî ambargoyê çeteyên

DAIŞ’ê jî êrîşî wargehê dikin.Herî dawî çeteyan 2’yê sibatêêrîşî wargehê kir û di encamê de2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.Her wiha 3 şivan jî birîndar bûn.

Li hemberî êrîş û amborgoyêdewletên navneteweyî, hikûmetaIraqê û hikûmeta başûrê Kurdis-tanê bêdeng in. Helwesta par-tiyên siyasî yên başûrêKurdistanê jî bû sedema nîqaş ûrexneyan. Gelo bêdengî tê çiwateyê? Gelo êrîş û ambargonîşaneya tenêhiştin û valakirinawargehê ye? Ji bo wargehê dêplansaziyeke çawa li pêş bêxistin û çima Mexmûr?

Şandeya Kongreya Neteweyîya Kurdistanê (KNK) ku ji nûner

û endamên partiyên başûrê Kur-distanê pêk dihat hefteya borî çûserdana malbatên birîndaran. Diserdanê de hat diyarkirin ku biyekitiyê dikarin êrîşan valaderxin û pêwîst e hikûmetaherêmî neyê lîstokan.

Şandeyek ji partî û saziyênbakurê Kurdistanê pêk dihat jî çûserdana wargehê. Di serdanê deşandeyê diyar kir ku ew ji borakirina dorpêça li ser Mexmûrêû yekitiya neteweyî ya kurd hewldidin.

‘Bêdengî sûc e’Endama Lijneya Mafên

Mirovan a Parlamentoya IraqêYusra Recep bal kişand ser rewşaMexmûrê û da zanîn ku divê dialiyê mafê mirovan û mafê pen-abertiyê de Iraq bi wêberpirsyariya xwe ve girêdayî beû êdî bêdengî nayê qebûlkirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî(TAJÊ), êrîşên li hemberîMexmûrê şermezar kir û diyarkir ku wargeh li gorî qanûnênnavneteweyî dikeve bin sîwanaewlehiyê.

Mixabin dewletênnavneteweyî beramberî hemûêrîşên ku heta niha pêk hatinebêdeng dimînin û bêdengmayînjî sûc e.

Endamê Polîtburoya HizbaZehmetkêşanî Kurdistan BêkesQadir jî der barê mijarê de dest-nîşan kir ku kesên li kampaMexmûr penaberên siyasî ne û jiber polîtîkayên dewleta tirk ha-tine û wiha dom kir: “Em bang lihikûmeta herêmî û Iraqê dikin kuambargoya li ser wargehê rakin.”

16’emîn Konferansa Kurd aNavneteweyî bi sernavê “YekitiyaEwropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn ûKurd” di 5 û 6’ê sibatê de hat lidarx-istin. Piştî nîqaşên berfireh, encam-nameya konferansê hat aşkerakirin.

Di encamnameyê de hat bibîrxistinku li gel tifaqên herêmî û perspektîfêngerdûnî yên kurdan li herêmeke ku şerû krîz lê rû dane, pêşketinên nû bixwe re anîne. Di encamnameya ku hat

aşkerakirin de wiha hat gotin: “Divêêrîşên Tirkiyeyê yên li dîjî Rojavawek binpêkirina hiqûqa navneteweyîbê dîtin û banga lezgîn bê kirin kuyekîneyên tirk vekişin. Divê Rêve-beriya Xweser a Bakur û RojhilatêSûriyeyê, ji bo siberoja Sûriyeyê tev likomîsyona reşnivîs destûra bingehînbê kirin. Divê bi biryardarî bang liTirkiyeyê bê kirin ku êrîşên xwe yênesmanî yên li herêmên Kurdistana

Iraqê bi dawî bike. Divê endamênHDP’î û hilbijêr bên berdan, rêz ji en-camên hilbijartinê re bê girtin. Divêtecrîd bê bidawîkirin û li gorî hiqûqanavneteweyî tedbîrên dîplomasî,siyasî û hiqûqê bê kirin. Ji bo çare-seriya pirsgirêka kurd divê dest bidiyalogê bikin. PKK’ê ne rêxistineketerorê ye. Dadgeha Bilind a Belçîkayêhemû sînordariyên li ser ferdên kurd ûpartiyan divê bên rakirin.”BRUKSEL

10-16 Sibat 2020Rojevxwebûn07

Bêdengî pejirandina êrîşan e

Felemez Ulug

Planên şaş encamênrast dernaxin

Bi şerê herêma Idlibê re hevsengiya êdîtu wateya peymanên Astana û Soçî yêndi navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de ne-maye. Wisa diyare ku, bi têkçûna vanpeymanan , di rojên pêş de ew ê pêşve-çûnên girîng pêk werin ku qedera he-rêmê yekser eleqedar dikin.

Bêguman ev pêşveçûn di haman demêde ew ê hebûna Tirkiyeyê ya di herêmê dejî diyar bike. Di rewşa ê heyî de Enqere dinavbera polîtîkayên komên terorîst ûRûsya de dide meşandin asê maye û ger divê polîtîkaya xwe ya şaş de israr bike ew êji bo xwe rewşê hîn xirabtir bike.

Bi alîkariya Rûsyayê ya hewayî artêşaSûriyeyê li Idlibê li dijî komên trorîst ên bipişgiriya Tirkiyeyê ve li herêmê hatine bi-cihkirin serkeftinên baş bi dest dixe û diencama van êrîşan de gelek cih hatine riz-garkirin. Rêveberiya Tirkiyeyê ji ber vanêrîşan ji Rûsyayê acize. Lewma rêveberiyaEnqereyê ji bo li herêmê bikaribe destêRûsyayê lewaz bike û van êrîşan bide seki-nandin ketiye nav lêgerînê.

Rûsya li herêmê ji bo bigihêje arman-cên xwe bi gelek hêzan re tifaq bi pêşxist. Di pêşxistina van tifaqan de Rûsyaher tim li gorî berjewendiyên xwe tevge-riyaye. Lewma dema li herêmê destkefti-yên wê dikevin bin xetereyê yekserdikare hevaltiya xwe ya bi van hêzan rebi dawî bîke. Li herêmê rewşa wê ya leş-kerî û siyasî jî dest dide ku ew bikaribegavên bi vî awayî bavêje.

Rêvebiriya Kremlînê demek dirêj biTirkiyeyê re ji nêz ve eleqedar bû. Ev ele-qedariya bi Tirkiyeyê re ne ji xwe bû ûvala bû. Wisa diyar e ku Rûsya li gorî stra-tejiya xwe Tirkiye û komên gerêdayî wê biawayekî aqilane bi kar anîne. Wisa diyar eku di plana Rûsyayê ya li ser herêmê dehin guhertin çêbûne. Bi van êrîşan ve der-dikeve holê ku di planên nû de cih ji tir-kan û komên terorîst re nîn e. Hayarêvebiriya Erdogan jî ji vê planê heye.Lewma ji bo xwe erzan neke û bikaribe bitehdîdên cuda destê Rûsyayê lewaz bikeketiye nav lêgerînê.

Lê planên şaş tûcarî bi xwe re enca-mên rast dernaxin holê. Erdogan ji bodestê Rûsyayê lewaz bike berê xwe da Ûk-raynayê. Moskowa bi çûyîna Erdogan aKîevê pir aciz bû. Mirov dikare bêje ne dirêveberiya Moskowayê tenê di nav aliyênmuxalîf de jî ev serdana Erdogan bi zima-nekî hişk tê rexnekirin. Bêguman ji ser-danê zêdetir mijara wan aciz dike jîpeyama şantajê ye. Ez di wê baweriyê deme ku rêveberiya Kremlînê ew ê li hem-berî vê peyama Erdogan bê helwest ne-mîne. Wek me got ji despêkê ve Rûsya diçarçoveya planekê de nêzî Tirkiyeyê bûye.Wisa diyar e ku Pûtîn di meşandina vêplanê de gihiştiye astekê. Tirkiye dibe kuwek endamekî NATO’yê hebûna xweberdewam bike, lê ji ber hevkariya wê yabi komên terorîst ew ê tu carî ji hêla wela-tên rojavayî ve wek partnerekî stratejîk ûbi ewle neyê dîtin.

NATO û welatên rojavayî ji ber vêhevkariya Tirkiyeyê, di asta stratejîk deagahî û xebatên îstixbarî dan sekinan-din. Ev jî ji bo Tirkiyeyê wendahiyekmezin e. Pûtîn ji bo Sûriyeyê gotibû:“Heke di lîstika piyesê de çekek li serdîwar hebe, di dawiya piyesê de ew êyek vê çekê biteqîne.” Wisa diyar e lîs-tika ku Pûtîn mînaka wê daye rewşaşerê Idlibê radixe ber çavan. Di dawiyêde dixwazim ji gotinên pêşiyên rûsanminakekê bi we re par ve bikim, “Ji berhirçê çêlek xwariye tawanbar e, lê çê-leka ketiye daristanê jî nemafdar e.”

Xweskanî

BRUKSEL - Konseya Rêveber a Kongreya Nete-weyî ya Kurdistanê (KNK), 1’ê sibata 2020’an linavenda xwe ya li Brukselê civîna xwe ya asayîpêk anî. Di civînê de rewşa siyasî ya li Kurdis-tanê, guherîna rol û pêgeha hevsengiyan a dinavbera hêzên herêmî û cîhanî de berfireh hatinnirxandin. Di dawiya civînê de jî encamnameyekhat aşkerakirin. Mijara Wargeha Mexmûrê jî diencamnameyê de cih girt.

KNK’ê encamnameyacivîna xwe aşkera kir

KOBANÊ - Zêdetirî 200 malbatên ji bajar û gunde-warên Idlibê, ji êrîşan neçar man ku cih û warênxwe biterikînin. Welatiyên ku koç kirin berê xwedan Rojava. Rêveberiya xweser deriyê xwe liwan vekir. Heta niha 3 qefle ji koçberan derbasîMinbicê bûne û berê xwe dan Rojava. Şêniyênherêmê, koçberên Idlibê pêşwazî kirin. Rêvebe-riya xweser ji bo koçberan tevî derfetên kêm jîdest bi avakirina konan kir.

200 malbatên li Idlibêberê xwe dan Rojava

TEHRAN - Li Îranê krîza aborî û siyasî her ku diçekûrtir dibe. Bi krîza aboriyê re hejmara xizaniyê jîzêdetir dibe. Cîgirê serokomarê Îranê Ishak Cî-hangirî diyar kir ku gendelî û hejarî li Komara Is-lamî ya Îranê gihîştiye asta herî bilind. Cîhangirîrexne li dezgehên kontrolkirinê kir ku divê li hem-berî gendeliyê xebatek çalak bi rê ve bibin. Herwiha got ku divê medya rola xwe bilîze û gendel-karan eşkere bike û pêvajoya gendeliyê bişopîne.

Gendelî li Îranê gihiştiyeasta herî bilind

Gelo dewletênnavneteweyî, hikûmeta Iraqê ûhikûmeta başûrê Kurdistanê, li

hemberî êrîş û amborgoya li serMexmûrê çima bêdeng in?Bêdengiya wan tê wateya

pejirandin, tenêhiştin ûvalakirina wargehê

Navenda Nûçeyan

Mexbûb Salih a liMexmûrê dijî bû şahîdêhemû pêvajoyên liwargehê. Wargeha ku dipêvajoyeke hesas re der-bas dibe bandorê li serjiyana penaberan dike.Salih bal kişand ser êrîşanû wiha dest bi axaftinaxwe kir: “Ev 26 sal in empenaber in. Ji ber zilmadewletê em koçber bûn.Em hatin cem xwişk û bi-rayên xwe. Lê ew jî bihevkariya dewleta tirk hertim êrîşî me dikin. Ev 7meh in ambargo li serwargehê heye. Hikûmetaherêmî nahêle empêwîstiyên xwe dabînbikin. Niha jî çeteyênDAIŞ’ê êrîşî wargehêdikin. Hikûmeta herêmîçima bêdeng e. AsayîşaPDK’ê destûr neda ku embirîndarên xwe bibinnexweşxaneyê.”

Em hatin cem xwişkû birayên xwe

Ji boçareseriyê

bangadiyalogê

rupel 7+:Layout 1 07.02.2020 19:50 Page 1 (Black/Black plate)

10-16 Sibat 2020Serbestxwebûn08

Ji Bakurî û Nesrînê heyasembolên îro!Kakşar

Oremar

Di bernameya Navda-rên Kurd(1) de mamosta

Bakurî (ku bi eslê xwe Asûriyê jibajarê Koyê ye û xizmetekemezin ji wêje û strana kurdî re ki-riye), dema dengê hunermendNesrîn Şêrwan guhdar dike, ni-kare hêsirên çavên xwe bigire. Jidil, ji bo wan sal û bîranînên tijexweşî, bi Hesen Cizîrî, Mihe-med Arifê Cizîrî, Meryem Xanû Nesrîn Şêrwan re hêsiran diba-rîne ku di hejarî, nedarî û bêîm-kaniyên herî zêde de him xwedîtîli hunereke kurdî ya resen dikirinû him jî tevîhev bi hurmet û qe-dirnasiyeke bêdawî dost û hevalbûn. Ew li pey nav û nasandinaxwe nebûn lê ji ber mûtewazî-bûnê qîmeta xwe jî li ba herkesîdidîtin. Dîwana wan bi hunerawan re mîr û axa jî neçar dikirinku rêzê li wan bigirin.

Mamosta Bakur di temenê 80salî de mafdar e ku bi dengê Nes-rîn Şêrwan re rondikên çavan bi-barîne. Nesrîn Şêrwan jinekerûxweş, dev bi kenbû. Nêrînênwê tije gotin û daxwazên bêdawî,hesretên salên bihûrî bûn. Rûyêku êşên bêderman jê dibarin, lêdema ji hevkarên xwe re mêvan-dariyê dike deng û kena wê a si-rûştî bala herkesî ber bi wê vedibe. Qedirnas û dilovan, hûrmet-kar û rûrast, xweş suhbet û evîn-dara rêzgirtinê bû, xwe ji kesîbilindtir nedidî û karekî wiha jiwan kesan re hiştibû ku qîmetahunera resen dizanîn.

Nesrîn yek ji wan jinên huner-mend bû ku weke momikekê liser geşkirina rêya hunera kurdîheliya û bêrawestan dengê xwetevlî xweşî û nexweşiyên jiyanagel û civakê kir. Serbihûriya wê jikarê şivantiyê heya stranbêjiyê biçend pêvajoyan re derbas bû.

Yek ji wan jinên ku ji bo xiz-meta hunera kurdî hevçax biMeryem Xan û Dayîkî Cemalre di rêza yekê de li hemberî çew-tiyên sîstema feodalîzmê sekinî ûli ber xwe da, Nesrîn Şêrwan e.Navê wê yê rastîn Nusret e an jî ligor hinek jêderan Xoxê OmerOsman e û di sala 1928’an li Şir-nexê hatiye dinê. Ew ji malbatekêye ku berê rewşa jiyana wan pirbaş bûye, lê piştî destpêkirina ser-hildanên li bakurê Kurdistanê ûguherînên siyasî, civakî û aborî liherêmê rewşa jiyana malbata wanjî telîhev bibû. Ji bona wê jî bavêwê Omer Osman neçar ma ku lisala 1932’an weke hezaran mal-batên din berê xwe bide başûrêKurdistanê. Cara pêşîn li gundêDarhozanê û piştre jî di sala1933’an de Omerê bavê Nesrînêhemû zarokên xwe şandin bajarêZaxoyê. Li wir Nesrîn bi bira ûxwîşkên xwe re di nava malêndewlemendan de dixebitîn.

Li pey ewqas zehmetiyên ji-yanê ew her dem qedirê himpî-şeyên xwe dizanin, bi hev resemîmî û ji bo armancên baş likêleka hevin. Di wêneyên ku lipey wan mane de, em van ras-

tiyan bi zelalî dibînin. Ew

wiha bûne sembolên nemir ûnifşên îro jî ji deng û hunerawan hez dikin.

Sembol û navdarên îro!Lê ka em werin ser stranbêj

û sembolên xwe yên îro ku diserdema teknolojiya modern ûpeywendiyên berfireh de çiqasbi pirensîbên civakî ve girêdayîne an jî ji hev hez dikin!

Carê ji hev hezkirina wan pi-ranî rûmetî ye û ji dil nîne. Yênku klîbên wan di Youtube de çendhezar kesan kilîk kirine, êdî navê‘hunermend’ li ser xwe danîne ûji erd-esmanan jî qehirîne. Belkîmirov bikarîbe hinekan wekesembol bibîne ku di bilindkirinadengê doza kurd a azadîxwaziyêde xwedî ked in, lê ya girîng hêzawan a ji hev û ji bo armancênpîroz hevgirtî nîne. Li gel hev na-meşin, ji ber wê jî zû dikevin ûtêne ji bîrkirin, di çavê civakê dejî giranî ji wan re namîne. Hinekji wan koletiyê dikin û “hunerasifarişî an jî pêşniyarkirî” ji bodu dolaran dikine karê xwe yênsalên dirêj ên jiyanê. Êdî “hunerarojê” li ba wan bi çepik û her bijîgotinekê hunermendî tê hesiban-din. Carna ku têne ba hev û behsaberjewendiyên neteweyî ên gelêkurd dikin, dîsa jî ji ber berjewen-diyên xwe yên şexsî zû ji hev dûrdikevin. Ji ber belavkirna wêne-yekê wan yê komî nivîskar û roj-namevanên xwe mehkeme dikinû bi pirsyarên: “Ka te çima ez ûfilankes anîne sewiyekê? Ez liku derê û ew li ku? Ew kîye û çikiriye? Hûn çima dixwazin bidaxwaza partiyên siyasî minkêm bikin? Ma ez deng û rengêhuner û şoreşa Kurdistanênînim?” û çirdirêjiyên din wisazû heta li ser kurtenivîseke dudêrî qezawetê dikin ku mirov liser asta wan ya rewşenbîrî-hunerîdikeve nava gumanan. Mixabinhinek kes hêşta jî nizanin ka di ci-vakê de cihê wan li kûderê ye.Tevî ku sedan belge sembolbûnawan a dîrokî diselmînin lê dîsa jîbi hereketeke erzan û bêrêzane

sadebûna xwe didin diyarkirin.Mezinbûna xwe heta di çavê he-valên herî nêzî xwe de jî biçûkdikin. Hêşta jî nizanin ku dest-pêka pêvajo an jî proseseke ci-vakî-siyasî a nava sinorên welatêxwe bûne. Bendewarî ji wan biqasî yên hemû partiyên siyasî liKurdistanê hene, lê di çavê wanpartiyan de jî xwe sivik dikin.Belkî qet muhtacî beyankirinahinek gotinên vala û bêwatenebin lê bêdûrbînî hemû hisaba ûkitaba tevlîhev dikin û di çavêxelkê de sivkatiyê dikine paraxwe. Ez di karê kesên wiha dexeteke jiyanê ya ku “xwedî stra-tejî” be nabînim. Ew pir rihet di-karin her carê bi awayekî kirasê liber xwe bigûherînin û bibine lîs-tika destê siyasetmedar û hetadewletên dagirkerên Kurdistanêjî. Sedemeke bindestiya me jî jivê rewşa exlaqê koletiya stranbêjû rewşenbîrên me tê. Razîbûna jijiyana xwe ya rojane heta li hem-berî zilma dijminên qederê dihêleku hemû çînên civakê li hemberîazadîxwazan jî bibine asteng. Diçepera ol û şêxên xûlamok de jîhemû azadîxwaz û huneremen-dên şoreşger weke kesên hatinexapandin, tên dîtin.

Ez ji sedî sed maf didime ma-mosta Bakurî ku him ji kurdekîbêtir xizmeta wêjeya kurdî bike ûhim jî bi minetdariyek bêdawîbehsa ked û xizmeta himpîşeyênxwe bike. Ew bi bîra me tîne kudema Hesen Cizîrî, Tahir Tofîq,Nesrîn Şêrwan, Elî Merdan,Resûl Gerdî, Mihe-med Arif Cizîrî,Gulbihar, TehsînTeha, Şimal Sayîbû Mihemed Ceza licem hev bûn, tevî-hev dilpak û se-mîmî bûn.Derfetên herî kêmbi awayê herî başbikar dianîn kupêmngaveke me-zintir hilînin.Stranbêjên ciwan ûnûpêgehiştî: Erde-

wan û Eyaz Zaxoyî an jî HesenŞerîf ji xwe biçûktir nedidîtin.Dengê wan guhdar û memnonbûn ku ewê rêbaza wan berde-wam bikin, lê yên îro wiha nînin.Kes xwe ji kesekî din biçûktir na-bîne û dema diaxivin jî ew rûrastîheta di tona dengê wan de jî nayêhis kirin.

Li hemberî spasbêjî û qedirna-siyê herkes razîbûna xwe dide di-yarkirin. Dema kesek li hemberîsembolên xwe heta peyvên:” ezxûlam, ezbenî, mamosta û hwd”bikar tîne, hingî êdî kesên kuweke sembol têne dîtin divê vêyekê weke biçûkbûna muxatebêxwe nebînin. Belkî berevajî wêpêwîste ew jî bi hemû hestên xweyên insanî jêre bibine bersiv. Vanrojan ez rastî hinek kesên wihahatim û birastî dema min hest bihelwesteke wiha dûr ji çandaKurdî ya hurmetkariyê kir ji minre “nexweştirîn rojên jiyanê”bûn. Hemû hestên min hê jî bi-rîndar in. Mixabin ku em pirîcaran zû li ser gotin, nivîs û nê-rînên hevalên herî nêzî xwebiyar û qirara didin. Carna zûqezawetkirin dibe sedema jihev dûrketineke heta-hetayî açend kesan, lê hêvîdar im ku evnivîs bi hemû gotinên xwe yêntehl û xweş-nexweş dersekemezin bide wan kesan ku carnabi peyama kesekî fesad û bêex-laq hemû sinorên dostanî ûhevaltiya salên dûr û dirêj jîderbas dikin.

(1).https://www.youtube.com/watch?v=sd1VbNKLCzg

Li keviyarûbirûbûnê...

Dîlan Aydin

Van rojan ji gelek tiştan dixwazim bir-evim. Ji dîmenên bajarên talankirî, zaro-kên li kampan li ber baranê, bêcil ûbêpêlav, hestiyên pakrewanên di gorênbêkesan de bêxwedî mayî! Van roj ûmehan şahî û xemgînî tevlihev dibin.Jiyan û mirin, şev û roj bi hev re ne... Vanrojan ji xwe direvim, ji dengê xwe, ji goti-nên dubare, ji bendewariyên tewş û vala!Van rojan li keviya pirsên delodîn im...Pirsên ku ji bo bersivên xwe bigrin,bi şevû roj di cenga giran de ne!

Li vî bajarî, li hevokên kurdî yên kuher yek ji wan tenê dikare xwe bi hezki-rin û agirê kurdîtiyê biafirîne digerim.Li hevokên ku bikarin rastiya ‘kurd-bûnê’ vebêjin, me li kurdî û Kurdistanêvegerînin! Kurdîtî çi agirekî bêdawî ye...Kurdîtî çi rêyeke dûr û dirêj e di vê ser-dema bêwijdan û bêsinc de... Kurdîtî çisebr û ruhekî ji pola ye... Çi zanînekedûr, bîreke kûr, janeke giran e!

Li keviyekê sekinîme niha. Li kîjanaliyê dinêrim; barê salan civiyane, temenêborî têra kirin û vegotinê nekiriye. Dîmenbi dîmen derbas dibe her tişt, vediguheredîmenek li cihê xwe asêmayî! Ne civatekcidî heye tu lê vebêjî, ne peyam cihê xwedigrin û ne jî kar û emel ji dil û birêkûpêkxuya dikin! Wekî jirêderketinekê ye hertişt... Bêbextî û newêrekî bi çend gotinanrûyê xwe spî dikin! Kambaxî ne gelektişt, tenê bi gotinan xwe dubare dikin! Dinava mij û moranê de dibêjin qey dîme-nên li pêş çavan zelal in... Di nava valahîû sistahiya demê û sedbarehiyê de wekîku ser û dil ronî û rehet bin!

Vaye li ber çavan e! Gotinên xwe du-barekirî xwedî tu wateyê nîn in êdî! Ji bê-çaretiyê tên ser ziman. Xwe jî xwediyênxwe jî ji xweza û raza jiyanê bêpar dihê-lin! Vaye em dibînin! Rewşên rehet ûzelal şêlû dibin, ên şêlû, bi çend gotinanwekî kefa li ser avê xwe spî nîşan didin.

Ji demê bêhna valahî û dubaretiyêtê. Aqil û hest nikarin bi demê re wekîîbadet, xwe pak û nû bikin. Nikarin bi-bêjin îro ne duh e, berdewamiya wê yelê rojeke nû ye, zindî û tenê ye... Dido-min pirsên bêbersiv, tenêtî zêdetir dibeji ber wan... Tenêbûna demê û ya însançi xweş û jandar e! Çi xweş e ku tu bixwe re, bi rastî û şaşiyên xwe re rûbirûdimînî... Çi zor û watedar e rêwîtiya bixwe re û bi demê re.

Ji vê serdemê bêhna mirina pêşwexttê! Dê û bavên kurd, bi mirina zarokênxwe, zarok bi mirina dê û bavên xwe, jixwezayîbûna jiyan û mirinê bêpar dimî-nin! Ji vê serdemê bêhna jibîrkirin, dûr-bûna ji hev û têgehên ku wateya xwewinda kirine tê! Em ê bi kîjan gotin û he-vokan, helbest, cerebe û nivîsan bikaribinxwe vebêjin. Em ê bi kîjan serî û wijdanîdest, dil û keda xwe bikin yek!

Gotin, yek bi yek xwe li asoyên xuyayîû nexuyayî didin. Dixwazin li ser zimanême, bibin hevokên cuda, azad û zanînê...Dixwazin her yek ji me bi aqilê xwe bi-fikire, bi xwezayîbûna xwe bimîne, per-deyên demê ji pêş çavên xwe hilîne...Hevokên li ser zimanê me, dixwazin bidilê azad, pîr û pak bigihîjin merheleya‘xwebûnê’ û ji xwe re bibêjin; “êdî wihanabe! Bi halê heyî, ne em dikarin xwebibînin ne jî hev!” Xwe bavêjin bextêxwe û hev! Ji jibîrkirina ku îxanetê bixwe re tîne dûr bisekinin.

Li stêrkên ronî û mayînde binêrin em,ew her dem wekî ‘xwe’ ne, li cihê xwe,ronahiya çav û geşbûna hêviyên mene... Ji stêrkan re bibêjin em; tevî kuşehîd navê xwe ji wan digrin, di dilême de li ba wan in jî em nikarin cihekîji wan re li welatê xwe çêkin! Bibêjin; bihezaran şehîdên me li cih û warên xwe‘bêwar’ in, gor bi gor bajar bi bajar dige-rin! Ji şehîdan re bibêjin; ji ber halê xweyê heyî, em ji wan pir û pir şerm dikin!

rupel 8++:Layout 1 07.02.2020 20:10 Page 1 (Black/Black plate)

10-16 Sibate 2020Kirmanckîxwebûn09

Wina eyseno ma çaxêke zehf xerab derbaskenê. Her ke şino teraza dinya ver bi xerabîşina. La merdim eşkeno vajo ke vernîya te-raza dinya teraza merdimahî xerepya. Vernîde exlaq û wijdanê merdiman xerepya înan zîdima ra ekolojî û heme dinya xerepna. Se-bebê nê awayî yê tewr pîlî zî kapîtalîst, em-peryalîst û dagirker ê.

Hetêke de hêzê dagirker û mêtingerî bidek û dolaban yan zî bi zordestîya xo rayîr rodagirkerîya xo kenê a û hewl danê teberê zi-wanê xo, kulturê xo, dînê xo heta teberê nî-jadê xo de tu yewî û tu çîke sax nêverdê, bineyartî nizdê şaran û erdnîgarîya şaranê ke bizordarî ey bindest kerdê benê, ne wazenê erd-nîgarîya înan pay ra verdê ne zî wazenê ta-rîxa înan saxlem verdê. Destêke înan de darîû torzîn daristanan kenê kor, destê înan ê bînîde girran tarîxe ma xera kenê yan zî kenêbinê awe.

Çimê înan her tim talankerdiş, xerakerdişû binawkerdişê erdnîgarîya Kurdan de yo û bipeymananê mîyanberê xo û netewe-dewle-tanê sey xo dagirkerîya xo mayînde û sax-lemtir kenê. Heto bîn ra zî kapîtalîst ûemperyalîstan didanê xo kerdê qirike erd ûezmanî û hewl danê heme çimeyanê erd û ez-manî rayîrê menfaetanê xo de biqedênê ûxera bikerê.

Kapîtalîst, emperyalîst û dagirkerî bê kegoşdarîya vengê xetereyan û nalîna xoza bi-kerê zirrnaya xo danê piro û merdimahî zî rojbi roj bena şahid an zî mexdûrê felaketêke rî-erdî. Xerabîyayîşê pergalê ekolojî ke tedir be-delyayîşê awhewa û germbîyayîşê kûrewîyeno beno sebeb ke felaketê pîlî, erdlerzî ûnêweşî û vîrûsê mergî virazyê. Bi veradayîşêgazê sera, metanî û karbonî ke zêde ra xebet-nayîşê petrol û komiran ra beno vila ne tenêpergale ekolojî û dengeyê dinya, yê hemegerdûne keno xera.

3 ra 1ê herra rîerdî xerepyayaGoreyê daneyanê Rêxistina Zad û Zîretî

yê Neteweyê Yewbîyayeyan 3 ra 1ê herra rî-erdî xerepyaya. Helbet semedo ke kapîtalîstî,senayîkar û zîretkarê menfaetperestî û emper-yalîst û dagirkerê gunewerî yew û nîme xo ranînê war erd û hêgayan jehrî de verdenê ûserre bi serre no xerepnayîş zêdyeno û mex-dûrê xerepyayîşê ekolojî zêdyenê. Bi eynîawayî serre bi serre mexdûrê şerranê emper-

yalîst û dagirkeran zî zêdyenê. Dagirkerê kebi neyratîyêka sînornenase erdnîgarîya şaranêbînan talan kenê, bi eynî awayî hêrîşkarîyaziwan, kultur, bawerî û cuwîyînê şaranêbînan zî kenê. Yanê bi qaso ke neyarê xoza yêendeyke zî neyarê şarê bînan ê, neyarê ziwa-nan, bawerîyan û çandanê bînan ê.

Kapîtalîstî zî mêrdan ra pêk yenêEke bala merdimî banco nê heme dagir-

ker, emperyalîst û kapîtalîstî zî mêrdan ra pêkyenê. Nê mêrdeyê ke zerar danê ekolojî ro bieynî awayî verê xo dayo cinîyan zî. Kapîta-lîstanê ke cinî bazarê xo de sey meta xebet-nayî, emperyalîstanê ke cinî bêerk verdayî ûdagirkeranê ke cinî bê war, bê ziwan û bê ganverdayî eynî hişmendî ra yenê; zîhîyetê pe-derşahî û mêrdey serdest î, heta estanê înande kar kerdo. Tirkiye de zî her tim serdestî rocinîyan amîya kerdiş. La bi taybetî bi desthi-latîya AKPyî dir cinî zehf zêde û bi hemeawayî ra ameyî îstîsmarkerdişî. Mêrdeyanêke bêcezamendiş û efûkerdişanê hetê darazake girêdayê desthilatî ya ra efterayîş girot rojbi roj teda û tundîya xo cinî ser de zêdna û nêefterayîşê înan ey heta qirqerdişîyacinîyan berd.

Tena aşma çileyî de 27 cinî ameyî kiştişRoja ke cinî nêrê kiştiş yan birîndarkerdiş

çinî ya. Tena aşma çileyî de 27 cinî ameyî

kiştiş û mergê hewt heban zî bişik o. Sey hergamî rayedarê desthilatî ancî razî û bêveng ê.Qic tera cêke sey Dêrsimî de ke ko û gêlî,kuçe û kolanê aye bi qamerayan xemelna-yeyê wendekarêke bi nameyê Gulîstan Dokuraste ra bena vinî û dewlete bi heme rayeda-ranê xo ya veng nêana xo.

Otêla Madimakî ya SêwasîAncî serekkomarê na dewlete eşkeno bi

wijdanêke rehet pênûse bigîro xo dest û Mê-rikêke ke Otêla Madimakî ya Sêwasî de bibenzîn însanî veşênayê, bîyo sebebê qetilker-dişê tûtêke 12 serrî ra bigî heta extiyarêke 67serrî efû bikero. La nêwazeno cinîyêka nêweşe, wayîrê di hebî ewladanê astengdaran ke tusûcêke aye çinê yo serbest bido verradayîşî.Rastîyêka desthilatê dagirkeran ê pederşahan;serbestveradayîşê sûcdaran û hepiskerdişêbêsûcan o.

33 însanan qetil kerd; ame efûkerdişAhmet Tûran Kiliço ke di qetilkerdişê 33

însanan de ca giroto ame efûkerdişî û bi efû-kerdişê ey agirê Madimakî ame gurkerdişî ûpaştî deya faşîstanê ke dimayê seydvanîyamerdimahî yê. Elîf Kisaya 70 serrî ke wayîrêdi hebî ewladanê astengdaran a tenê semedoke partîyêka siyasî ya legal e de qeydkerdî yaamîya hepiskerdişî. Bi eynî awayî bi desannêweş û extîyarê cinî û mêrdeyî tenê semedo

ke nîjadê înan, ziwanê înan û kulturê înandesthilatê dagirkeran ra cîya yo hepisxanande yenê pêgirotişî. Desthilatê dagirkerî erdnî-garîya ma ra bigîrê heta însananê ma rê biheme awayî neyartîya xo domnenê, qirkerdi-şanê xo domnenê, bi neyartîya xo ya şarêKurdî rê sînoran derbas kenê û hemverê nêkerdişanê înan ma heta nê çaxî zî yewîtîyaneteweyî ra bêpar mendê!

Sebebo yewin bêtefaqîya ma yaHer çiqas nê aşmê peyînan de yewîtîya

neteweyî ser tay gamî ameyê eştişî zî hemaraste de rewşêka ke zerra şarê Kurdî bifîno canêaysena. Heta şarê ma yewîtîya xo ya nete-weyî nêvirazo go emperyalîst û dagirkerî we-latê ma gorey zerra xo ra jobînan rê pêşkêşbikerê. Eke eyro Bakur de ziwanê ma yenoqedexekerdişî, îradeyê ma yeno xespkerdişî,erdnîgarîya ma yena wêrankerdişî sebebê eyo yewin bêtefaqîya ma ya. Eke Rojawan deEfrîn, Serêkanîyê û Girê Spî kono destê da-girkeran, eke dewletê emperyalîst î bi eşkerapaştî danê nê dagirkeran, sebebê ey bêtefa-qîya ma ya.

Yewîtîya xo awan bikerê…Tarîxê çarparçekerdişê welatê ma Kurdan

ra heta roja eyroyî herçar dagirkerê ke welatêma dagir kerdî û emperyalîst î û her tim hem-verê Kurdan de bîyê yew.

La Kurdan çiray nêvato hela ma zî rayêkehemverê nê dagiker û emperyalîstan bibêyew î! Hewce nêkeno ke Kurdî heme yewîdeolojî yan zî yew bawerî pê bigîrê. Kampartî yan zî kam sazî û dezgeyî wayîrê çiîdeolojî yan zî çi bawerî benê wa bibê mec-bûr ê ke ewro roj bê ke bikoyê erey yewîtîyaxo awan bikerê.

Yewîtîya ma serkewtişê ma yaA ya ke herçar parçeyan biersno pê û aza-

dîya ma temîn bikero go yewîtîya ma bo. Ye-wîtîya ma serkewtişê ma ya hemverêdagirkeran a, yewîtîya ma azadîya welatê maya. Wexta ma bi awankerdişê yewîtîya xo ri-sayî azadîya xo ma eşkenê bi têkoşîna xoheme şaranê Rojhelato Mîyanênî rê zî bibêmîsal. Yewîtîya şarê Kurdî yewîtîya hemeRojhelato Mîyanênî, yewîtîya Rojhelato Mî-yanênî zî yewîtîya heme şaranê dinya wahemverê kapîtalîst, emperyalîst û dagirkeran.Hemverê dagirkeranê ke welatanê şarî talan ûdagir kenê û hemverê kapîtalîst emperyalîs-tanê ke xoza û ekolojî birîndar û xera kenê zîtêkoşînêka hempar e lazim a.

Heta heme Kurdî dagîrkeran ra nêvajê nê,heta heme şarê Rojhelato Mîyanênî desthila-tan ra nêvajê nê û heta heme şarê dinya em-peryalîst û kapîtalîstan ra nêvajê nê go şerrî,tofanî û felaketî wina bidomyê.

Vernî demerdimîxerepnayî…

Kapîtalîst, emperyalîst û dagirkerî bê ke goşdarîya vengêxetereyan û nalîna xoza bikerê zirrnaya xo danê piro. Camêrdoke Otêla Madimakî ya Sêwasî de bi benzîn însanî veşêna, ameefûkerdiş. Ganî kurdî verê ke bikoyê erey, yewîtîya xo awan bikerê

Nesrîn Navdar

rupel 9:Layout 1 07.02.2020 16:09 Page 1 (Black/Black plate)

Berfîn Dijle

Hisê ji xwe nebinXew, çi tiştekî şîrîn e! Bi ya zanyaran,xweza xewar e. Ji şepeyên berfê bigre,heta çiya û xetên faya erdnîgarî tev dixewê de ne. Gur û mar jî di nav wan de.

Helbet, insan jî perçeyek ji xwezayêne û ew jî radizên. Rojê bi xewa heft heştsaetî qîma xwe tînin. Ji bilî mêrê cîraname ya kevin.

Cîranê me, biroj ji karû barê dinyayêtêra xwe diwestîya. Lê te digot qey, lirûyê erdê ji wî pê ve ne kes dixebite ne jîji mala xwe re mesrefekê dike! Gava liderî dixist, divê jin û hemû zarokên malêbihatana pêşîya wî.

Di rojên betlanê de, heta nîvro radiket.Ne tenê jin û zarokên wî,zarokên der û cî-ranan jî êdî bi kurmê wî dizanibûn û ew jîdiketin etirya xewa wî! Ji tirsa, ne li ber de-riyên wan ne jî li ber şibakên wan ên ku likuçê dinhirtin dileyîstin!

Dema xewek bi dilê xwe jî bikira,piştî taştê zarok li dora xwe dicivand in ûji wan dipirsî, digot; Ka em îro çi bikin?

Heke, pereyê wî biqediya û bi hemdêxwe hişyar nebûya, wekî hûtekî; çavên wîdiçûn nava serê wî, kef bi devê wî diket ûti tişt ji ber dest û pîyên wî xelas nedibû!Te digot qey mala hilweşandî ye!

Kurmê xwezayê jî dişibe kurmê cî-ranê me! Di van rojên îsalîn de,qey hingîTrûmp û dostikên xwe dikin terpînî, na-hêlin xweza bi têra dilê xwe rakeve!

Niha; moçên hemû vîrus û xetên fayanû berf û pîlotên balafiran rabûne! Hemaxewa kîjanî biherime,radibe ser xwe ûkeysa wî li ku were moçên xwe li wir dixe!

De îca ser û berê xwezayê tune ye!Hema hiş bin û di xewa xwe ya Rostemîde hisê ji xwe nebin! Ne fay yeke nepîlot. Ne jî berf û vîrus.

Heke ê mayîn jî serê xwe ji xewrakin,êdî cîh nema em pê de herin. Ji ke-rema xwe re, hay ji zom û konên xwehebin.We, avê anî ji heft bîrî, ji herîyêşûşt.Ji bo zuhakirinê jî navêjin ser kêla dirî!

Ronahiya Rojê

10-16 Sibat 2020Qerf û Henekxwebûn10

Carekê Kerîmo yê şanoger tiştekî xweş jibo welatparêzên medyaya civakî go-tibû. Wê gotina wî gelekî dilê min rihetkir û dixwazim bi we re parve bikim. Ezserê we neêşînim, hin kes hene ku jisibê heta êvarê li ser malperên civakîrexneyan li welatparêzin ku li welatmane dikin. Lê ew ji xwe napirsin geloew çima li derveyî welatin û çima li der-veyî kar û xebata ne.

Êdî Kerîmo jî bi hevokekê rewşa wan kesannirxandiye û wiha gotiye: Hezkirina hinkesan a welat wekî hezkirina zarokan a jimirîşkên mala pîr û kalê wan e.

Dema diçin serdana mala kalê xwe ji sibêheta êvarê li pey mirîşkên wan dikevinû bi wan dilîzin, ji wan hez dikin lêêvarê jî ew mirîşk ji wan re tên serjêki-rin û goştê wan dixun.

Îca heyran, wek dibêjin kes bi halê ke-sekî nizane. Hûn ji ber zilm û zordes-tiya li welat an jî ji bo ku jiyana xwe ûzarokên xwe xweş bikin çûne Ewro-payê û li wir bicih û war bûne. Êdî hûn liwelatekî ne ku ji bo bi lêvkirina fikir ûramanên xwe hûn natirsin. Hûn fikarannakin ku ji ber gotinên xwe bi salan digirtîgehan bimînin. Hûn natirsin ku za-rokên we birçî û bêkes bimînin, ji ber kuew welatê hûn lê bicih bûne, ne kesekîji ber wan sedeman digirin û ne kesekîji ber bêkariyê birçî dihêlin.

Lê di ser de hûn li ser tora civakî pesnêxwe didin û rexneyan li kar û xebatênkesên li welat mane dikin. Di ser de jî

hûn tevî hemû derfetên xweş ên li wanwelatan tiştekî ji bo doza gelê xwenakin.

Bêguman ev gotin ne ji bo wan kesênwelatparêz û fedakar ên ku ji sibê hetaêvarê di nava xebatan de ne û di hemûçalakiyan de cihê xwe digirin in. Lê evgotin ji bo wan kesên ku tu kar û xeba-tekî ji bo gelê xwe nakin û dawiya şevêxwe li ber leptopan dirêj dikin û rexne-yan li her kesî dikin in.

Li şûna ku ez jî dilê we xweş bikim ûhinekî rûyê we bilkenînim min derd ûkulê we geş kirin. Ji bo hûn vê rexneyêli min nekin ez behsa çîrokeke din acîrana xwe Eyşo bikim. Beriya çendsalan ji welat çûye Almanyayê û li wirbicih bûye. Wê rojê çîroka xwe ûcîraneke xwe li ser malpera civakîparvekiribû.

Sohbeteke wiha di navbera Eyşo û cî-rana wê Helo de derbas dibe:

Helo: Cîranê, xêre hûn hema her serêçend mehan dîwar mîwarê malê tevîboyax dikin. Perdên malê nû dikin ûgelek tiştên din. Ma ewqas mesref nezêde ye.

Eyşo: Keçê porkurê ma ne çêtire ku bi wanperê zêde mêrik here li tolaziya bigere anjî pere têkevin ser hev û zêde bibin biçemêrekî bikuje an jî jineke din bîne.

Helo: wîîîî cîrana Eyşo bi xwedê xeberate ye ez jî wek dînan diçin pereyê zêdehiltînim û jê re didim ser hev.

Hesen Hemkê

Kuro lawo were hewara minbavê min bi nexweşiya

koronayê ketiye.Xwe amade bikin

waye bavê Hêko ji wirve tê.

Kuro qey hûn dînin bavê te sermagirtiye we ew xistiye çi halî...

Li Amûdê di dema dawî deher ku mirovek diçe ba asa-yîşê giliyê hinekan dike dibê-jin ma delîlê te heye ku tuwiha dibêjî. Ma em ji ku zaninku tu bêbextiyan li wî an jî wêkesê nakî. Li ser bextê amûdi-yan be dibêjin; Rojekê Fer-hano dibîne ku keriyekî mîh ûbizin di nava genimê wî deye. Ferhano hema di cih dediçe bi serê mîhekê digire ûwê li wesayîta xwe siwar dikeû berê xwe dide navendaasayîşê.

Ferhano tevî mîha di destêxwe de derbasî avahiya asa-yîşê dibe û ji wan re dibêje;şivanan zadê me berdan, tiş-

tek tê de nehiştin û beriya kukesek jê bipirse got: ha vayemin delîl jî bi xwe re aniye vir.

Asayişê jî rabû jê re got:Tamam heyran me ji te bawerkir lê zû vê mîhê bibe navakerî, beriya ku şivan were vir ûbêje hinekan mîheke me di-ziye.

Wê gavê li şûna tu dozamafê xwe li wan bikî wê ewgiliyê te bikin û bêjin mîha medizîye.

welhasilî ez serê we neêşî-nim tevî mîhê û asayişê diçingund û şivan hişyar dikin kucareke din hay ji pezê xwehebe wan bernede nava zevîû genimê xelkê.

WWeellaattppaarrêêzzîîWWeellaattppaarrêêzzîî

Delîlê xwe bînin!

rupel 10:Layout 1 07.02.2020 20:34 Page 1 (Black/Black plate)

10-16 Sibat 2020Çand û Hunerxwebûn11

Kêş û vekêşên siyasetêGengaz e wekî li ti devera cîhanê yaku huner bi ‘yafteya hevçaxiyê’ lê têafirandin, gelş û gelemşeyên estetîkê,biqasî ku li welatên Cîhana Sêyem (yênderî navendê) bûye bar û barûdox -ba-rûdox dibêjim lewre li van deveranhunera hevçax, wekî hemû cureyênrojavayî, mîna qewimîneke derasayî têdîtin û di ser vê re tê bilêvkirin- û bigelek tiştên din re yên ku rasterast netêkildarî pirs û pirsgirêka sereke ne ke-tine qayîşkêşanê (wek qonaxên siya-seta herêmî, guherîn û veguherînênnaypayîn, kêşeya xitimîn, ve avakirin ûvexitimînê) û li ser milê (mil, angowek însaf) niwînerên xwe yên ‘ji he-rêmê’ maye, kronîk nebûye. Li gorî bîrû boçûnên rexnegirên hunera hevçaxû kuratorên li navendê, hemû huner-mendên ku li bajarên Kurdistanê -çi liDiyarbekirê çi li Mêrdîn an li Êlihê-dijiyan û diafirandin, herêmî bûn, çiku ji kêşeyên mêjûyî yên ku cî û cîge-hên ku ew lê bûn veguheztibûn na-vendîtiyê, ji vir heya bi Merîxê bidûr ketibûn û ev e ne gunehê wanbû! Bi tenê rêyek li ber wan mabûwekî xwe ji vê yafteyê vebiqetîninku ew jî, bêguman teoriyên post-kolonyal bûn; çi bikin, çi bifarinîn,çi daynin û çi bişînin jî, dawiyadawîn dê digel kêş û vekêşên siya-setê bihata xwendin û nirxandin.

Sewta hunermendên kurdGelo, vê nêzîktêdayînê ji ber çi me

di hunermendên hevçax ên tirk denedît? Ne di destpêka salên 90’î de (kuweke salên dijatiya desthilata pentûrêdihat bilêvkirin) ne jî salên piştî2000’î.. Bi tevî ku -bixwe digotin- sî-norên di navbera etîk, estetîk, rojanî,jiyan û hunerê de hatibûn danîn, pari-yeke din zelal bûbû.. Belam tîrêjên vêzelaliyê, di kêlîka ku digihîşt ser ber-

hem û bertekên hunermendên kurd,bi carekê re vedimirî, hingê awirên ci-vaknas a hunerê zîqî arîşeyên estetîkêdibû.. Badilhewa nîn bû gava mijû-nûsê hunerê Osman Erdenî, di ser tê-gehên wek pirsgirêka kurd,berhemdariya hunerî, mode, bertek ûestetîkê, qala pratîkên li Diyarbekirêdikir û di nîqaşên xwe yên Zero Tole-ranceê de (Stenbol, 2012), bal dikişandser sersarîtiya li ‘xweşikiyê’. Bêgumanev hişyariyek bû û li gorî bîr û boçû-nên Erdenî diviya ku hunermendênkurd, dev ji arîşeyên xwe yên aidîyetê(belkî jî ji kurdbûyînê) berdin û bi tê-gehine dilveker -û sterîl- vegerin cî-hana hunerê. “… helbet hunermend -qalahunermendên kurd dike- dixwazedengê xwe bilind bike, di vê bilindkirinê deestetîka kevneşopî jî wek pêdivîyekê derdi-keve pêşiya wan. Dibe ku peyva estetîkê bime xweş neyê, dîsan jî divê hunermendên li

Diyarbekirê parîyeke din dêhn û bala xwebidin xweşikiyê. Wek taktîkekê dibêjim,ku îro ro, pûte bi xweşikiya kevneşopî ûestetîkê nekin jî, ev yeka han berhemênwan di çavên min de erzan nake…”

Peyva PilingênAnatolyayê ji ku derket?Helbet ji Çaremîn Çalakiya Ciwanan

(Youth Action 4, Stenbol) ya sala 1998’îku wê salê sernavek li çalakiyan nehatibûdanîn û Akay, beşdarbûna hunermendênkurd bi van gotinan nirxandibû; “Huner-mendên ku nemaze ji rojhilatê dihatin, arîşe-yên herêma xwe jî bi xwe re anîbûnpêşengehê. Pêşengeha li TÜYAP’ê, li hem-berî rûdaweke seyr a sosyolojîk bû.”1 Çi kuhunermenda kurd Jûjînê -şûnenav jipeyva jûjî û jînê pêkhatibû- di wê çala-kiyê de bi cilan ketibû ku heya hingê tihunermenda performansê, culhet ne-kiribû wekî performanseke wehakî (li

pêşberî temaşevanan) li dar bixe û jixeynî çend hunermendan, kesî ji wêderûdorê, qala Jûjînê û çalakiya wênekiribû. Pilingên Anatolyayê (angoPilingên Kurd), bi xwînê dest bi çî-roka welatê xwe kiribûn. Ji ber hindêmin kevala Heinrich Leutemannî (LiSîngaporê Xebata Rêçêkirinê Ya KuTê Birrîn) ya ku di daristanekê dekêlîka êrîşa pilingekî sîngaporî ya lidijî karmendên rêpîv yên ewropayînîşanî me dida ku niha li Muzexa-neya Neteweyî ya Sîngaporê bû, ji bovê nivîsê veqetand. Hiş û bîra bajar-vaniyê (nexşekirina welêt) bê çawanji aliyê pilingekî ve dihat xerakirin!Lewre piling, rasterast xwe çengî serkel û pelên mêtingeriyê dikir.

Bêheysîyetiya berdestbarTişta ku me di pêsîrtengiyê de di-

hêle, gelo ne xwendinên me yên post-kolonyal bin? Û em van xwendinênxwe yên post-kolonyal, li bejna kîjancivakê dikin!? Ecêb e, bi dû salên2000’î re, gelek hunermendên tirkpirsa ermenan xistibûn nav kar ûbarên xwe yên hunerî, weke ku hîn nûrûbirûyî kir û kiryarên komara xwebibin, bi çavbirçîtiyeke nebînayî, ketindû çîrok û qetemetelokên koçbarki-rinê. Wekî ku Bariş Ünlüyî jî di xebataxwe ya bi navê Türklük Sözleşmesiyê dedigot, ev nêzîktêdayîna han, encax bihindê dihat ravekirin ku wekî ti car liser tevekê nijada xwe nedifikirîn. Ewrewşa derûnî ya ku hemtawaniyeke kune di dilqê tawanê de bû, diafirand, dihemûyan de derdiket mexderê. Wek

çi? Sala borî, mezintirîn fûara hunerêya Tirkiyeyê Contemporary Istanbul, binavê xwe yê din CI, ji bo endamênçapemeniya welatên dereke û bengî-yên hunerê, roja îniyê rêkeftî14.08.2019, bi daxuyaniyeke lezûbezpiştgiriyê dabû Bizava Kaniya Aştiyêya artêşa tirkan ku derbasî Rojavayêbûbû û ev geşedana hanê, wek nûçe-yeke sansasyonî (di daxuyaniyê deqala xalîkirina herêmê ya ji terorîstandihat kirin), di malpera sanatatakê dehatibû weşandin2. Sosreta mezin ewbû ku hingê çend hunermendênhevçax î kurd jî, di medyaya civakîde, parvekirinên zir-nijadperest tele-tel ecibandibûn. Ji ber çi? Ji ber kuew xwediyê xwe û koleksîyonêndewlemend bûn, xwedî erk bûn ûkurdbûyîn, fena bêheysîyetiyekeberdestbar (weke wê peywendiyaqayîşokî ya di navbera çandê û mê-tingeriyê de hatibû danan ya ku Ed-ward Said bi ser ve bûbû), li gorîşert û mercên Tirkiyeyê û pileyatirkbûyîna biîmtiyaz geh dirêj dibûû geh kin dibû.

Ku em vegerin ser jakawên xwe;hebûn helbet pilingên me jî, belamev hebûn, di nav qeyraneke niwan-dinê (temsîl) de bû, ku desthilatiyahunera hevçax (yên salên 2000’an),bêyî ku kurdbûyînê bi gelş û gelem-şeyên wê yên etno-polîtîk ve girêbide, wê di ser qeyraneke din re (diser pirzimanî û pirçandîyê re) dix-wend û dixwest pilingên me jî bivan çemikan ranêzîkî pirsa xwe yasereke bibin, qet nebe di civatan debi kulzikî xeber nedin.

Bi ser ketin ne wilo?

(1) Ji bo nivîsa Alî Akayî ya bi navê GençEtkinlikler (1995-1998) bnr. Sanatın Sosyolojik

Gözü(2) http://www.sanatatak.com/view/contem-

porary-istanbuldan-baris-pinari-harekatina-deste

Weswese 2

Şener OzmenPilingê

Sîngaporî

Li Hambûrgêbelgefîlmên kurdî

Lîstika bi navê ‘TenêEz’ ji filma CharlîeChaplîn hatiye wer-girtin û dê 9’ê sibatêli Mulheimê û 11-12’êsibatê li Berlînê, 13’êsibatê li Zurîhêderkeve pêşberîtemaşevanan. Tekstanivîsê ji aliyê CîhatEkîncî ve hatiyenivîsandin û her wiha

Rûgeş Kirici, CîhadEkîncî û Omer Şahînderhênerên lîstikêne. Lîstikvan ev kesin; MehmetMusaoglu, Baran Yil-maz, Omer Şahîn,Rûgeş Kirici, CîhadEkîncî. Di beşateknîkê de jî XebatBayram û RewşanApaydin cih digirin.

Bernameyaturneyê

Teatra Jiyana Nû (TJN) bisalan e di bin banê NavendaÇanda Mezopotamyayê debi kurdî şanoyê dike û hetaniha bi dehan lîstik lîstine.Koma şanoyê di şert û mer-cên herî zehmet de xebatênxwe didomîne û niha jî ji boturneyê berê xwe dide wela-tên Ewropayê.

Endamê komê û şanogerOmer Şahîn têkildarî turneyêji rojnameya me re axivî ûdiyar kir ku li ser vexwendina‘Theater An der Ruhr’ ya Al-manyayê û komên şanoyê yênSwîsreyê diçin turneyê. Şahîn

got ku dê hem lîstikên xwe bi-lîzin û hem jî bi van komênşanoyê re der barê projeyên kutevî van koman lîstikên şa-noyê bilîzin nîqaşan bikin. Dêbi koma şanoyê Kulturmarktre piştî turneyê werin Stenbolêû bi hev re proje bên pêşxistin.

Lîstikên ‘Bêrû’ û ‘TenêEz’ dê li bajarên Berlîn ûMulheîm ên Almanyayê ûbajarên Zurîh, Bern û Gerla-finken ên Swîsreyê bênlîstin.

Zehmetiyan dikişîninŞanoger Şahîn destnîşan

kir ku hetaniha gelek caranxwestine lîstikên xwe bigi-hînin temaşevanên Ewro-payê lê her carê bi hincetêncuda daxwazên wan hatineredkirin. Şahîn got demadixwazin derkevin pêşberîtemaşevanên derveyî welatgelek zehmetiyan dikişînin.

‘Em biçin ew ê jî werin’Omer Şahîn hezkiriyên

şanoyê û zimanê kurdî vex-wend lîstikan û wiha got:“Mixabin li Ewropayê şa-noya kurdî pir kêm e û hew-cedariya temaşevanan bilîstikên kurdî heye. Girse-yeke cidî ya şanoyê heye ûger em biçin dê temaşevan jîwerin lîstikan temaşe bikin.”

Şahîn bibîrxist ku niha didemên pir aloz û zehmet dederbas dibin û ligel vê yekêdi van salên dawîn de bilîstikên xwe derketin serdikê û temaşevananhem li metropolênTirkiyeyê û hem jî liKurdistanê eleqeyeke başnîşan daye. AMED

Ji aliyê Kolektîfa Fîlman a Avakîno û Co-penhagen Underground li bajarê Hambûrgê Almanyayê 4 belgefîlmên kurdî hatin nî-şandan. Dahata bilêtên ku hatin firotin gi-hişt Heyva Sor a Kurd.

Bernameya nîşandana belgefîlman liAmargî Kultur Treffpunkt a Hambûrgê pêkhat. Navê fîlmên ku hatin nîşandan ev in;belgefîlma derhêner Shukri Mahmood a binavê Qijik, belgefîlma derhêner ZanyarMuhammadineko ya bi navê KonseptaMin a ji Bigêl, belgefîlma derhêner Rafiq-fuad Yarahmadi ya bi navê Çîroka yênMayî, belgefîlma derhêner Veysî Altay yabi navê Nû Jin.

Di van çar filman de tekoşîna kurdan biperspektîfên cuda tê nîşandan. Her wihamijara filman huner, femînîzm û antîfa-şîzm e. Hat ragihandin ku dahata bilêtênbên firotin dê bigihêje Heyva Sor a Kurd.Bilêt bi peretî nîn in û çi ji dilê temaşeva-nan were dê ewqasî bidin bilêtan.HAMBÛRG

Koma şanoyê Teatra JiyanaNû dê bi lîstikên ‘Bêrû’ û‘Tenê Ez’ ve derkeve turneya Ewropayê. Turneya ku9’ê sibatê dest pê dike dê 20’ê sibatê bi dawî bibeû li gelek welatên Ewropayê were lîstin

EwropayêTTJJNN’’êê berê xwe da

rupel 11:Layout 1 07.02.2020 20:53 Page 1 (Black/Black plate)

10-16 Sibat 2020 / e-mail: rroojjnnaammee@@xxwweebbuunn..oorrgg / Buha: 4 TL Hejmar: 8

xwebûn İmera Basın Adına İmtiyaz Sahibi: Kadri Esen

Sorumlu Yazıişleri Müdürü:İdris Gürmez

Yayın Danışma Kurulu:Abdulla Peşêw

Ehmed Huseynî Kakşar Oremar

Prof. Knyaz Îbrahîm MîrzoyevSelîm Temo

Dr. Zerdeşt Haco

Yönetim Yeri: Kooperatifler Mah. Gevran Cad.Akkoyunlu No: 5/13

Yenişehir / DiyarbakırBaskı: Diyarbakır Yenigün Matbaacılık SelahattinEyyubi Mah. Turgut Özal Bulvarı, Batıkent Yapı

Koop. A/4 Blok Altı Bağlar / Diyarbakır

Her nivîskar ji nivîsa xwe berpirsiyar e.

Tel:0 (541) 806 84 85

Ji bo abonetiyê

Coronavîrus malbateke mezin a vî-rusan e. Di laşê sewalên wekî şev-şevok, beraz, pişîk, kûçik, çivîk,mar û hwd. de dibin sedema nex-weşiyê. Gava di genetîka wan dehinek guherîn (mutasyon) çêbûn jisewalan derbasî merivan dibin.Piştî hinek guherînên din ji merivanjî derbasî merivên din dibin û bi vîawayî di demeke kin de di nav ci-vakê de belav dibin.

Berî niha di sala 2003’an de co-ronavîrusa bi navê SARS-CoV liÇînê derkete holê û bi sedan kesanji ber vê vîrusê jiyana xwe ji destda. Rêjeya mirinê ji sedî 10 bû. Ligorî lêkolînan hate tespîkirin ku evvîrus ji cureyeke pişîkan derbasîmerivan bûye. Di sala 2012’an devê carê li Erebistana Siûdî bi navêMERS-CoV Coronavîruseke nû jihêştiran derbasî merivan bû û dîsagelek kes pê mirin. Di vê vîrusê derêjeya mirinê ji sedî 35 bû. Lê ji berku zêde belav nebû pir kes pê nemirin.

Di kanûna 2019’an de li Çînê libajarê Wuhanê di gelek nexweşande zatûre hate dîtin lê sedema nex-weşiyê nedihate zanîn. Piştî lêkola-nînan di van kesan deCoronavîruseke nû hate tespîtkirinû ev vîrus wekî 2019-nCoV hate bi-

navkirin. Di serî de zanyar û pispo-ran digot ku ev vîrus ji maran der-basî merivan bûye lê a niha zêdetirli ser îhtîmala şevşevokan disekininû hîn jî mijar nehatiye zelalkirin.Heta niha ev vîrus li gelek welatandi hezaran kesan de hatiye dîtin û bisedan kesan ji ber vê vîrusê jiyanaxwe ji dest daye. Kesên ku ev vîrusgirtine ji wan ji sedî 3-5 kes mirine.Coronovîrusa bi navê 2019-nCoV ligorî yên din zûtir belav dibe û herdiçe kesên ku vîrus girtine zêdetirdibin. Beramberî vê hejmara miri-yan jî roj bi roj zêdetir dibe.

Vexuyaniyên CoronavîrusêDi nexweşan de vexuyaniyên

cuda tên dîtin. Gelek caran av jipozê nexweş tê, qirik û serî diêşin,nexweş dikuxe û laş disincire. Dihinek kesan de bêtaqetî, emel û xe-sara gurçikan jî derdikeve holê. Ca-rinan nexweş rihet bêhna xwe nadeû nastîne. Kesên ku pergala wan axweparastinê lawaz, kesên ku nex-weşiyên domdar (kronîk) ên wekîdil, pişik, kezeb û gurçikê bi wan rehene û her wiha kesên temendirêj ûzarok nexweşiyê giran derbas dikin.Di van kesan de ev vîrus carinandibe sedema zatûre û bronşîtê.Kesên ku heta niha jiyana xwe jidest daye exlebe ev kes in. Ev vîrus

bi tenê di pergala hilmijê de bi cihnabe carinan rêviyan, kezebê, mêjîû birikan jî digire.

Çawa derbasî merivan dibe?Piştî ku nexweş kuxiya û bêhnijî

ev vîrus derdikeve derve û wekî dilo-pan di hewayê de asê dimîne. Bibêhngirtinê derbasî merivên din dibe.Her wiha bi merhebatiyê jî dibe ku evvîrus bê girtin. Kesên ku temasî sewa-lên nexweş dikin jî dibe vîrusê bigirin.Vîrus ji dev û pozê merivan re dikevebedenê, derbasî qirik û pişikan dibe ûdûre li hemû laş belav dibe.

Tedawiya CoronavîrusêNexweşî gelek caran wekî ze-

kemê dest pê dike û xwe bi xwederbas dibe. Heke agirê laş zêde bedivê bê daxistin. Nexweşên kuagirê wan daneket û nexweşiyê liwan giran kir divê ji Coronavîrusêbikevin şikê û herin nexweşxanê.Kesên ku ji cihê nexweşî lê zêdehatibin an jî kesên ku bi nexweşanre temas kiribin divê hişyar bin.Hîn tedawiyeke xweser tune. Li sertedawiyê xebat didomin. Wekî nex-weşiyên vîral ên din, di vê nexwe-şiyê de jî antîbiyotîk bi kêr nayêndivê neyên bikaranîn. Nexweş divêxwe bêav nehêle û wekî her carxwarina xwe bixwe.

Xweparastina ji CoronavîrusêDivê merivên saxlem destên

xwe yên neşûştî bi çavên xwe, bipozên xwe û bi devê xwe nexin.Beriya xwarinê gere dest bi sabûnêbên şûştin û ji kesên nexweş dûr bêsekinîn.

Hingî ji destê nexweş bê divêdernekeve derve li mala xwe rûnê ûgava kuxiya yan jî bêhnijî bi dest-

malekê devê xwe bigire û nehêlevîrus li derdorê belav bibe. Heke diwê kêliyê de destmal tune be nex-weş gava kuxiya dikare milê xwebide ber devê xwe. Her wiha bika-ranîna maskeyê jî wê pêşiya berbe-lavbûna vîrusê bigire. Cihên kudestên nexweş lê ketibin divê werinpaqijkirin. Xebatên li ser parzayêdidomin.

Coronavîruseke nû: 2019 nCoV Dr. ErdalSîpan

Li goristaneke me ya pirbûyî ji goran,digeriya Welat. Goristaneke bûyewarê mişextan. Li vê goristana disînga çolê de cih digirt, mîna 2 hezar500 mirovên çiyayî, hewdên kulîlkênçiyayî hebûn. Nêrgiz û şîşanan, bey-bûn û rihanan li ser gorên mişextên çi-yayî di dilê çolê de rehên xweberdabûn axê. Welat, ‘dîn’ bû li gorîpiraniya me yên xwe bi aqil dibînin.Ciwanekî hijdeh salî; zer, bejin navînû dagirtî bû. Ji birka nav goristanêdewlikê di destê xwe de tijî av dikir, liser gorên kesên nas dikir digeriya. Bidewlikê avê yê di destê xwe de kulîl-kên li ser goran avdidan. Yên bi ‘aqil’dibe ku ji bîr kiribin, kurd xayintî di-hesibînin jibîrkirinê. Lê welat xwe di-tewand li ser axa wan goran. Axa wangoran maç dikir. Berê xwe dida rojê ûmîna silav bide, destên xwe bilinddikir. Paşê destê xwe dibir ber devêxwe û maç dikir. Ew maça xwe ya biax û tavê şûştî, datanî ser wêneyênkesên di gorên li goristanê de û silavaxwe ya herî pîroz dida wan. Her kesênku welat dîn dihesiband, ev wekî nî-şana dînbûna wî dipejirand. Lê di ras-tiyê de welat bi wî hişê xwe yê tijî hîsû hest rêzdariya xwe ji demboriyaxwe re dianî ziman. Wekî pêdiviyapêkanîna şîreta dapîr û bapîran a neji-bîrkirinê, dersa ku zanebûn ne jibîrki-rin e dida me. Bi wê zanabûnê diçûtewafa wan kêlên goran û di wê kêliyêde dilê welat di qefesa singa min de lêda. Di wê kiryara Welat de hişekhebû. Hişekî ku em bi aqilê xwe yê

‘hemdem’ nikarin fêm bikin. Hişekbiyaniyê vê serdema ku bi mişextiyanhewl dide bi me bide bîrkirin û me ne-çarî jibîrkirinan dike. Di giyana welatde hişê Zurvan hebû.

Zurvan bû navê xwedawendê;anku zeman. Zurvan xwediya hertiştî bû li van axan. Afirînera ger-dûnê bû Zurvan. Bêyî ku Zurvanhebe, dîrokê nedikarî biherike. Xu-liqkarî jî di nav de, bêyî Zurvan wêher tişt bê liv û tevger bimaya li gorîbaweriya dapîr û bapîrên me. Ji berZurvan serê her tiştî bû. Hêza livan-din û xistina tevgerê ya her tiştî bûZurvan. Zurvan di wateyekê de hêza

dîtinê ronahî bû û ronahiyê jî ji Zur-van xwe berdida ser hişê zindewe-riyê li gorî şîretên wan ên ji bo me.

Bi qasî temenê Zurvan ê nedihatzanîn, di xurcikên hişê xwe de bîranîndagirtibûn. Rayên van bîranînan xweberdidan dilê Zurvan a ku hişê dem-boriya wan xwe dispartê. Ma ne dane-hevek ji bîranînan bû hişê vê civakê?Ew hişê bûyî civak, bûyî çand, bûyîdîrok bû diafirand û xwebûna xwe diher mercî de diparast. Ji ber vî hişî jibîr nedikir. Zurvan giyana her serêlî,stran, heyranok, payîzok, lawik û boli-kek me; her çîrok û çîrvanokek me,her destan û serpêhatiya me, her şîret

û helbesta me, her mamik û biwêjame bû. Bi riya dengê dilê Zurvan êbûyî rist û awaza qirika xaka me, herdiherikî çemê bîranînên me. Diherikîû çanda me gur û geş dibû. Ev giyananemiriya me bû.

Paşê mişextiyan dest bi mişextkiri-nan kir. An ku kuştinên bi saxî. Kani-yên stranên me, giyana civakê zimanême, huner û wêjeya me, hemû dembo-riya me da ber xwe van kuştinan.Hewla dayîna jibîrkirinê bû mişextki-rin. Ji ber hişê civakan bi demboriyawan zindî ye. Yên demboriya xwe jibîr dikin, di rastiyê de yên hatin qirki-rin in. Anku qirbûna herî kambax e ji-

bîrkirin. Ji ber vê ye di baweriya mekurdan de jibîrkirina demboriya xwe,her tim wek xayîntiyê hatiye hesiban-din. Ji ber di bingeha civakîbûnê denejibîrkirin û birka hişmedî ya ji dem-boriyê hatî dagirtin heye. Civakênxwedî bîranîn û hişmendiya wan a dî-rokî xurt, tevî her tiştî dikarîn li berxwe bidin. Ji ber hişê civakan bîranîne ji aliyekî din ve. Vê daneheva dibirka bîranînên demboriyê de dihiştku mirov biafirînin û xuliqkar bin. Evhişê civakî bû. Anku awayê herî bibandor ê xweparastina civakan bû; bitaybetî ji bo civaka me ya ku tê xwes-tin xwe ji bîr bike.

Talde

Reyhan Îke

Kambax e jibîrkirin

rupel 12+++:Layout 1 07.02.2020 20:05 Page 1